Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

3,000 şervanên êlan rahînanên şerkirinê diqedînin

Xalid Ta'î

Çekdarin ji êlên Enbarê hostatîyên ku wergirtine di vê wêneyê de dîyar dikin, ew roja 16ê Adara 2017an li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Lîwaya Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Çekdarin ji êlên Enbarê hostatîyên ku wergirtine di vê wêneyê de dîyar dikin, ew roja 16ê Adara 2017an li ser enternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Lîwaya Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Sê hezar çekdarên êlan roja Yekşemê (21ê Cotmehê) korsê rahînanê bi dawî kirin daku hostatîyên xwe yên şerkirinê pêş bixin li bargeha Hebanîyayê ya serbazî li rojhilatê Enbarê, berpirsekî ji hêzên êlan eşkere kir.

Kesên derçûyî -- yên piranîya wan ji bajarên Remadî, Felûca û Xaldîyayê li rojhilatê Enbarê ne -- perwerdeya rahênankirinê ya sê mehan bi awayekî serkeftî qedandin, Şêx Qeterî Semermad Obêdî, fermandarekî hêzên êlan li Bexdadîyê, wiha ji Diyaruna re got.

"Di vê perwerdeyê de, çekdar gelek rahînan wergirtin daku jêhatîyên xwe yên şerkirinê baş bikin û pêş bixin," wî got.

Obêdî ragihand ku ew bi diqet fêrî çawanîya arastekirina çekên sivik û xebitandina pergalên mûşekên pêşketî bûne, herwiha ajotina otombêlên serbazî, û beşdarî di şer de kirine li jîngehên zehmet û bikaranîna teqemenîyan.

Obêdî anî ziman ku "rahînan ji hêla efserên Îraqî yên xwedan ezmûn ji Wezareta Berevanîyê û xebîrên hevpeymanîyê ve hatiye danîn."

Rahînana li Eyn Esedê

Heftîya bê, komeke din a çekdarên êlî -- nemaze kesên ji bajarên Enbara rojhilatî, di nav de Hît, Hedîsa, Enah û Qayîmê -- ew dê dest bi perwerdeyeke mînandî bikin li bargeha Eyn Esedê li nêzî Bexdadîyê, Obêdî ragihand.

Obêdî got ku perwerdeya nû, dema wê jî sê meh in, dê ji hêla perwerdekarine Îraqî û yên hevpeymanîyê were dayîn.

Obêdî got jî ku çekdarên êlî dê jêhatîyan qezenc bikin "di şopandin û armanckirina dijmin de li biyabanê û di kontrolkirina deverên sînorî de, û herwiha dê şîyanên wan ên fîzîkî û serbazî baş bibin."

"Perwerdeyên rahînanên nû miqatebûna Fermandarîya Operasyonên Îraqî yên Hevbeş dîyar dikin, daku şîyanên hêzên êlî ava bikin û pêş bixin û daku bêhtir sûdê ji wan di qonaxa bê de werbigrin," wî got, ku dê li ser paqijkirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) ji biyabana rojavayê teqez bikin û sînor biparêzin.

Nûsazkirina hêzên êlan

Obêdî anî ziman ku xebateke bo nûsazkirina hêzên êlî tê kirin û navê wan biguherin û bikin Hêzên Pasevanên Netewî yên Enbarê.

Wî got ku li jêr vê nûsazkirinê, hêz dê foc, deste û hêzên destwerdana lezgîn bihundirînin "bi pisporî û rêxistineke têr".

Obêdî ragihand ku aniha, hêzên êlî "karine giring bo parastin û ewlehîya parêzgehê" pêk tînin, da zanîn jî ku ew operasyonine lêgerînê pêk tînin daku paşmahîyên DAIŞê têk bibin li biyabana Enbarê "her heftî."

Obêdî dîyar kir ku ew herwiha piştgirîyê didin hêzên Îraqî di parastina sînorên rojavayî yên welat de.

Wî da zanîn ku ew gerekdarî xurtkirina radeyên hêzên êlî ne di rêya tecnîdkirina çekdarine nû de, li biyabana fireh a parêzgehê û sînorên wê yên dirêj.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê bajarê xwe parastiba û nehiştiba xerîb nêzîkî bibin.

BERSIV BIDE

Gaveke baş e.

BERSIV BIDE