Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên alîgirê rejîmê li rojhilatê bajarê Helebê şer dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Êla Berî, ya komeke çekdar e ya ku beşin mezin ji rojhilatê Helebê kontrol dike, şer bi milîsên hevrik re dike li bajar. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Êla Berî, ya komeke çekdar e ya ku beşin mezin ji rojhilatê Helebê kontrol dike, şer bi milîsên hevrik re dike li bajar. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Milîsên alîgirê rejîmê ji bo berferehkirina kontrola xwe li taxên rojhilatê bajarê Helebê yê Sûrî ketine şerên dijwar, çalakvanê xwecihî got.

Şerên ku heta aniha bêtirî 30 çekdaran tê de hatine kuştin qewimîn bo kontrolkirina taxên rojhilatî yên bajar û bo destdanîn li ser malên vala ên niştecîyên bêwar, mîdyavanekî bi navê Fêsel Ehmed got.

Ehmed ji Diyaruna re ragihand ku milîsên alîgirê rejîmê bi hev re şer dikin li taxên rojhilatê Helebê, êla Berî ya li Helebê ji alîyekî ve û milîsên ji bajarokên Fûaa û Kefrîyayê ji alîyekî din ve.

Ehmed da zanîn ku alozî di navbera her du alîyan de di Îlonê de derketin hole, dora du mehan piştî ku milîsên Fuaa û Kefrîyayê gihane deverê, li gor rêkeftina ku daxwaza derkirina wan ber bi Helebê ve kir.

Endamên milîsên Kefrîya û Fûaayê, li vir tên dîtin, ketine şerên dijwar daku hebûna xwe li rojhilatê bajarê Helebê berferen bikin, çalakvanekî got. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Endamên milîsên Kefrîya û Fûaayê, li vir tên dîtin, ketine şerên dijwar daku hebûna xwe li rojhilatê bajarê Helebê berferen bikin, çalakvanekî got. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wî got ku milîsên ku malbatên xwe bi xwe re anîne li taxên rojhilatê bajar belav bûn, tiştê ku êla Berî ya xwecihî aciz kir.

Ehmed dîyar kir ku Êla Berî taxên rojhilatê Helebê kontol dike, li ser bingeha rêkeftineke ku bi rejêma Sûrî re hat îmzekirin di destpêka şer de di sala 2011an de.

Endamên êlê bi piştgirîya xwe ji rejîmê re tên naskirin û herwiha bi rola xwe ya di Şerê Helebê de ku şênî neçarkirin ku bi kom bêwar bibin.

Şerê kontrolkirinê

Ehmed got ku rewş nema tê kontrolkirin, ji ber ku milîsên Fûaa û Kefrîyayê piştgirî ji derveyî deverê û ji milîsên alîgirê Feyleqa Pasdarên Soreşa Îslamî ya Îranê anîn.

Ehmed dîyar kir ku di nav wan milîsan de, Lîwayê Baqir û milîsên bajarokên Nubil û Zehrayê.

Bêtirî 30 kesan di şerên vê dawîyê de hatin kuştin û gelek kesên din di şerên yekser û bombebarankirina di nav alîyên şer de birîndar bûn, alîyên ku çekên giran bi kar anîn daku hevûdu armanc bikin di hundirê taxên ku ew li ser şer dikin, Ehmed got.

Şerê herî dijwar di kompleksa Henano ya niştecihûnê li bajar, û taxên Merjê, Selahedîn, Bab el-Nêreb û Saxûrê bûn.

Ehmed got ku sedema şer a sereke, ligel ku ew dixwazin erdan bixin jêr kontrola xwe, ew e ku malên niştecîyên Helebê yên bêwar kontrol bikin.

Diyar bûye ku xwedî û niştecîyên berê yên bi sedên malan ji ber parçebûnên mezhebî dê careke din venegerin bajar.

Vê yekê takekesên her du alîyên şer han dan ku belgeyên malî yên sexte durist bikin û emirê dadgehê û fermanên ku milkîyeta wan malan dide wan li ser bingeha agahîyên sexte wergirin.

Di pişt re ev mal bi fêde tên firoştin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500