Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Sûrî li deverên ku berê li jêr kontrola opozîsyonê bûn li ber xwe didin piştî ku rêxistinên alîkarîyê vekişiyan

AFP

Lawên Sûrî li kolanê rudinin dema ku karwana mirovî ya radihêje xwarinê digihêje devera Domayê li Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola Opozîsyonê di 15ê Adarê de. Piştî bajarok ji jêr destên opozîsyonê dikevin jêr kontrola rejîmê de, zor li gelek rêxistinên alîkarîyê yên navdewletî hat ku xizmetguzarîyên xwe rawestînin. [Hemza el-Ejweh/AFP] 

Lawên Sûrî li kolanê rudinin dema ku karwana mirovî ya radihêje xwarinê digihêje devera Domayê li Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola Opozîsyonê di 15ê Adarê de. Piştî bajarok ji jêr destên opozîsyonê dikevin jêr kontrola rejîmê de, zor li gelek rêxistinên alîkarîyê yên navdewletî hat ku xizmetguzarîyên xwe rawestînin. [Hemza el-Ejweh/AFP] 

Bi deh hezaran Sûrî li deverên ku vê salê ji alîyê hêzên rejîmê ve hatin vegerandin alîkarîyên mirovî ji wan re kêm bûn, ajansên hewarçûnê yên bi salan alkarî bi wan re dikirin aniha nikarin bigihine wan.

Piştî bajarok ji jêr kontrola opozîsyonê ketin jêr kontrola rejîmê, zor li rêxistinên alîkarîyê yên navdewletî hat ku xizmetguzarîyên xwe yên parastin û xwarin û tendirustîyê yên sereke rawestîne herwekî destûr ji alîyê hikûmetê ve nîne ku kar bikin.

Ji Nîsanê ve yekê hişt ku sivîlên lawaz li başûrê Sûrîyayê, li devera Xûtaya Rojhilatî li derveyî Şamê û beşên gundewarî ji parêzgeha Humsê bê piştgirîya jîndar bimînin, piştgirîya ku ku demekê wan xwe disparte wê.

"Bi giştî, bi deh hezaran xelk taede li wan hat ji ber rawestandina alîkarîya mirovî," Joelle Bassoul, peyvdarê GUHDANA navdewletî, ya ku alîkarî dişand deverên li jêr kontrola opozîsyonê, got.

"Bi rastî dema em radiwestin, tê wateya ku hevkarên me nema kar dikin û nema kapasîteya wan a mirovahî li wê deverê heye."

Piştî heft salên şer li Sûrîyayê, 13 mîlyon li seranserê welat hîn hewcedarîya wan bi alîkarîya mirovî heye, li gor NYê.

Alîkarî zû kirasekî siyasî li xwe kir û du operesyonên cuda derketin holê.

Yek ji wan, li Şamê, dît ku NY û ajansên din bi tenê alîkarîyê bi destûra ji alîyê rejêmê ve didin.

Di heman demê de, rêxistinên nehikûmî ên li Tirkîya û Urdinê alîkarî bi sivîlan re kirin li deverên li jêr kontrola opozîsyonê di rêya sîstemeke paralîl.

Vê salê, rejîmê gelek ji wan deveran xistin jêr kontrola xwe di rêya zincîrek serkeftinên serbazî, wê zor li wan ajansên navdewletî kir ku vekişin.

Nexweşxane tên girtin

"Alîkarîyên ku carê ji alîyê ajansên navdewletî ve ji başûr re dihatin bi awayekî tam hatin rawestandin," Mihemed Zubî , yê 29 salî ji Misêfrayî li başûrê Sûrîyayê got..

"Aniha, ard, pêdivîyên bijîşkî, û nexweşxane bi giştî kêm bûne piştî xalên bijîşkî û nexweşxaneyên meydanî hatin girtin, ev yek bi awayekî xirab bandorê li xelkê dike," wî got.

Li gor NY, 66 kemyonên alîkarîyê ji Urdinê derbasî başûr bûn di Hizêranê de, lê yek jî di Tîrmehê de nehat dema ku rejîmê dest danî ser herêmê.

Niştecîyên başûrê Sûîyayê ragihandin ku nexweşxane hatin girtin û derman û ard kêm bûn.

Wan got ku bijîşk û Karkerên alîkarîyê yên Sûrî reviyan, ji alîyê hêzên ewlekarî ve dihatin xwestin ji ber wan li deverên li jêr kontrola opozîsyonê kar dikir yan wan destûra rejîmê xwest ku dest bi karê hewarçûnê bikin.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî (IRC), Mercy Corps û Save the Children piştrast kirin ku wan programeyên alîkarîyê û hewarçûnê hatine rawestandin.

"Di dema şer de, herwekî ku dever ketin jêr kontrola hikûmetê de, IRC nema alîkarî ji wan deveran re dabîn kir," birêveberê IRC li welat Lorraine Bramwell got.

IRC got ku ew par giha bêtir ji 300,000 kesî li başûrê Sûrîyayê û piştgirîya şeş nexweşxaneyan li Xûtaya Rojhilatî kir.

RejîmXûta di Nîsanê de vegerand piştî êrîşekê ku 1,700 sivîl tê de hatin kuştin.

Derbasbûn "sînordar e"

Niştecîyan li Telbîsayê, bajarokeke li Humsê ye ku di Gulanê de kete jêr kontrola rejîmê, got ku derman û xwarin ne berdest in û rewş nema tê tehmûlkirin.

"Nexweşxaneyeke tenê û sê xalên bijîşkî li Telbîsayê çalak bûn berî ku rejîm were, lê hemûyan girt ji ber devê destûrê ji cem wezaretan werînin," Samî yê 20-salî got.

Deverên vegeriyan jêr kontrola rejîmê dikarin bigihin xizmetguzarîyên ji alîyê dewletê ve tên dabînkirin û ew alîkarîyê ji Heyva Sor ya Erebî Sûrî werdigirin, kenala sereke ya ku ji alîyê hikûmetê ve tê rikandin bû bidestxistina alîkarîyê.

Lê niştecîyan got ku gelek caran nexweşxaneyên hikûmetê dûr bûn, dema ku alîkarîya Heyva Sor nedigiha asta alîkarîya ku wan ji alîyê Rêxistinên Navdewletî yên Nehikûmî werdigirt.

Hineke din got ku ew tirsiyan ku alîkarîya ji alîyê rejîmê wergirin ji ber ew ditirsin ku werin cizakirin ji ber wan salên ku ew li jêr kontrola opozîsyonê dijîyan.

"Alîkarîyên mirovî hîn nikarin bigihin wan deverên ku ketin jêr kontrola rejîmê," NY di Tebaxê de eşkere kir.

"Ev yek dê bihêle ku bersivdana hewcedarîya mirovî ya ku li gelek deveran gelekî tê xwestin piştî ew demekê di bin barê dorpêçkirinê de demeke dirêj jîyan."

Rêxistinê Nehikûmî yên Navdewletî hîn li bakur û rojhilatê Sûrîyayê ya ji alîyê Kurdan ve tê kontrolkirin û li Idlibê, asêgiha opozîsyonê ya sereke li bakur û rojava, kar dikin.

Û dibe ku hin ji wan hewl bidin ku destûrê ji rejîmê bixwazin ku li Şamê kar bikin.

Mercy Corps bi rastî ev yek kir, birêveberê wê li welat Arnaud Quemin, û wî teqez kir ku operesyonên berfereh li ser sînor dê ne bi hêsanê werin berdêlkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500