Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di teqîna bajarê Idlibê de qurbanî, yek ji wan zarok e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sivîl û endamên Tehrîr el-Şam li cihê teqîna 21ê Cotmehê ya li orta bajarê Idlibê rawestîyane. [Wêne ji Heysem Idlibî hatine wergirtin]

Sivîl û endamên Tehrîr el-Şam li cihê teqîna 21ê Cotmehê ya li orta bajarê Idlibê rawestîyane. [Wêne ji Heysem Idlibî hatine wergirtin]

Pênc kes hatin kuştin, ku yek ji wan kurekî 8-salî bû, û zêdetir ji 12 kesan birîndar bûn di teqîna Yekşemê (21ê Cotmehê) de, dema ku bombeyeke çandî li nêzî mizgefta Redwa li orta bajarê Idlibê teqîya, çalakvanekî ji bajêr ragihand.

Hinek ji birîndaran rewşa wan tengav e, ji ber birînên bi sedema şrapnêlan, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re eşkere kir.

Idlibî got ku bombeya bidestçêkirî li bin wesayiteke sivîlan li Kolana Qusûr, li nêzî navendeke belavkirina xwarinê, hatibû danîn.

"Teqîn berî ku xwarin ji alîyê rêxistineke hewarçûnê ya xwecihî ve bê belavkirin qewimî," wî got û da zanîn ku "hejmara qurbanîyan dê zêdetir baye eger teqîn hinekî derengtir qewimî baye".

Kêlîyên pêşîn paş teqîna li orta bajarê Idlibê roja 21ê Cotmehê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatine wergirtin]

Kêlîyên pêşîn paş teqîna li orta bajarê Idlibê roja 21ê Cotmehê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatine wergirtin]

Wî got ku di nava kuştîyên teqînê de, du kes endamên Tehrîr el-Şam, yên hatibûn navçeya Qunêtraya Idlibê di çarçoveya rêkeftinên lihevhatinê de bi rejîma Sûrî re.

Idlibî got ku teqînê çaleke bi kûrahîya 1.5 metrî çêkir. li gorî dîdvanan, û ziyaneke berbiçav gihandiye mulkên giştî û malên li hawîrdorî cihê teqînê.

Wî got ku bûyera Yekşemê dawîn bûyer e di zincîra teqîn û terorêkirinên ku li Idlibê rû didin.

Idlibî da zanîn ku vê dawîyê bombeyeke bidestçêkirî ji alîyê tîmeke pispor a berevanîya sivîl ve hat pûçkirin berî ew biteqe, bombeya ku li pêşîya dibistana Şehîd Beşîr Hilî li bajarê Cisir el-Şixûr hatibû danîn.

Idlibî daxuyand ku hevdem, şênîyeke tevgereke mezin a endamên Tehrîr el-Şam li ser rêya ji dergehê sînorî yê Bab el-Hewa bi Turkîyayê re diçe bajarokê Mearet Misrîn têbînî kir.

Wî got ku belavbûneke balkêş a endamên Tehrîr el-Şam li ser rêbendan heye, bi taybetî li derbasgehên gundan û bajarokan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500