Nûçeyên Iraqê
Civak

Navendeke çareserîya fîzîkî li Musilê tê vekirin

Xalid Taî

Pîşedarên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dest û pêyên sazkirî li Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê li Mûsilê seh dikin. [Wêne ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hatiye wergirtin]

Pîşedarên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dest û pêyên sazkirî li Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê li Mûsilê seh dikin. [Wêne ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hatiye wergirtin]

Navendeke nû ya çareserîya fîzîkî, ya yekem di vî warî de ku li Mûsilê vedibe, dê nexweşên kêmendam li navendê derman bike û dê pisporên derbarê endamên sazkirî yên neberdest, cebirandina hestîyan û xizmetguzarîya dermankirina xwezayî dabîn bike.

Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê, ya ku di çar mehan de ji alîyê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hat avakirin, bi awyekî fermî di 14ê Cotmehê de hat vekirin.

Ew dê ji alîyê birêveberîya Tendirustîya ya Nînewayê ve were vekirin.

"Ji ber ku binesazî bi awayekî dijwar hatiye wêrankirin li parêzgeha Nînewayê kesên ku dest û lingên wan jêbûne û hewcedarîya wan bi dest û pêyên sazkirî heye ji wan tê xwestin ku çend saetan herin Hewlêr û Silêmanîyê da ku xizmetguzarîyan wergirin," Therese Powell ,birêveberê programê nûtahîlkirina fîzîkî yê Xaça Sor li Îraqê got.

Îraqîyekî ku destê wî jêkirî ye guhdana bijîşkî li Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê ya ku nû li Mûsilê hatiye vekirin werdigire. [Wêne ji malpera radyoya elSelam hatiye wergirtin]

Îraqîyekî ku destê wî jêkirî ye guhdana bijîşkî li Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê ya ku nû li Mûsilê hatiye vekirin werdigire. [Wêne ji malpera radyoya elSelam hatiye wergirtin]

Bi hezaran xelk di serdema "Dewleta Îslamî" û di dema şerê derkirina rêxistinê ji parêzgehê hatin birîndarkirin, berpirsên Îraqî gotin.

Mihemed Cemal, 25 salî ji Diyaruna re got ku berî du salan lingê wî yê rastê jê bû, dema ku roketeke DAIŞê nêzîkî mala wî ket li taxa Zehrayê li rojhilatê Mûsilê.

Wî dîyar kir ku roket lê ket dema wî bi malbata xwe re hewl dida bazd ber bi hêzên Îraqî ve yên şer dikirin da ku taxê ji DAIŞê vegerînin.

Cemal got ku hema hema bûyerê ew kuşt. Gava lingê wî pêşî jê bû gelekî êşdar bû, lê wê karîbû jîyana xwe berdewam bike û xwendina xwe ya zanîngehê berdewam bike.

Ew aniha hevî dike ku Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê dê alîkarîyê pê re bike ku bê kopal bimeşe.

"Hewcedarîya me bi navendê heye," wî got. "Terorîstan tawanên xwe kirin lê divê ew mafê me ku em jîyaneke normal bijîn di me nestînin."

Barê çûn û hatinê nemaye

Navenda Çareserîya Fîzîkî çêbû weke "encama xebatên hevbeş di navbera hikûmet, komeleyên xêrxwazî û Xaça Sor", Muhened Umerî, berpirsê medyayî yê Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewayê, got.

Navend dê endamên sazkirî guhdana bijîşkî û nûtahîlkirinê ji dora 5000 kesên dest û lingên wan jêkirî dabîn bikin, 750 ji wan zarok in, wî ji Diyaruna re got.

Bêtirî salak û nîvê, rêxistinên civaka sivîl kar kirin da ku alîkarîya seretayî destnîşan bike û ji sivîlên birîndar re dabîn bike li taxêan li seranserî Mûsilê, wî got.

"Em dê serdana wan li malên wan bikin û bi wan re bicivin û raportên berdirêj derbarê rewşên wan dagirin," Umerî got.

"Me alîkarî bi wan re kir da ku bigihine dermankirinê, me ew ber bi rêxistinên navdewletî ve mîna Xaça Sor, Bijîşkên Bê Sînor û Rêxistina Koçberîya Navdewletî birin," wî got.

Berî Navenda Çareserîya Fîzîkî ya Nînewayê were vekirin, wî got, niştecîyên ku dest û lingên wan jê bûbûn dê herin Hewlêrê da ku guhdarîyê wergirin li gel hilgirtina bar û lêçûna çûn û hatinê.

"Bi vekirina navendê li orta Mûsilê, ev bar nema heye," Umerî got.

B Îraqîyên kêmendam re radiwestin

Îraqîyên kêmendam beşekin ji mîrata "Bobelat û krîza" ku DAIŞê li pişt xwe hişt, endamêkomîteya ewlekarîya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şibêb ji Diyaruna re got.

"Hin ji van tekekesên kêmendam di şer de hatin birîndarkirin, lê hin din dest û lingên wan weke ciza ji alîyê terorîstan ve hatin jêkirin," wî got.

"Em giranîyê didin ku em guh bidin van qurbanîyan," wî got. "vekirina [Navenda Nînewayê] gaveke erênî ye, lê em hewcedar in ku em bêtir guhdan û piştgirîyê ji wan re dabîn bikin."

Qurbanîyên şerê bi DAIŞê re, ên bûne kêmendam, divê piştgirîyê wergirin ne tenê li Nînewayê lê li hemû parêzgehên Îraqî yê ziyankirî, endamê komîteya xizmetguzarîyê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar got.

"Berî ku DAIŞ bigire ser bajarên me, plan li gel me hebûn ku em kompleksên tevgir û mezin ava bikin da ku em guh bidin xelkên ku derdê hemû şêweyên kêmendamîyê dikişînin ya ku piştgirîya civakî, derûnî û bijîşkî dabîn kir," wî ji Diyaruna re got.

"Aniha em dizanin ku divê em careke din derbarê van planan bihizirin û wwan cîbicî bikin her çi qas pêkan be," wî got, wî anî ziman ku divê xelkên kêmendam nehisin û ew paşguhkirî ne.

"Divê em li gel wan rawestin û alîkarîyê bi wan re bikin ku siberoja xwe ava bikin û şert û mercên jîyana xwe pêş bixin," Ebar got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ew navend li kûderê ye?

BERSIV BIDE