Nûçeyên Iraqê
Ol

Tekîyên Sofîyan vedigerin Enbarê piştî derxistina DAIŞê

Seyf Ehmed li Enbarê

Oldar û îmamên Felûcayê li hev dicivin daku di nimêjên olî de beşdar bibin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Oldar û îmamên Felûcayê li hev dicivin daku di nimêjên olî de beşdar bibin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Weke nîşanekê ku dîyar dike bandora "Dewleta Îslamî" kêm bûye, tekîyên Sofîyan -- avahîyên ku civînên olî li wan tên lidarxistin -- careke din li parêzgeha Enbarê hatin vekirin, berpirsên xwecihî û zanyarên Sofîtîyê got.

Sofîtî, şêweyekî Sofîgerîya Îslamî ya giranîyê dide sehkirînî û nêzîkbûna rûhî bi Xwedê re, şopînerê wê di nav Sine û Şîa de hene.

Ew di dema hukmê DAIŞê de rastî êrîşekê hat herwekî ku rêxistinê şopînerên ayînên din, di nav de Sofî, weke gawiran (xwedanenas) raçav dikirin.

Vegera tekîyan li parêzgehê "nîşaneke dîyar e" ji serkeftina operesyonên paqişkirina deverê ji DAIŞê, endamê encumena parêzgeha Enbarê Sebah Kerhût ji Diyaruna re got.

Oldar û îmamên Felûcayê li hev dicivin d ku di nimêjên olî de beşdar bibin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Oldar û îmamên Felûcayê li hev dicivin d ku di nimêjên olî de beşdar bibin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Wî got ku DAIŞ "dijminekî tevgera Sofîtîyê" ye, û destnîşan kir ku Sofî beşekî girîng û damezrêner e ji bunyadê olî yê parêzgehê re.

Wî got ku Sofîtî "banga aştî û hevaltîyê di nav xelkên Îraqî de dike," û tayfgerîyê, tundrewîyê û tundbarîyê red dike.

Kerhût got ku deverin li Enbarê hene ku tevgera Sofîtîyê lê gelekî li wir xwedan hebûneke bi hêz e û xelk wê qebûl dike ji ber îdyolojîy wê.

Wî got ku hejmarek ji sofîyan jîyana xwe ji dest da di serdema DAIŞê de û di şerên derxistina rêxistinê de, û balikşand ku DAIŞê çendîn tekîye teqandin.

DAIŞê 44 sofî kuştin û 22 birîndar kirin di salên borî de, Şêx Hemedelah Mehmûd, yê ku serpereştîya tekîya Qadirî li Felûcayê dike, got.

Herwiha rêxistinê 30 tekî yan wêrankirin yan jî armanc kirin li deverin cuda li Enbarê, wî ji Diyaruna re got.

Tekîyên sofîtyan, di nav de tekîyên Qadirî, Neqeşebendî, Şadilî, Kasanzanî, Rîfaîya [Sofîyên fermanên olî], xelkê nêzî hev dikin," Mehmûd got.

Di kombûnên xwe yên olî de, Sofî "bo parastina Îraqîyan ji şerê terorê û tawankarîyê nimêj dikin, û bang li xelkê dikin ku rêza yasa û dadwerîyê bigirin", wî got.

Pêkanîna nimêjan

DAIŞ Sofîtîyê "vegera ji olê" dibîne û çalakîyên Sofîtîyê li Enbarê qedexe kirin, Şêx Xemîs Muhemedî, yê serpereştîya tekîya Şafiyî li Remadî dike, got.

Rêxistina tundrew herwiha nimêjên olî qedexe kirin, yên mîna duayan, nimêjên ji Pêxember reû nimêjên terawîhan di meha Remezanê de, wî ji Diyaruna re daxuyand.

Mihemedî anî ziman ku "tevgera Sofîtîyê û hemû ayînên olî di gerdîş û nimûneyên bilind de hevbeş in ku bang li biratî û yekîtîyê dikin û ramanên tundrûya olî û perestîyê red dikin."

Wî got ku tekî li Enbarê êdî nimêjan û festîvalên çandî û wêjeyî rêxistin dikin, û herwiha korsên Qur'anê jî, û da zanîn ku hêdî hêdî ev çalakî ji xelkê re berdest dibin.

Wî got ku pirê caran zana û oldar di babetên ku ji herkesî re giring in cihêwaz in, di nav de kifşkirina rastîya îdyolojîya tundrûyan û banglêkirina hevjîyana aram di navbera hemû tayîfên olî de li Îraqê.

Tekî "rêyeke giring, anko rêya aştî û hezkirinê şopandiye," niştecihekî Remadîyê bi navê Heyder Ebas Mamûrî wiha ji Diyaruna re got.

Mamûrî got ku ji bo vê sedemê, ew li tekîyan amade dibe daku nimêj bike û ayînên olî li wir pêk bîne.

"Sofî dijminên sereke yên rêxistinên terorîst bûn di salên borî de çimkî hizirê sofîtîyê li dijî ayîna terorîstan e," pisporê ewlehîyê û anelîzerê siyasî Hamid Ekaşî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500