Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Îraq geveke bo peydakirina kar ji ciwanan re li deverên rizgarbûyî diavêje

Xalid Ta'î

Ciwanine Îraqî perwerdeyeke pîşesazîyê werdigirin, ku bo destpêkirina karên wan ên taybet alîkar e. [Wêne ji Birêveberîya Rahînankirin û Karkirinê hatiye wergirtin]

Ciwanine Îraqî perwerdeyeke pîşesazîyê werdigirin, ku bo destpêkirina karên wan ên taybet alîkar e. [Wêne ji Birêveberîya Rahînankirin û Karkirinê hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî vê dawîyê gavek bo piştevanîya projene piçûk û navîn avêt, projên bi pêşengtîya ciwanan, nemaze yên li wan deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin.

"Pêşengên Îraqê", ku di 13ê Îlonê de dest pê kiriye, nîyet dikin ku çareyekê ji bêkarîyê re bibînin, rêxistinkeran got.

Ev gav bi piştevanîya Banka Navendî, Banka Navdewletî, Sendîka Banka Îraqî ya Taybet û Tora Medyaya Îraqî ye, û hwd.

Peyvdarê Banka Navendî Eyser Cebar Pêşengên Îraqê bi "projeyke jîyandar" wesf kir, herwiha ji Diyaruna re got ew hêvî dike ku encamine baş bi dest bixin û geşedana aborî û civakî ya welat pêş bixin.

Hinek Îraqî li ser komputerê rahînan dibin daku derfetên wan ên kar bêhtir bibin. [Wêne ji Birêveberîya Rahînankirin û Karkirinê hatiye wergirtin]

Hinek Îraqî li ser komputerê rahînan dibin daku derfetên wan ên kar bêhtir bibin. [Wêne ji Birêveberîya Rahînankirin û Karkirinê hatiye wergirtin]

"Gava me balê dikşîne ser dîtina cihekî bo ciwanan ku mîna hembêzkerekê bo hizir û nêrênên wan be û herwiha awayekî bo peydakirina piştevanîya darayî daku karibin projene piçûk û navîn saz bikin û zora astengîyan bibin," Cebar got.

Cebar ragihand ku "plana piştevanîyê tenê yek deverê nagire dest," da zanîn jî ku kesên beşdar "bo bijartina projeya ku dixwazin ew tam serbest in, li gorî jêhatîyên wan û herwekî ku ev yek dê berhemdar be an na."

Cebar anî ziman ku taybetbûn bazirganî, karên destî, perwerdekirin û geştyarîyê dihundirîne.

Wî got demeke destnîşankirî bo vê gavê tune ye herwiha tu hejmareke destnîşankirî bo kesên sûdgir: "Herkes dikare beşdar bibe, lê pêşektî bo van ciwanên ku bajarên wan ji terorê rizgarbûne re ye."

Pêşkêşkirina piştevanîyeke din

Cebar got ku ciwanên ku ji deverên li jêr destên DAIŞê bûn "pir êş di encama koçberî, kirarên tetrorîst û şer de kişandine."

Wî anî ziman jî ku ew gerekdarî piştevanîyeke din in daku karibin beşdarî geşedana aborî ya bajarên xwe bibin.

Ev gav "piştevanîya projeyên ku dikarin li ser erdê pêk bîn dike, di rêya lêkolînine kêrhatî û planine bidiqet," wî got.

Cebar ragihand ku "hêvî ew e ku ev proje ne tenê dê derfetên kar bo xwedîyên kar peyda bikin, lê belê bo ciwanên din jî di demên bên de."

Rêjeya ciwanan dora sê ribê niştecihên Îraqê ye, Wezareta Plankirinê di Tebaxê de ragihand, ku %27.4 ji niştecihan ciwan in.

Hejmara ciwanên bêkar dora %22.6 e, li gorî raportê.

Çêkirina çîrokên serkeftî

"Ramna gava ku Pêşengên Îraqê kirine xwe dispêre peydakirina derfeteke guncaw bo ciwanan daku armanc û xewnên xwe pêk bînin," serokê Sendîka Banka Taybet a Îraqî, Wedî Nûrî Henzal anî ziman.

"Em dixwazin çîrokine serkeftinê bo ciwanan, û herwiha malbatên wan biafirînin û em dê bi wan serbilind bin," wî ji Diyaruna re got.

Henzal ragihand ku şîyanine ecêb di hundirê van ciwanan de hene, lê belê ew gerekdarî piştevanî û pisporîyê ne.

"Em li ser pêkanîna rahênanan teqez dikin, ku beşdarbûna me bo avakirina şîyanên ciwanan ku karibin karên xwe yên taybet baş plan û bi rê ve bibin," Henzal got.

Henzal anî ziman ku sendîkê "hejmareke mezin a ciwanan rahênan kirin di rêya komeke pergalên pîşesazî û perwerdekirinê, di nav de 50 jin û mêrên derçûyî vê salê weke beşeke projeya nûavakirinê ya bi navê Duristkirina Ciwanan."

Wî got ku piranîya derçûyên vê bernameyê kar bi dest wan ket.

"Ev e tiştê em dixwazin bi vê gavê re bikin," Henzal got. "Bo handana ciwanan, bi taybetî ew kesên xwedî bawernameyên zanîngehan, ku li bende peydakirina karekî di sektorên giştî de nemînin lê bo jêhatîyên xwe ava bikin û dest bi karên xwe yên taybet bikin."

"Em dê komeke rahênanên cihêreng bidin û xebatên xwe bo ciwanên ji bajarên rizgarkirî re bikin, daku em derîyan li hemberî terorîstan vekirî nehêlin û herwiha bo em ji wan sûd webigirin û bêkar nemînin," wî ragihand.

