Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 22 stargehên DAIŞê li Dîyala dişewitînin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî operasyoneke ewlehî dest pê dikin bi serpereştîya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, roja 16ê Cotmehê, bo nehiştina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî operasyoneke ewlehî dest pê dikin bi serpereştîya Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, roja 16ê Cotmehê, bo nehiştina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 25 stargehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) şewitandin li parêzgeha Diyalayê, di çarçoveya operasyoneke ewlekarî ya berfireh de bo nehiştina paşmahîyên rêxistinê, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê Çarşemê (17ê Cotmehê) eşkere kir.

Wan du endamên DAIŞê kuştin, yek ji wan fermandarekî serbazî yê rêxistinê ye li Diyalayê, û navê wî Ebû Duha ye, li gorî medyaya Îraqî.

"Fermandarîya operasyonan Sêşemê operasyoneke ewlekarî ya astbilind dest pê kir li Celewla, Xaniqîn, Qere Tebe, Hemrîn, Cebara û Sulêman Beg," Fermandarê Operasyonên Diyalayê, ferîq Mizher Ezawî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev dever dikevin bakur û rojhilatê parêzgeha Diyalayê de.

Fermandarine Îraqî planên êrîşkirina li ser paşmahîyên "Dewleta Îslamî" li nêzî bajarê Xaniqîn li parêzgeha Diyalayê dadirêjin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Fermandarine Îraqî planên êrîşkirina li ser paşmahîyên "Dewleta Îslamî" li nêzî bajarê Xaniqîn li parêzgeha Diyalayê dadirêjin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon ji alîyê hêzên artêş û polîs ve, bi piştgirîya asmanî ya hêza asmanî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve, tê pêkanîn.

Serleşkrîya artêşê û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş "rasterast serpereştîyê û arastekirinê pêşkêş dikin", Ezawî daxuyand.

Armanc ji operasyonê nehiştina "terorîst û bingehên raz e û herwiha paqijkirina deverê [ji bermahîyên DAIŞê] ye", wî got.

Rewşa ewlehî baş bûye

Wî got ku di roja yekem a operasyonê de, hêzên Îraqî "encamên pir baş" bi dest xistin, û da zanîn ku 25 stargehên mişt çek, teqemenîyên ji corê C-4 û herwiha xwarin hatin wêrankirin.

Ezawî dîyar kir ku hêzan herwiha 20 bombeyên bidestçêkirî dîtin û teqandin dema ku wan navçe radimalişt, bi taybetî deverên li derdora Gola Hemrînê.

"Balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî gelek armancên terorîstan li Hemrînê wêran kirin," wî got.

"Erk hîna bi dawî nebûye û rêyeke dûrûdirêj li pêşîya me ye," wî got. "Em amade ne bo şopandin û lipeyketina deverên terorîstan herwiha têkbirina molgehên wan."

Ezawî ragihand ku "parêzgeha Diyalayê îroj ewle û parastî ye bi saya opersyonên me yên berdewam," û da zanîn jî ku başbûna rewşê hişt ku qedexekirina nederketina bişev were rakirin a ku çendîn sal li parêzgehê dihat bikaranîn.

"Xelk bi vehesîyê hest dikin û jîyana xwe berdewam dikin herwiha bi awayekî asa karûbarên xwe yên rojane pêk tînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500