Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tîmeke navdewletî dê dest bi peygerînên derbarê tawanên DAIŞê bike di sala 2019an de

Xalid Taî

Pisporên Îraqî goreke komî li Tekrîtê dixepêrin, gora ku bermayîyên rahênerên serbazî yên ku di sala 2014an de ji alîyê DAIŞê ve li Kampa Spaykirê hatin kuştin dihewîne. [Wêne ji Sazîya Şehîdan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporên Îraqî goreke komî li Tekrîtê dixepêrin, gora ku bermayîyên rahênerên serbazî yên ku di sala 2014an de ji alîyê DAIŞê ve li Kampa Spaykirê hatin kuştin dihewîne. [Wêne ji Sazîya Şehîdan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Komîsyona Bilind ya Îarqî ya Serbixwe bo Mafên Mirov îro Înê (12ê Cotmehê) got ew pêşbîn dike ku tîmê navdewletî yê erkê peygerînê derbarê tawanên "Dewleta Îslamî" spartiye wan dê karê xwe di destpêka sala bê de dest pê bike.

Tîmeke peygerînê yê navdewletî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya NY ya 2379 sala 2017an hat çêkirin daku piştgirîya xebatên Îraqî bike bo muhasebekirina DAIŞê derbarê tawanên wê.

Tîm, bi serkêşîya parêzerê mafên miravan ê Britanî Kerîm Esed Ehmed Xan, hatiye erkdarkirin bo berhevkirin, parastin û depokirina kirarên ku dibe bigihin asta tawanên cengê, tawanên dijî mirovahî û komkujîyê.

Xan serdaneke destpêkî ji 6ê heta 14ê Tebaxê kir, serdana ku wê hejmareke berpirsên Îraqî tê de dîtin.

Endamek ji tîmê Îraqî nimûneyeke xwînê ji jineke Êzîdî dibe weke beşekî ji mîsyonekê daku databêsekê çêkin bo alîkarîyê bikin ku jinên Êzîdî yên ji alîyê DAIŞê ve di sala 2014an de hatine kuştin û di gorên komî de li Şingalê hatin veşartin nas bikin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

Endamek ji tîmê Îraqî nimûneyeke xwînê ji jineke Êzîdî dibe weke beşekî ji mîsyonekê daku databêsekê çêkin bo alîkarîyê bikin ku jinên Êzîdî yên ji alîyê DAIŞê ve di sala 2014an de hatine kuştin û di gorên komî de li Şingalê hatin veşartin nas bikin. [Wêne ji Sazîya Şehîdan a Îraqî hatiye wergirtin]

"Wî serdana baregeha Komîsyona Mafên Mirov li Bexdayê kir û hin endamên komîsyonê derbirîn kir ew amade ne ku alîkarîyê bi Xan û tîmê wî re bikin," peyvdarê komîsyonê Elî Beyatî ji Diyaruna re got.

"Komîsyondê çi ji dest wê derkeve texsîr neke daku bihêle misyona şandeyê NY bi ser bikeve," el-Beyatê got, wî anî ziman ku ew dê tîm bi belge û delîlên dîyar dikin ku DAIŞ sûcdar dabîn bike.

Misyon herî kêm dê du salan dirêj bide

Dê ji tîm were xwestin ku hin meseleyên tiknîkî yên têkildarî danên malî ji alîyê Encumena Ewlekarî ya NY bi dawî bike berî dest bi kar bike, Beyatî got.

Dayîn dê derfetê bidin tîma peygerînê ku baregeheke xwe ava bike û endamin din tevlî wan bibin, wî got, wî anî ziman ku pêşbînî heye "pisporên Îraqî di warê qanûn, peygerînên tawanî û bijîşkîya dadwerî" tevlî tîm bibin.

Biryara NY du sal terxan kirin daku mîsyonê bi dawî bike, û dibe ku were nûkirin, Beyatî got.

"Em pêşbîn dikin ku kar dirêj bide bêtir ji dema ku hatiye terxankirin," wî got, ji ber dozên ku dê werin şareserkirin gelek in û alozdar in.

"Tîmê peygerînê dê hemû belgeyên girêdayî tawanên mezin û binpêkirinên li gor qanûna navdewletî ber hev bike û binpêkirinên weke tawanên cengê tên dabeşkirin, tawanên li dijî mirovahî û komkujî," wî got.

Tîm dê lêkolînê bike di van deleîlan de bi alîkarîya nûnerên desthilatdarîya Îraqî ya têkildar, Beyatî anî ziman.

Beyatî got ku di mîsyonê de were xwestin ku delîlên hatine belgekirin derbarê tawanên DAIŞê sek bikin û li şehadatên şahidên çavdît guhdarî bikin, vemayî û malbatên qurbanîyan daku edaleta demî pêk bînin, wî got.

"Cîbicîkirina vê armancê û ku xelk bigihin mafên xwe gaveke sereke ye bo avakirina bingehên aştî, lihevhatin û aramîyê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500