Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq Operasyonan li dijî temwîla DAIŞê zêde dike

Xalid Taî

Karmendê Banka Rafîdênê alîkarîyê bi zibûnekî re dike. Îraq tedbîrên xwe zêde kirine da ku jêderên temwîlkirina terorê biçikîne. [Wêne ji Banka Rafîdênê hatiye wergirtin]

Karmendê Banka Rafîdênê alîkarîyê bi zibûnekî re dike. Îraq tedbîrên xwe zêde kirine da ku jêderên temwîlkirina terorê biçikîne. [Wêne ji Banka Rafîdênê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî xebatên xwe zêde dike da ku jêderên temwîlkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi alîkarîya civaka navdewletî qut bike.

Xebatên hikûmetê zexmkirina çavdêrîya tevgera pereyan û jêderên temwîlkirinê û zêdekirina alîkarîyê û pevguhastina agahîyan bi welatên din re di nav xwe de dihewîne.

Hêzên Operasyonên Taybet ên Îraqî û Hêzên Dijî Terorê yên Kurdî bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî vê dawîyê10 endamên tora malî ya el-Rawî girtin, ku komeke hêsankirina malî ya sereke ya DAIŞê ye.

Girtinên ku ji alîyê hikûmeta Îraqî û hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin hêsankirin, ji alîyê hêzên hevkar ve hatin pêkanîn gava operasyon li Bexda û Hewlêrê di navbera 7 û 9ê Cotmehê de hatin cîbicîkirin.

Banka Navendî ya Îraqê workşopek ji karmendên xwe û kampanîyên guhertina perayan re di Îlona sala 2017an de li dar xist da ku têgihaştina wan ji şûştina pereyan û operasyonên temwîlkirina terorê re zêde bike. [Wêne ji Banka Navendî ya Îraqê hatiye wergirtin]

Banka Navendî ya Îraqê workşopek ji karmendên xwe û kampanîyên guhertina perayan re di Îlona sala 2017an de li dar xist da ku têgihaştina wan ji şûştina pereyan û operasyonên temwîlkirina terorê re zêde bike. [Wêne ji Banka Navendî ya Îraqê hatiye wergirtin]

Berî vê yekê Îraqê mal û milkên hejmareke dezgehan û kampanîyên guhastina pereyan cemidandin ji ber temwîlkirina wan ji DAIŞ û Qaidê re.

Xebatên Îraqî hevrê ne bi xebatên cihanî re bo çikandina jêderên temwîlkirina komên terorî.

Wezareta Gencîneya Amerîkî di 17ê Cotmehê de îlan kir ku wê ciza li ser Afaq Dubey, kampanîyeke xizmetguzarîyên malî ye li Îraqê sepandin, kampanîya ku pereyan bi ser DAIŞê de diherikîne.

Wezareta Gencîneyê got ku Afaq Dubey beşeke ji "toreke malî ku komeke kampanîyên xizmetguzarîyên malî yên din, hewale û hêsankerên malî li Rojhilata Navên di nav xwe de dihewîne".

"Pêkhatîyeke sereke" di şerê li dijî terorê de

Desthilatdarîyên Îraqî rê li ber dora "400 kampanîyên guhastina pereyan ên xwecihî û xizmetguzarîyên malî girtin" di çend salên bûrî de, abornas Majid Suwarî ji Diyaruna re got.

Piranîya van kampanîyan ji bazirganîyê hatin qedexekirin hatin danîn ser lîsteya reş jiber piştgirîya wan ji komên terorî re di rêya hêsankirina guhastina pereyan li bankê û operasyonên şûştina pereyan, wî got.

Îraqê çavdêrîyeke deqîq û dijwar sepand li ser hemû operasyonên guhastinê û diravkarîyên ku di bankên xwecihî re û kampanîyên xizmetguzarîyên malî re derbas dibin, wî got.

Herwiha hikûmet dike ku qanûneke nû weşîne ku sînor ji pêkarîyên diravkarîyê yên kampanîyan bo guhastina pereyan deyne û li ser wan ferz bike ku tenê di rêya Banka Navendî ya Îraqê û bankên taybet re pereyan biguhêzin, Ezawî got.

"Ajansên dijî şûştina pereyan, Wezareta Karên Hundir ajansên istixbaratên Îraqî kar dikin da misoger bikin ku pere nsşagihine terorîstan," wî got.

"Ev pêkhateyeke sereke ye di şerê li dijî terorê," wî got.

Qanûna berengarbûna terorê

Encumena Ewlekarî ya NY gelek biryar (2170, 2199, 2178) weşandin li jêr Beşê heftemîn ji Peymana NY da ku temwîlkirina rerorîzmê qut bike, Xalid Ebdul Îlah, ê ku zanista siyasî li Zanîngeha Bexdayê fêr dike, got.

"Ev biryar hemû piştgirîya xebatên hikûmetê dikin da ku temwîlkirina terorê di rêya şûştina pereyan û bi qaçaxî firoştina neftê re biçikînin," wî ji Diyaruna re got.

Hikûmeta Îraqî îroj bêtir giranêyê dide vê dozê ji ber ew têkildarî ewlehîya niştimanî ye, wî got, û not kir ku desthilatdarî xebatan zêde dike da ku bi awayekî nêzîk çavdêrîyahemû diravkarîyên malî bike û alîkarîyê bi hikûmatên di re bike da ku bidin dûv jêderên temwîlkirina tekekes û koman.

Ebdul Îlah got ku Îraqê piştî sala 2014an biryareke weşand da ku rê bigire li ber temwîlkirina komên teror, mînabiryara dijî Şûştina Pereyan û Qanûna Dijî Temwîlkirina Terorîzmê.

Di heman demê de, "Banka Navendî kar dike da ku kampanîyên guhastina pereyan tev hev bike weke hewldanekê da ku şûştina pereyan rawestîne herwiha reva ji dana bêşan", wî anî ziman.

"Ji alîyê serbazî em bi ser DAIŞê ketin û me serkeftineke dîrokî bi dest xist di rêya derkirina wan ji bajarên me," parlementerê Diyalayê Ebdul Xaliq Ezawî got.

"Ev ne dawî ye, herwekî hêzên me û ajansên istixbaratan operasyonên xwe berdewam dikin da ku bidin dûv endamên DAIŞê û robarên temwîlkirina wan armanc bikin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Îraqî toreke ji 15 endamên DAIŞê pêk dihat girt di nîvê Cotmehê de, endamên ku pere li ser malbatên çekdarên DAIŞê belav dikirin li bajarê Mûsilê li parêzgeha Nînewayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500