Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî operasyoneke qaçaxîyê li Qaimê bi bin dixin

Xalid Ta'î

Kesine Îraqî jenetorekî mazotê li firoşgeha xwe li Bexdayê dinerin, ev wêne 19ê Adara 2014an hatiye girtin. [Elî Saedî/AFP]

Kesine Îraqî jenetorekî mazotê li firoşgeha xwe li Bexdayê dinerin, ev wêne 19ê Adara 2014an hatiye girtin. [Elî Saedî/AFP]

Rayedarekî Îraqî got ku hêzên Îraqî Yekşemê (21ê Cotmehê) rê li ber operasyonekeqaçaxîya di sînor re girtin, û kesên ku plan dikirin ku alavên kehrebeyê yên giran bi qaçaxî bibin Sûrîyayê ji biyabana nêzî Qaimê li parêzgeha Enbarê.

Wezareta Hundir û Fermandarîya Operasyonên Enbarê Sêşemê Wezareta Kehrebeyê agahdar kir ku hêzên Îraqî dest danîne ser "alavên kehrebayî yên amadekirî bo qaçaxkirinê" li rojavayê Enbarê, peyvdarê Wezareta Kehrebeyê, Museb Muderis ji Diyaruna re got.

Muderis got ku bi xwesipartin bi agahîyên agahîyên hewalgirî, tîmeke ewlekarî dest danî ser hejmarek ji jenetorên kehrebeyê li kargehekê li devera Kereblayê li Qaimê.

Muderis ragihand ku hejmarek ji kesên ku destê wan di qaçaxîyê de hebûn hatin girtin, û ew li veşartgeheke din a jenetoran li devera biyabanî ya Qaimê mukir hatin, û gotin ku wan ew bo birina wan bi qaçaxî bo Sûrîyayê amade kiribûn.

Muderis eşkere kir ku tîmê cihê imbara din destnîşan kir, û dest danî ser her tiştê di imbarê de, di nav de "76 jenetorên bi celeb û mêjerên cihêeng".

Wî got ku tîmê dest danîye ser filterên avê û sûtemenîyê yên di sazkirina tifingên bêdeng de tên bikaranîn, û herwiha amûrên ku di sazkirina bombeyên bidestçêkirî de tên bikaranîn.

Gunehkar tên lêpirsînkirin

Muderis got ku gumanbarên ku di plana qaçaxîyê de rol girtine tên lêpirsînkirin, û materyalên dest li ser wan hatiye danîn bo taqîgeheke pispor hatin şandin.

Wî daxuyand ku Wezareta Kehrebeyê lêpirsînek bi hevahengî ligel Fermandarîya Operasyonên Enbarê û alîyên ewlehî yên pêwendîdar dest pê kiriye bo naskirina cih û dema dizîna jenetor û alavan.

"Alavên gelek sazîyên berhemkirina kehrebeyê hatine dizîn û ew bi qaçaxî ji welat hatine derxistin ji alîyê 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) di dema kontrolkirina wê ji çend deveran re li bakur û rojavayê welat," wî got.

Di vê maweyê de, DAIŞê "kêlgehên kehrebeyê mîna yên li Bêcî û Geyarayê têk birin, û burcên kehrebeyê û xetên belavkirinê xerab kirin", wî da zanîn.

Destdanîna li ser alavên kehrebayî "xebateke erênî ye di çarçoveya baştirkirina ewlehîya li welat û parastina malê giştî", Muderis got.

Wî got ku xebatên wiha dê alîkarîyê bikin di vegerandina alavên hatine dizîn û dê "asta xizmetguzarîyên kehrebeyê yên bo welatîyan tên dabînkirin baş bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

We qenc kir! Ez hêvî dikim ku hûn nûçene piştrast yên bêhti biweşînin daku em bi tiştê ku hikumet dike ser bilind bin û ku bêhtir xelk pê bawer bin.

BERSIV BIDE