Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Istixbaratên Îraqî şaneke razayî ya DAIŞê li rojavayê Enbarê ji hev dixin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî 11 endamên şana "Dewleta Îslamî" li navçeya Bexdadî li parêzgeha Enbarê di 17ê Cotmehê de girtin. Ev wêne li ser rûpela Facebookê ya Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye weşandin, yek ji endamên hatine girtin nîşan dide.

Hêzên Îraqî 11 endamên şana "Dewleta Îslamî" li navçeya Bexdadî li parêzgeha Enbarê di 17ê Cotmehê de girtin. Ev wêne li ser rûpela Facebookê ya Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye weşandin, yek ji endamên hatine girtin nîşan dide.

Endamên şana razayî ya "Dewleta Îslamî" li navçeya Bexdadî li rojavayê parêzgeha Enbarê hatin girtin roja Çarşemê (17ê Cotmehê), peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Hewalgirîya Serbazî ya Firqeya 7ê Çarşemê her yazdeh endamên şanê girtin, "yên plan dikirin ku êrîşan li dijî sivîl û hêzên ewlekarîyê bikin", wî got.

Resûl eşkere kir ku "girtin li ser bingeha datayên istixbaratan bû," û not kir ku endamên şanê bi baldarî hatin çavdêrîkirin berî ew di kemînekê de werin girtin.

Resûl daxuyand ku operesyon di çarçoveya xebatên parêzî yên hewalgirîyê û ajansên ewlehîyê tê daku çi hewldanên ji alîyê DAIŞê têk bibin, hewldanên ku gefê li ewlekarîya giştî dikin û êrîşan dikin ji bo bidin xuyakirin ku ew hîn li ser erdê hene.

"Hemû ajans û hêzên me hişyar in," wî got. "Ew bi awayekî tam hişyar in derbarê nêt û planên terorîstan û dikarin êrîşên wan têk bibin berî biqewimin."

Bexdadî û bajarên din ên barêzgeha Enbarê asê ne û ji alîyê artêş, polîs, û ajansên hewalgirîyê ve tên kontrolkirin.

Parastina sînor

Resûl da zanîn ku hêzên Îraqî di xebatên xwe de giranîyê didin parastina sînorên rojavayê welat daku nehêlin kesek bi dizî derbas bibe, tiştê ku gefê li aramî û ewlehîya bajarên Îraqî dike.

Wî got ku bermayîyên DAIŞê gelek caran hewl dane ku bi dizî derbas bibin, "lê hêzên me çavdêrîya wan dikirin û çarenivîsa gelek kesên dixwestin bi dizî derbas bibin mirin bû".

"Tiştê ji dest me derdikeve em texsîr nakin daku em sînor asê bikin di rêya tedbîrên parêzî yên herî hêzdar re, tedbîrên ku kolana xendekan û avakirina satiran û têlên kelemdar di nav xwe de dihewînin," wî got.

Wî got ku "teknolojîya çavdêrîyê ya pêşketî ligel me heye, di nav de kamera û balefirên bê balefirvan," û anî ziman ku hêzên Îraqî û balefirên artêşê bi şev û roj pasevanîya sînor dikin daku nehêlin bermahîyên DAIŞê derbasî welat bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

5 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Baş e!

BERSIV BIDE

Destên we yên zêrîn sax bin û Xwedê serkeftinê bike para we, ji bo Mihemed û ji bo malbata Mihemed! Her bijî artêşa me, polîsê me, Hêşda Şebî û hemû lehengên berxwedanê!

BERSIV BIDE

Her bijî, lehengino!

BERSIV BIDE

Bi cahê Mihemed û malbata wî ya qenc (Silav li wan), Xwedê we bi ser bixe û we di şerê li dijî DAIŞê de biparêze!

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li we be û hûn bi ser bikevin li dijî DAIŞ û hemêzkerên wê.

BERSIV BIDE