Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hêzên Îraqî parzûngeh û bîrên neftê yên DAIŞê têk dabûn dixin warê çalakîyê de

Xalid Taî

Ev zevîyên neftê yên Ecîl in li parêzgeha Selahedînê, vegerîyane rewşa berhemdayînê paş hatin çaksazkirin, wêne roja 12ê Cotmehê hatiye girtin. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Ev zevîyên neftê yên Ecîl in li parêzgeha Selahedînê, vegerîyane rewşa berhemdayînê paş hatin çaksazkirin, wêne roja 12ê Cotmehê hatiye girtin. [Wêne ji Kompanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Wezareta Neftê ya Îraqî Sêşemê (16ê Cotmehê) ragihand ku wê bi serkeftîyane hejmarek ji bîrên neftê û parzûngehên ziyanbûyî vegerandin kar,yên ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn wêrankirin.

Kompanîyên wezaretê karên xwe didomînin bo çaksazkirina binesazîya nefê li bajarên ku ziyan ji dagirkarîya DAIŞê dîtine, bi taybetî li bakurê welat, peyvdarê wezaretê Asim Cîhad ji Diyaruna re got.

"Me planên omîdbar dariştine bo çalakkirina bîrên neftê yên bêçalakîbûn ji encama erîşên terorî û vegerandina wan bo karîna berê û bo pêşxistina wan," wî got.

"Em giranîya karê xwe didin nûavakirina bîrên neftê û parzûngehan," wî eşkere kir, û da zanîn ku wezaret bi ser ket di dubare çalakirina gelek sazîyan de, bi taybetî yên Geyara, Kisk, Hedîsa û parzûngehên Bêcîyê.

Teknîkkarên Îraqî beşên zîyanbar nû dikin li parzûngeha neftê ya Siniyayê, ya ku rastî ziyaneke mezin hat li ser destê DAIŞê, wêne roja 17ê Tîrmehê li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Teknîkkarên Îraqî beşên zîyanbar nû dikin li parzûngeha neftê ya Siniyayê, ya ku rastî ziyaneke mezin hat li ser destê DAIŞê, wêne roja 17ê Tîrmehê li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Kompanîya Parzûngehên Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Cîhad got ku kar berdewam e bo zêdekirina karîna berhemkirina van parzûngehan a madeyên neftê, û daxuyand ku destpêka vê mehê, zevîyên nefê yên Ecîlê li parêzgeha Selahedînê ketin rewşa çalakîyê de.

Wî got ku karîna berhemkirinê ya parzûngehê ya rojane 6,800 bermîl ji nefta xav e.

Berhemdayîna zevîyên neftê yên Ecîlê bi temamî hatibûn rawestandin -- piştî ku berhemên wê bo çendîn parêzgehên Îraqî dihatin terxankirin -- dema ku DAIŞê di nîvê sala 2014an de dest danî ser, û endamên DAIŞê sê bîrên wê yên mezin talan kirin.

Zevîyên neftê yên Ecîlê di rewşa çalakîyê de ne

"Stafê Teknîkar ê Kompanîya Nefta Bakur, ligel kompanîyên piştgirîdar, du bîrên neftê (li Ecîlê) kolan ku dest bi berhemkirina nefta xav kiriye di rêya borîyên diçin Parzûngeha Bêcî" li bakurê Selahedînê, Cîhad eşkere kir.

Wî got ku bîreke sêyem, aniha di qonaxa nûkirinê de ye, û hêvî hene ku dawîya vê salê biqede, û kar bi temamî bê destpêkirin û pêşxistina zevîyan neftê bê temamkirin.

Wî got ku ev yek dê karîna berhemdayînê ya Ecîlê ya rojane bo dora 17,000 bermîlan zêde bike.

Sîstema gazê ya hevdem e ligel prosesa berhemkirinê li zevîyê neftê dubare hatiye çalakirin.

"Yekîne hatiye çaksazkirin, û ew bi ser ketine di berhemkirina 100 milyon pêyên ducar yên gazê yên standar rojane û belavkirina wan li ser Kompanîya Niştîmanî ya Gaza Bakur û projeyên kehrebeyê," Cîhad got.

Vegera zevîyên neftê bo kar "destketiyeke mezin e", Cîhad anî ser ziman.

Cîhad daxuyand ku ew hat bidestxistin piştî "xebateke dijwar û xeternak", ji ber ku nûavakirin bi hewcedarî paqijkirina zevîyên neftê ji bermahîyên şer û mînên ku DAIŞê çandibûn.

"Karê me didome bo nûkirina beşê mayî ji zevîyên neftê yên wêranbûyî de," wî got, û da zanîn ku "planên me bi pêş dikevin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500