Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hejmareke biçûk ji çekdarên DAIŞê derbasî Îraq û Sûrîyayê dibin

Xalid Taî

Balefirên şer ên celebê F-15E yên hevpeymanîyê roleke girîng di operasyonên ewlekarî de digerînin li dirêjahîya sînorên Îraq û Sûrîyayê, ku hêzên Îraqî û yên Sûrîyaya Demokratîk şerê dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" dikin. [Fayl]

Balefirên şer ên celebê F-15E yên hevpeymanîyê roleke girîng di operasyonên ewlekarî de digerînin li dirêjahîya sînorên Îraq û Sûrîyayê, ku hêzên Îraqî û yên Sûrîyaya Demokratîk şerê dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" dikin. [Fayl]

Berpirs dibêjin ku hîn çekdarên biyanî ber bi Sûrîya û Îraqê ve tên da ku di nav refên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de şer bikin, lê bi hejmareke biçûktir û derfet bêtir heye ku werin girtin.

Berpirsên Îranî dîyar dikin ku kêmbûna hejmara kesên ku derbasî Îraqê dibin encameke yekser e ji hilweşana DAIŞê piştî êrîşa giran ji alîyê hevpeymanîya navdewletî û Îraqê ve, û ew nîşana serkeftina stratîjîya armanckirina jêderên temwîlkirina rêxistinê ye.

Çekdarên biyanî berdewam ber bi Sûrîyayê ve diçin da ku tevlî DAIŞê bibin, lê bi rêjeyeke hêdîtir, Serokê Serleşkerîya Hevbeş a Amerîkayê, General Joseph Dunford hefteya bûrî got.

Wî daxuyand ku her meh şopînerên nû bi rêjeya 100 kesî digihin, lê lûtkeya wê dora 1,500 bû berî sê salan.

Wezîrê Karê Hundir ê Îraqî Qasim Arejî serdana bajarokên sînorî li rojavayê Îraqê dike di dawîya meha Îlonê de da ku serperiştîya amadekirinên rêgirtin li ber herikîna çekdarên "Dewleta Îslamî" ji Sûrîyayê bike. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Wezîrê Karê Hundir ê Îraqî Qasim Arejî serdana bajarokên sînorî li rojavayê Îraqê dike di dawîya meha Îlonê de da ku serperiştîya amadekirinên rêgirtin li ber herikîna çekdarên "Dewleta Îslamî" ji Sûrîyayê bike. [Wêne ji Fermandarîya Pasevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Tevî ku hejmara kesên ku nû digihin kêm dibe, Dunford teqez dike ku hewcedarî bi xebatên ku îdîolojîya DAIŞê bitemirînin heye û pêwîstî heye " çekdarên biyanî bên destnîşankirin, darizandin û dûrî tundîyê bên hiştin".

"Rxistina ku angaşt dikir ku ew nayê têkbirin hat têkbirin," peyvdarê Wezareta Berevanîyê lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got. Endamên DAIŞê "aniha li jêr fişareke xurt in ji alîyê hêzên me ve, ên ku didin dû wan û wan armanc dikin di rêya operasyonên ewlekarî de".

Qayimkirina ewlekarîya sînor

Xefacî got ku hêzên Îraqî bi xebatên "lehengî" rabûn daku sînor kontrol bikin û nehêlin DAIŞ bi dizî derbas bibe.

"Kêmbûna hejmara terorîstên derbasî Îraqê dibin bi saya xebatên ewlekarî yên zexm e, bo parastina sînor û kêmkirina hejmara kesên bi dizî derbas dibin," wî got.

Xefacî daxuyand ku Hêzên Îraqî û hevpeymanîya navdewletî agahîyên istixbaratî bi hev re diguhêzin, di nav wan agahîyan de agahîyên derbarê veşartgeh û tevgera DAIŞê, û hevpeymanîyê alîkarî kir derbarê destwerdana lezgîn bo rêgirtin li ber derbasbûnên bi dizî.

Xefacî got ku ev hemû hêmanên sereke ne da ku rê bigirin li ber herikîna çekdarên biyanî ber bi Îraqê ve.

"Îraq hewl dide ku kapasîteyên xwe yên istixbaratî qayim bike da ku alîkarîyê di nav ajansên xwe yên ewlekarî de qayim bike ji bo bi awayekî tam terorîstan di hundirê sînorê xwe de nehêle," Xefacî got.

Xefacî dîyar kir ku operasyonên ewlekarî li parêzgehên Enbar, Nînewa û Diyalayê di vê mehê tenê bûn encama kuştin û girtina bi sedan endamên DAIŞê,û dora 100 malên vehesînê yên DAIŞê û tunelên wê û 100 navgînên wê hatin wêrankirin. .

Hejmar kêm dibe

Bêtir ji 20,000 çekdarên biyanî tevlî DAIŞê bûn li Îraq û Sûrîyayê ji sala 2015an heta sala 2016an, lêkolînerê karûbarên siyasî û stratîjî Amir Saedî ji Diyaruna re got.

Li gorî amarên aniha, ne bêtir ji 1,500 çekdarên DAIŞê yên biyanî û yên xwecihî li Îraqê hene û kêmtir ji 5,000 li Sûrîyayê hene.

"Ev bidestxistineke mezin e, weke encameke şerên rizgarkirinê ku hemû hêzên me di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn û piştgirîya serbazî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve hat dabînkirin," Saedî got.

Lêkolîner got ku rêxistin lawaz bû ji ber jêderên temwîlkirina wê hatin armanckirin û endamên bi awayekî deqîq tên çavdîrîkirin.

"Xisara mezin ku DAIŞ rastî hat piştgirîya cihanî ye," pisporê warê ewlekarî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

"Piştî wê tawanên xeternak ên ku li dijî sivîlan kirin û daxwazên wê yên dûrûyî, xelk, bi taybet ciwan dûrî rêxistinê ketin," wî got.

Berî çend salan, hejmareke mezin ji xwebexş û cîhadîyan ji bêtir ji 100 welatên erebî, Asyayî û Ewropayî hatin da ku tevlî DAIŞê bibin, Hanûn got.

"Îroj, tecnîdkirin kêm dibe û pê re hejmara kêsên ku diherikin nav rêxistinê kêm dibe," wî got. "Em koçberîyeke berevajî ji alîyê endamên terorîst ve ji Îraq û Sûrîyayê ber bi welatên xwe yên resen ve dibînin."

"Endamên DAIŞê bêhêvî ne, parçekirî ne û dawîya wan nêzîk e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e!

BERSIV BIDE

Baş e.

BERSIV BIDE