Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Paşmahîyên DAIŞê zehmetîyê di xweveşartinê de dibînin li Diyalayê

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarî yên Îraqî pageran li derdora bajarê Celewlayê li parêzgeha Diyalayê di Îlonê pêk tînin û li paşmahîyên ''Dewleta Îslamî" digerin. [Wêne ji Fermandarîya Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî pageran li derdora bajarê Celewlayê li parêzgeha Diyalayê di Îlonê pêk tînin û li paşmahîyên ''Dewleta Îslamî" digerin. [Wêne ji Fermandarîya Diyalayê hatiye wergirtin]

Bi salan e ku parêzgeha Diyalayê asêgeheke stratejî ye û dest jê nayê berdan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ji ber ew dikeve di navbera çar mehan de û xaknîgarîya wê kompleks e û mişt dehil û dar e, lewra bo veşartinê pir baş e.

Berpirsyaran got ku êdî parêzgeh ji milîtanan re ne penageheke ewle ye, û ev yek jî encama operasyonên ewlekarî yên himbiz e, nemaze li çiyayên Hemrînê û gundên dikevin ser sînorê birêveberî yê di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de.

Wan got ku paşmahîyên DAIŞê rastî zehmetîyên zêdebûyî dibin di dîtina veşartgehan de li Diyalayê.

Operasyonên maliştinê û lêgerînê li Ezîm û gir û bexçeyên Hemrînê di Îlonê de bûn encama wêrankirina stargehên DAIŞê û imbarên çek û cebilxaneyê,parlemantarê ji Diyalayê, Ebdul Xaliq Ezawî ragihand.

Du endamên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Giştî alavên serbazî yên DAIŞê kom dikin, yên li çiyayê Qizlaqiz di Kanûna Duyem de li parêzgeha Diyalayê hatine dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Diyalayê hatiye wergirtin]

Du endamên Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Giştî alavên serbazî yên DAIŞê kom dikin, yên li çiyayê Qizlaqiz di Kanûna Duyem de li parêzgeha Diyalayê hatine dîtin. [Wêne ji Fermandarîya Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî got ku di nîvê Îlonê de, balefirên şer ên Îraqî sê tundrew li devera Buhêra li Hemrînê kuştin û 25 qeyikên ku DAIŞê ew ji bo revê bi kar tanîn şewitandin.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê roja 17ê Îlonê wesayitekê re ku tundrew hildigirtin xist kemînê de li nêzî rêbendekê li deverê û ev kemîn bû encama kuştina heft endamên DAIŞê.

Wî got ku ev operasyon tên encamdayîn li ser bingeha xeberlêdanên şênîyan, yên ku keda wan bingehîn e di her xebateke ewlekarî de ku hêzên Îraqî pêk tînin, û da zanîn ku agahîyên hewalgirî hiştin ku hêzên me karîbin paşmahîyên DAIŞê qels bikin û karîn û tevgera wan felc bikin.

"Yek tîm"

Veguhertina piranîya hêzên ewlekarî li Diyalayê bo "hêzên asmanî" pir girîng bû, û destpêkeke bo hebûna bandoreke erênî li ser rewşa ewlehî.

"Gelek fewcên me yên hewarîyê hene, herwiha tîmên SWAT û hêzên bersivdayîna bilez, û ew operasyonên bi dîqet li dijî dijmin pêk tînin," wî got.

"Hêzên me erdê kontrol dikin û rê nadin terorîstan ku cihê pêyê xwe li parêzgehê çêbiki n," Ezawî got, û da zanîn ku "operasyonên [ewlekarî] deverên çiyayî yên îzolekirîli Diyalayê kirin zemîneke ne ewle û ne mêvandar ji paşmahîyên DAIŞê re".

Peyvdarê polîsê Diyalayê, eqîd Xalib Atiya ragihand ku hêzên wî operasyonên ewlekarî "li ser asteke bilind ji hevahengîyê" bi Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, Firqeya 5ê ya Artêşê û hêzên heşda êlan pêk tînin.

"Em bi gewdê tîmekî dixebitin. Em erk û berpirsyarîyan hildigirin û operasyonekê li paş ya din pêk tînin û hesabê hêza terorîstan nakin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên polîsê Diyalayê vê salê "400 terorîstan girtine", Atiya got.

"Şênî keda herî mezin didin bo alîkarîkirina me di şopandina şanên DAIŞê û pêşinyaran pêşkêş dikin bo baştirkirina xebatên ewlehî" wî got.

Jidestdayîna erdê li deverên nişînbûyî û îzolekirî

Endamên DAIŞê "penageha xwe ya ewle li parêzgehê ji dest dane, û tu hebûna wan li bajaran nemaye, û ew li deverên îzolekirî tên armanckirin", wî got.

"Pêşketina karê hewalgirî û piştgirîya cemawerî ji hêzên ewlekarî re alîkarî kirin di zêdekirina guvaşa li ser paşmahîyên DAIŞê û pûçkirina gelek êrîşên terorî yên li dijî sivîlên bêsûc de," serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Diyalayê, Sadiq Husênî.

"Pir zehmet e ji terorîstan re ku veşargehan peyda bikin û çeperên xwe asê bikin li her çar parêzgehan û ne jî karin bi dizî derbasî bajaran bibin û êrîşan pêk bînin," wî ji Diyaruna re got.

"Gelek hêzên ewlekarî hene û ew ji cihekî bo cihekî din li pey dijmin dikevin û li wan teng dikin," wî got, û teqez kir ku divê xebata ewlekarî berpirsyarîyeke hevbeş be.

"Hêzên li parêzgeha me bi karîneke mezin di operasyonên ewlekarî yên mezin û parastina ewlehîyê de li dever û gundên li ser tixûbên parêzgehên Kerkûkê û Selahedînê de cih digirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500