Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Şênîyên Swêdayê doza vegera kesên revandî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Malbatên şênîyên Swêdayê yên ku DAIŞê ew ravandine protstoyekê li pêş baregehên parêzgehê li dar dixin û doza vegera endamên malbata xwe dikin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Malbatên şênîyên Swêdayê yên ku DAIŞê ew ravandine protstoyekê li pêş baregehên parêzgehê li dar dixin û doza vegera endamên malbata xwe dikin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Alozî li bajarê Swêdayê, yê li başûr rojavayê Sûrîyayê, derketin paş qewimîna bûyereke gulebaranê di protestoyeke malbatên her 27 sivîlên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandine de.

Sivîl ji 25ê Tîrmehê ve weke dît hatine girtin, dema ku DAIŞê zincîrek ji teqînên xwekujî, êrîşên bi guleyan û kêran kirin, yên ku canê 250 kesan çinîn, ku piranîya wan sivîl in, li seranserê parêzgeha dikeve başûr-rojavayê welat.

Paşê dîar bû ku rêxistina tundrew komeke dora bi dehên jinên Durzî û zarokên wan revandibû.

Ji dema revandina wan de, ciwanek li ser destê rêxistinê hat sêdarekirin, û jineke bi tementir di mercine ne zelal de hat kuştin, û roja 2yê Cotmehê jineke 25-salî hat gulekirin di serê xwe de, û paş wan protesto hatin holê.

Şênîyên Swêdayê li derveyî barehegên parêzgehê ne, û protesto roja Duşemê (8ê Cotmehê) hatin rawestandin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Şênîyên Swêdayê li derveyî barehegên parêzgehê ne, û protesto roja Duşemê (8ê Cotmehê) hatin rawestandin. [Wêne ji Nîzar Bû Elî hatiye wergirtin]

Malbatan li pêş avahîya baregehên parêzgehê protesto li dar dixistin di hewlekê de bo fişarkirin li ser rejîma Sûrîyayê û civaka navdewletî bo ew rêkarên cidî bo vegera kesên wan ên revandî bigirin ber xwe.

Ev şeş roj bûn ku wan protesto li dar dixist berî ku roja Duşemê (8ê Cotmehê) were rawstandin ji ber alozîyan, çalakvanekî bi navê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyonên serbazî li ser tixûbên parêzgeha Swêdayê ji mêj ve dest pê kirine", wî got, û gelek raport hene ku DAIŞê pakêtek ji mercên nû kirine bo serbestkirina dîlan.

Ev yek milyon dolarî li hember serbestberdana her keçeke revanî û berdana jineke DAIŞê ya di zindanên rejîmê de girtî dihundirîne.

Protesto hat rawestandin

Bû Elî got ku protesto li pêş baregehên parêzgehê hatin lidarxistin, ku ew jî mezintirîn avahîya hikûmetê li Swêdayê ye.

"Ew protestoyeke vekirî bû, lê ew ji ber alozîyan hat rawestandin, piştî ku hinek çekdarên ji deverê avahî gulebaran kirin," wî got.

Bû Elî got ku bûyer qewimî dema ku komeke çekdar li deverê tevlî malbatên ku protestoyê li dar dixin bû.

Piştî ew gihiştin, hinekan ji wan agir vekir, derbasî avahîyê bûn û hinek tişt şikandin weke nerazîbûn ji xemsarîya rayedarên hikûmetê li hember malbatên kesên revandî.

"Wan herwiha xwest ku baldarîyeke mezin bi protestoyê hebe, ji ber ku baldarîya medyayî nebû ji ber fermanên bi nuximand û rûmalnekirinê ji alîyê rejîma Sûrîyayê ve," Bû Elî anî ser ziman, û dîyar kir ku bi tenê bi awayekî sînordar protesto hat rûmalkirin û hinek rûpelên mîdya civakî qala wê kirin.

Li Swêdayê haydarî di asteke bilind de ye

Bû Elî got ku paş bûyera gulebaranê, hêzên rejîma Sûrîyayê û mlîsên bi ser wê ketin amadebaşîyê de bo rewşê bihundirînin, û komên çekdar hejmarek ji rêyan qabat kirin.

"Paş derketina alozîyê, malbatên kesên revandî biryar stendin ku protestoyê rawestînin û di rojên werin de dîsan protestoyên bidomînin, paş wergirtina sozan ji kesayetên olî li herêmê têkildarî peydakirina çareserîyekê ji kêşeyê re," wî got.

Wî got ku wan dîyar kir ku ew amade ne ku ziyanên gihiştine avahîya baregehên parêzgehê çaksaz bikin.

Bû Elî da zanîn ku daxwaza malbatên kesên revandî bo serbestberdana endamên xwe ji ber hatina zistanê aloz dibe, lewra dê lêgrerîn zehmet be ji ber asêgehên DAIŞê li deverên çiyayî yên asê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500