Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rahênerên Fransî karînên şerkirinê yên hêzên Îraqî bi pêş dixin

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî rahênanê li ser destê şêwirmendên Fransî dibînin li ser çawatîya xweparastinê ji êrîşên kîmawî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî rahênanê li ser destê şêwirmendên Fransî dibînin li ser çawatîya xweparastinê ji êrîşên kîmawî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şêwirmendên serbazî yên Fransî rahênana tektîkî û piştgirîyên dabîn dikin bo bihêzkirina karînên şerkirinê yên hêzên Îraqî, bo ew karibin bajaran ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ewle bikin û sînor biparêzin

Firqeya 6ê ya Piyade ya Artêşa Îraqî îsal sûd ji rahênaneke astbilind li ser destê endama hevpeymanîya navdewletî wergirt, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî, lîwaTehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

"Rahênan li ser alîyê teknîkî bû û giranî dida karîndarkirina hêzên me di warê şerkirina di rewşên herî dijwar de bi moral û zîrekîyeke bilind," wî got.

Xefacî got ku hêzên Îraqî yên beşdar gelek pisporîtî qezenc kirin ku bersivdayîna êrîşên kîmawî, bombeyên bidestçêkirî û pêşkêşkirina alîkarîyên seretayî dihundirînin.

Xebîrekî serbazî yê Fransî rahênana li ser topxaneyê ji hêzên Îraqî re pêşkêş dike li serbazgeha Besmayayê li derveyî Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebîrekî serbazî yê Fransî rahênana li ser topxaneyê ji hêzên Îraqî re pêşkêş dike li serbazgeha Besmayayê li derveyî Bexdayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xefacî got jî ku artêşa Fransî xwedî pisporîyeke mezin e di bikaranîna çekên topxaneyî de, ji lew re ew beşeke sereke ya rahînankirinê bû, ku “rahênana bikaranîna cebirxaneya jîyandar bo karîna leşkerên me ava bikin daku bi tund bi armancên dijmin re têkildar bin."

Ev rahênanên serbazî li ser bingeha rahênanên ku di qdên şer ên rastîn de çêdibin, tên pêkanîn, ku leşker ferî bikaranîna topavêja nû ya ji celebê M198 Howitzer dibin, ya ku dikare bigihê bêhtirî 20 kîlomtreyî, wî got.

Xefacî ragihand ku hêzên Îraqî rahênanin astbilind wergirtine yên derbarê destnîşankirina armancên pêşinyarkirî û herwiha çawa dikarin bi diqeteke bilind û bilez bigihêjin wan di dema şerkirinê de.

Xefacî anî ziman ku di demekê borî de ya vê mehê, hêzên Îraqî li ser cebirxaneya jîyandar perwerde dibin.

Hevparekî serbazî yê sereke

Fransa “hevparekî giring û sereke ye di şerê me de li dijî terorê,” Xefacî anî ziman. “Ew alîkarîya me dikin ûgelekî bi me re sekinîne."

"Li cem wan heye û hîn ji me re baştirîn teknîk û pisporîyên şer pêşkêş dikin," wî got. "Bi saya vê rahênanê, hêzên me bi awayekî baştir dikarin şerê endamên terorîst bikin, bjaran biparêzin û herweiha sînoran."

"Fransa heval e û her piştevanîya serbazî û hewalgirî ji Îraqê re pêşkêş dikir li dirêjahîya şer bi terorê re," Xefacî da zanîn. "Hevpêwendîya me berdewam û geş dibe."

Wî got ku "pir ji me re girin e ku hevkarîya me bihêz û demdirêj be," da zanîn jî ku fermandarên serbazî yên Îraqî "li ser ser giringîya xurtkirina vê pêwendîya stratîjîk teqez dikin."

"Em dixwazin van xebatan berdewam bikin ne tenê derbarê rahênanê de, lê belê di veguhastina agahî, şopandin û armanckirina terorîstan de bi awayekî parêzî," wî got.

Fransîyan roleke tewerî di şerê Îraqê de ê li dijî DAIŞê gerandine, Şêx Qeterî Semiradan Obêdî, fermandarekî hêzên êlan li Enbarê got.

"Em serkeftî bûn di rizgarkirina bajarokê Qayîmê de ji endamên DAIŞê yên terorîst ku bajarokê ku li ser sînorê Sûrîyayê ye bi saya agahîyên hewalgirî ku şandeyên çavdêrîya asmanî yên Fransî pêşkêşkirî bûn," wî ji wisa ji Diyaruna re got.

Obêdî da zanîn ku rahênankirina Fransî û piştevanîya lojistîk "hêmaneke sereke di rêzeserkeftinan de bûn ên ku hêzên Îraqî di peyketina terorîstan de bi dest xistibûn li biyabana Enbarê û parastina sînor."

Wî got ku tevlî wilo, Fransa Lîwaya 54an a Firqeya 6an a Piyade bi otombêlên çar-palder ên serbazî amade kirin herwiha çekên sivik, navîn û teknolojîya çavdêrîyê.

Fransa piştevanîya QSD dike

Fransa herwiha piştevanîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk dikir (QSD) gava ew ber bi DAIŞê ve diçûn li Baxozê li nêzî bajarokê Ebû Kemalê li ser sînorê Sûrîyayê.

"Piştevanîya Fransî bo QSD di hindirê Sûrîyayê de bi van hêzan re alîkar bû ku baş bi pêş kevin û piranîya deverên ku DAIŞê dagirkirbûn vegerînin," şaredarê Qayîmê Ehmed Dulêmî got.

Wî got ku piştevanîya Fransî bo QSD û hêzên Îraqî "hişte bajarên me ewle bin", da zanîn jî ku gefa DAIŞê kêmbûye û herêma sînorî ya bi Sûrîyayê re "bêhtir aram bûye."

Dulêmî an ziman ku Îraq hîna singa xwe ji alîkarîya Fransî re vedike, herwiha li ser "giringîya vê rolê teqez dike û çawa wê karîbû karîna leşkerên me ava bike û yekîneya topavêjî pêş bixe."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Û di vê demê de, Balyozxaneya Îraqî red dike ku vîzayên nû bide leşkerên Ferensî.

BERSIV BIDE