Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirs dibêjin ku peywendîyên telefonê jîyana Îraqîyan diparêze

Hesan Ubêdî li Bexdayê

Şagirdên dibistanan di nav malên ziyankirî re li Bajarê Mûsilê yê Kevin derbas dibin di 4ê Cotmehê de. Îraqîyên ku li deverên berê li jêr kontrola DAIŞê bûn hatine handan ku çi çalakîya gumanbar hebe ragihînin da alîkarîyê bikin ku ewlehî vegere. [Zêd Ubêdî/AFP]

Şagirdên dibistanan di nav malên ziyankirî re li Bajarê Mûsilê yê Kevin derbas dibin di 4ê Cotmehê de. Îraqîyên ku li deverên berê li jêr kontrola DAIŞê bûn hatine handan ku çi çalakîya gumanbar hebe ragihînin da alîkarîyê bikin ku ewlehî vegere. [Zêd Ubêdî/AFP]

Peywendîyên bi telefonê bi desthilatdarîya ewlekarî re jîyana bi sedên sivîlan parastiye, berpirsên Îraqî ji Diyaruna re got, wan not kir ku ev zêdebûna zexm a agahîyên ji alîyê gel ve tên wergirtin encamine berhest dan.

Ji nav 200 peywendîyên telefonê yên germ ku li Enbarê hatin kirin ji destpêka Îlonê ve, 76 ji wan girtina şanên teror encam da gelek şêweyên êrîşan hatin têkbirin, berpirsên Wezareta Karê Hundir got.

Bi giştî, wezaretê got, peywendîyên nepenî jihevxistina şeş şanên teror encam da, şana herî piçûk ji pênc çekdaran pêk dihat.

Çar êrîşên xwekuj û 22 êrîşên bi otombîlên bombekirî û teqînên bidestçêkirî hatin têkbirin û hêzên ewlekarîyê dest danên ser depoyên çekan û workşopeke çêkirina teqemenîyan, wê got.

"Niştecîyên xwecihî li hemû bajar û gundan bi me re alîkar in," eqîd Ehmed Xelîl Dilêmî, serokê yekîneya analîzkirina agahîyan di Fermandarîya Polîsê Enbarê de got.

"Hejmara şîretên di rêya peywendîyên telefonê re ku me di hefteyekê de werdigirtin, aniha em di rojekê de werdigirin, hin caran," wî ji Diyaruna re got, û niştecîyên xwecihî "bi awayekî xwebexş çi tiştê ew dibînin gumanbar e radigihînin".

"Ev şîretên di rêya peywendîyên telefonê re jîyana bi sedan kesên bêgunehe yên ku dê di êrîşên terorîst de hatibana kuştin parast, eger ew şîret nehatiba ragihand û nehatiba têkbirin," wî anî ziman.

Gazîker jîyana diparêzin

"Pêşî û berî her tiştî em nasnameya gazîkerên xwe diparêzin û ev gelekî ji me re pîroz e," Dilêmî got, mîkanîzma ragihandinê şiyanse dike.

"Pispor li gel me hene ku dizanin çawa agahîyan wergirin," wî got, û kesê ku pirsan ji gazîkeran dikin bi awayekî ku ew hemû hûrgilîyên têkildar didin hev bê kî, çi, kengî û li kû derê bûyera hatiye ragihandin dê çêbibe.

Di pey re agahî ji komîteyeke istixbaratan re tên guhastin, komîteya ku agahîyan weke dijwar, gelekî dijwar yan ne dijwar dabaş dike, wî got.

"Di her haletê de, bi agahîyan re tên dan û standin ji alîyê hêzên ewlekarî, yan yekîneya nêzîkî devera ku di raportê de hatiye destnîşankirin," Dilêmî got.

Di rewşên ku agahîyên hatine dabînkirin dîyare ku wan nehiştiye êrîşên terorîst biqewimin, gazîkeran xelat wergirtine, wî got, wî not kir ku heta di van rewşan de "Hîn em navên wan raz dihêlin".

Êteror ên têkbirî

Niştecîyên Mûsilê jî bi polîs û artêşê re alîkar bûn, "Peywendîyên wan heta aniha alîkarî kirin da ku hejmareke mezin ji êrîşan têk bibin û girtina terorîstan encam da", serokê polîsê Ninewayê emîd Hemed Namis Cibûrî got.

"Herî kêm 80 terorîst û kesên gumanbar li Mûsil, Hemam Elîlê, Tele Eferê, û Deştên Nînewayê li ser bingeha agahîyên ji alîyê niştecîyan ve hatine dabînkirin hatin girtin, ," wî ji Diyaruna re got.

"Li bermayîyên DAIŞê bêtir tê tengkirin dema niştecî alîkarîya xwe bi me re zêde dikin," wî anî ziman.

Îraqî bi çavekî biçûk li DAIŞê û her tiştê rêxistinê tîne bîra wan dinêrin, niştecîyê Remadîyê Salim Ebdula Meter ji Diyaruna re got.

"Ez natirsim ku ez li ser wan ragihînim û ez dê dudilî nebim ku ez wîlo bikim," wî got. "Rûwê hejmarekê ji wan tê bîra min, kesên ku hiştin em êşê bikişînin, em ji jîyanê mehrûm kirin, malên me wêran kirin û sê sal ji jîyana me dizîn."

"Yek ji terorîstên DAIŞê yê herî berz, ê ku aniha di bin çavdêrîya me de ye û ew di dema çend rojan de rastî dadgerîyê were, ew hate girtin li ser bingeha peywendîyekê ji alîyê kuramê wî ve" neqîb Fêsel Ubêdî ji polîsê Selahedînê got..

Xelk peywendî derbarê xizmên xwe yên tundrew û serhişk bi desthilatdarîyê re dikin ne ji bo xelatan, lê da ku deverê, welat û cîhanê ji îdîolojîya wêranker ya dişopînin xilas bikin, wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500