Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Niştecihên kampa Rukbanê protesteke dest pê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokin beşdarî protesteke berê dibin li kampa Rukbanê, ku doza derbaskirina alîkarîyan dikin bo kampê. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Zarokin beşdarî protesteke berê dibin li kampa Rukbanê, ku doza derbaskirina alîkarîyan dikin bo kampê. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Koçberên Sûrî yên niştecihên kampa Rukbanê, ku ew vehewangeheheke nefermî li ser sînorê Urdinê ye, dest bi protesteke nû kirin îroj Çarşemê (10ê Cotmehê) daku doza derbaskirina xwarin û dermanan bo kampê bikin piştî qutkirineke demdirêj.

Rewş li kampê gihaştine wê asta ku gefan li jîyanê bike, ku piranîya mirina zarokan vê dawîyê belkî li kêmbûna xwarin û dermanan vedigere, Tariq Niêmî, karmendekî dermankirinê got.

Niêmî ji Diyaruna re got ku rewş li kampa Rukbanê ji dest derketiye ji ber qutbûna derman, xwarin û alîkarîyên mirovatî yên din.

Niêmî got ku rewşa bedxwarinê belî ye, û tunebûna xizmeta bijîşkî rewşê kambaxtir dike, da zanîn jî ku gelek zarok di çend rojên borî de mirin.

Dîmeneke kampa Rukbanê, ya ku rastî kêmbûneke dijwar a pêdivîyên xwarin û bijîşkîyê tê. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Dîmeneke kampa Rukbanê, ya ku rastî kêmbûneke dijwar a pêdivîyên xwarin û bijîşkîyê tê. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Di nav wan de kurekî 14 mehî bû, Menaf Hemûd, û Huda Rislan, ew jî keçeke hema çend meh kiribûn.

"Piştî şêwreke hundirî, niştecihên kampê biryar dan ku protesteke mezin li dar xînin bi navê "Kampa Rukbanê henasa xwe ya dawîn distîne" li devê derîyê kampê daku doza çareyekê bo alozîya mirovatî bikin," Niêmî ragihand.

Wî anî ziman ku ev ne protesta yekem e ku dê li kampê li dar bikeve, lê belê ev dê mezintir be, da zanîn ku medyavanine xwecihî û herêmî balê dikşînin ser protestê û kesê beşdar dixwazin ew vekirî bimîne.

Niêmî got ku niştecihên kampê bo alozîya xwe rejîma Sûrî lome dikin, ku hêzên rejîmê û milîtanên alîgirên wan tawanbar dikin "ew nahêlin an armanc dikin ku alîkarî negihên kampa Rukbanê."

"Rêberên kampê hemû hewldanên xwe kirin da vê alozîyê çareser bikin, û têkilî bi piranîya sazûmenên mirovatî re kirin lê bê hûde bû," Niêmî anî ziman, "çimkî rewşa ewlehî nahêle ev sazûmen bigihêjin kampê."

Herwiha ew gihaştin şanderên hikumeta Sûrî jî, ku wan soz dan ku bihêlin pêdivîyên xwarin û bijîşkîyê derbasî kampê bibin, wî got.

Niêmî anî ziman ku heta vê dîrokê jî, ev soz bi cih nehatine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500