Parastina aramîyê

Gava piştevanîya ciwanan ew "gaveke hêja ye", berpirsê medyayê yê Tora Sazûmenên Civaka Sivîl li Nînewayê Muhened Omerî got.

Wî ji Diyaruna re got ku "bêkarî yek ji mezintirîn berhengarîyên ku rastî ciwanan tê îroroj, û ev yek bi taybetî rewşa kesên di zanîngehan de xwendine ye."

Omêrî anî ziman ku peydakirina rahênan û piştevanîyê bo karên ciwanan ew "gaveke pêwîst e" bo li hember bêkarîyê raweste û gepa nanê wan peyda bike.

"Li parêzgehên rizgarkirî, em pir gerekdarî weke van projeyan in, ji ber rola wê ya di parastina aramîya bajaran de û herwiha başbûna rewşan," Omêrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

24 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez li karekî digerim. Ez Hesen Husên Yûnis Husên im. Ez ji rojhilatê Mûsilê, Îraqê me. Ez 35 salî me. Ez dixwazim weke pasîvanekî ewlehî bixebitim.

BERSIV BIDE

Ew bi tenê derwçînin. Eger insyatîvek hebe, li dor endamên parêzgehê û berpirsan, bi taybetî li Mûsilê, ji ber ku necadperestî ji hêla navendê ve li dijî bajarên din heye. Xelkê Mûsilê bawer dike ew gelê bijartî yê Xweda ye!

BERSIV BIDE

Ev destpêşxerîyeke pir bedew e. Divê li hemû parêzgehên Îraqî bê pêkanîn. Divê em rola parêzgehên navendî û başûrî di rizgarkirin û berevanîkirin li Îraqê û deverên ketin destê DAIŞê de ji bîr nekin. Xweda ji wan re nehêle! Silav bo hemû alîyan! Birayê we Ebû Îraq ji Necefê.

BERSIV BIDE

1. Ez bi were re hevkok im û ez pêşketinê ji hemû parêzgehan re hêvî dikim;
2. Divê em her timî comerdîya xwe ya rizgarkirinê neyînin bîra xelkê ji ber ku ew hemû Îraqî ne; Ez kurekî bakur im û min berevanî ji Besrayê û başûr jî kir.
3. Hûn dizanin ku ev karê pak ji alîyê kesine bêwijdan hat bikaranîn bo wergirtina bacên parastinê ji me û ji min bi xwe?
Ez hêvî dikim ku xoşewîstîyên me ên Îraqî, ji Zaxo, ne ji Mûsilê weke ku aniha tê gotin, heta bi Zubêr û Fao, bi pêşketina gengaz û hukimranîya baş şa bibin.

BERSIV BIDE

Em xelkê Nasriya bi hewcedarê van projeyan in, ji ber ku gelek kesên bêkar hene û gelek malbatên şehîdan in, şehîdên ku di ber berevanîkirina ji xaka me de hatine kuştin.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim tevlî bibim. Ez derçûyê kolêja Endezyarîya Teknîkî me, Beşê Elektrîkê. Ev pênc sal in ku min xwendin qedandiye.

BERSIV BIDE

Projeyeke bedew e. Xweda xebatên we pîroz bike!

BERSIV BIDE

Gelo dê ev kors di pêşerojê de berdest bin?

BERSIV BIDE

Çawatîya pêşkêşkirinê.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim bi awayekî xwebexş kar bikim.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim bi awayekî xwebexş kar bikim.

BERSIV BIDE

Projeyeke baş û berdew e.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim tevlî bibim.

BERSIV BIDE

Ez darçûyê gerînenderîya aborî me û bêkar im. Divê derfetên kar li Deşta Nînewayê bo kesên bêkar werin peydakirin.

BERSIV BIDE

Xelîl Sulêman Hacî. Hilgirê bakaloryosa Dîrokê. Min sê salan bê hember ders li zanîngehê gotine.

BERSIV BIDE

Tariq Mihemed Elî Cabir. Bekeloryosa Perwerdeya Fîzîkî û Werzîşî bi min re ye. Ez sala 1986an ji dayîk bûme. Min sê salan li dibistanên taybet kar kiriye. Ez dikarim komputerê bi kar bînim. Ez xêzandar û bêkar im.

BERSIV BIDE

Çawa ez dikarim kar bikim?

BERSIV BIDE

Silav û rêz. Navê min Muhened Heysem e. Diploma jimaryarîyê li Nînewayê bi min re ye. Ez bêkar im. Ez li karekî digerim.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim tevlî bibim.

BERSIV BIDE

Ez dixwazim xwebexş bibim.

BERSIV BIDE

Çawa ez karim tevlî vê rêxistinê bibim?

BERSIV BIDE

Birano, ez karekî li Hewlêrê dixwazim. Ez li Hewlêrê xerîb im.

BERSIV BIDE

Em li parêzgeha Selahedînê korsên rahînanê dixwazin, ên ku dê bihlin ku jin û mêrên ciwan karibin piştgirîya zarokên xwe bikin piştî ku hevjînên wan ne hazir in da ku bi şert û mercên xwe yên zehmet re bidin û bistînin û projeyan çêkin ên ku di rêya wan re dikarin karan ji xwe û xelkên din re çêkin û rêjeya pêşketina aborî bilind bikin. 53998.

BERSIV BIDE

Ez yek ji derçûyên Zanîngeha Selahedînê me û ez bêkar im. Hêvîdar im ku rêxistina we me di payeyekê de tayîn bike yan jî peymanekê bi me re imze bike.

BERSIV BIDE