Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Qurbanîyeke Êzîdî ya rastî destdirêjîya seksî hatiye Xelata Nobilê ya Aştîyê werdigire

Ala Husên û AFP

Wêneyeke ku di 31ê Gulana sala 2016an de hatiye kişandin li Hanoverê, Almanya, Nadya dide xuyakirin, a piştgira civaka Êzîdî li Îraqê dike û ya ku ji kolebûna zayendî ya ji alîyê DAIŞê rizgar bû. Murad û bijîşkê Kongolî Denis Mukwege Xelata Nobilê bo Aştîyê ya sala 2018an di 5ê Cotmehê de wergirt bo xebata wan di şerê li dijî tundîya zayendî di şeran de li seranserî cîhanê. [Julian Stratenschulte/dpa/AFP]

Wêneyeke ku di 31ê Gulana sala 2016an de hatiye kişandin li Hanoverê, Almanya, Nadya dide xuyakirin, a piştgira civaka Êzîdî li Îraqê dike û ya ku ji kolebûna zayendî ya ji alîyê DAIŞê rizgar bû. Murad û bijîşkê Kongolî Denis Mukwege Xelata Nobilê bo Aştîyê ya sala 2018an di 5ê Cotmehê de wergirt bo xebata wan di şerê li dijî tundîya zayendî di şeran de li seranserî cîhanê. [Julian Stratenschulte/dpa/AFP]

Çalakvana Êzîdî Nadya Murad û bijîşkê Kongoyî Denis Mukwege Xelata Nobilê ya Aştîyê ya sala 2018an roja Înê (5ê Cotmehê) wergirtin bo xebata wan li dijî tundîya zayendî di şeran de li seranserê cîhanê.

Ew dê xelatê di merasîmekê de roja 10ê Kanîna Duyem li Osloyê werbigirin.

Murad a 25-salî keça Îraqî ya yekem e ku Xelata Nobilê ya Aştîyê werdigire.

Ew jîyaneke aram li gundê Koçoyê li Şingalê li bakurê Îraqê dijîya. Lê dema ku "Dewleta Îslamî" girte ser herêmê di sala 2014an de, ew ji alîyê rêxistinê ve hat revandin û çarenûsa wê yekcar hat guhertin.

Ev kom-wêne ku di 5ê Cotmehê de hat çêkirin bo wêneyên dosyayê bijîşkê jinan ê Kongoyî Denis Mukwege û Nadya Murad diyar dikin, piştgira giştî bo civaka Êzîdî li Îraqê û ya ku ji kolekirina zayendî ya ji alîyê DAIŞê hat rizgarkirin, ên ku Xelata Nobilê bo Aştîyê bo sala 2018an wergirt bo xebata wan di şerê li dijî tundîya zayendî di şeran de li seranserê cîhanê. [Frederick Florin/AFP] 

Ev kom-wêne ku di 5ê Cotmehê de hat çêkirin bo wêneyên dosyayê bijîşkê jinan ê Kongoyî Denis Mukwege û Nadya Murad diyar dikin, piştgira giştî bo civaka Êzîdî li Îraqê û ya ku ji kolekirina zayendî ya ji alîyê DAIŞê hat rizgarkirin, ên ku Xelata Nobilê bo Aştîyê bo sala 2018an wergirt bo xebata wan di şerê li dijî tundîya zayendî di şeran de li seranserê cîhanê. [Frederick Florin/AFP] 

Murad yek ji bi hezarên jin û keçên Êzîdî ye, yên ku hatin revandin, rastî destdirêjîyê û hovîtîyê hatin ji alîyê DAIŞê di dema êrîşa wan de di wê salê de li ser hindikahîya bi Kurdî diaxêve, ya ku NY weke komkujîyê reçav kir.

Piştî reva wê, ew bû seroka xebatên bo parastina Êzîdîyan û paşê ew bû baloza NY bo qurbanîyên bazirganîya mirovan.

Weke bertek bo xelatê, wê got ku ew serkeftineke mezin bû ji hemû jinên ku derdê tundîya zayendî dikşînin.

"Ew xwedî wateyeke mezin e, ne tenê ji min re, lê ji bo van hemû jinên Îraqî û jinên cîhanê," wê ji Sazîya Nobilê re got.

Murad got: "Ji bo wan civakên piçûk ên hatine tepeserkirin, ev xelat ji min re dibêje ku ku dengê wan hat bihîstin."

"Cesareteke kêmpeyda"

Komîteya Nobilê "cesareta kêmpeyda" ya Nadya pîroz kir, û got ku wê red kir ku qanûnên civakî qebûl bike, qanûnên ku li gor wan ji jinê tê xwestin ku bêdeng bimîne û ji bedkarîyên ew rastî hatiye fedî bike".

Serokê Îraqî yê nû Berhem Salih wergirtina Nadya ji xelatê re piroz kir û got ew weke "mikurhatinekê ye derbarê derdê giran" ê ku Êzîdî rastî hatin herwiha ew weke mikurhatinekê bo cesareta wê bo berevanîya mafên mirovan ên qurbanîyên tundîya zayendî û terorê".

Salih got ku wergirtina Murad ji xelatê re "rûmet e ji hemû Îraqîyên ku şerê terorîzm û mestkarîyê" kirin û "ew mikurhatineke bo cesareta wê bo berevanîya mafên mirovan ên qurbanîyên tundîya zayendî û terorê".

"Em gelekî kêfxweş in. Ew sîleyeke din e li ser rûwê terorîzmê," parlementera Îraqî Vîyan Dexîl, ya ku nûnertîya civaka Êzîdî di di parlemanê Îraqî de dike, got.

"Di berevanîya qurbanîyên tundîya zayendî di şeran de, [Murad û Mukwege] berevanîya nirxên me yên hevbeş kirin," Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guteres got.

Herwekî ku balyoza xêrxwazîyê ye ji sala 2016an ve ya Ofîsa NY derbarê Dermanên Hişbir û Tawanê "wê piştgirîya xwe bo qurbanîyên bazirganîya mirovan û tundîya zayendî û dadmendîyê dijî tawanbaran berdewam kir ", Guteres got.

"Bandora piştevanîya wê ya hêzdar li xelkê hebû li seranserî cîhanê û alîkarî kir ku peygerîneke girîng ya jîndar ya NY derbarê tawanên hovaneyên ku gelek kesên din rastî wan hatin," wî anî ziman.

Murad tekoşînê berdewam dike bo 3,000 Êzîdîyên ku hîn windayî ne.

Hişyarîya cihanî zêde dike

Wezareta Îraqê ya Koçberî û Koçberan îlan kir ku wê Murad ya -- ku wî çaxî 23 salî bû -- ji Xelata Nobilê ya bo Aştîyê re destnîşan kir di Sibata sala 2016an de.

Arezû bo destnîşankirinê ew bû ku dixwestin "hişyarîya cîhanî bo hovîtîya ku jinên Îraqî bi giştî û jinên Êzîdî bi taybet rastî hatin ser destên DAIŞê", peyvdarê wezaretê Setar Newroz wî çaxî ji Diyaruna re got.

"Ew bûye sembolek bo berxwedana jinan li dijî hêzên tarî ên dixwazin rûmeta wan bin pê bikin û şermdar bikin," wî anî ziman.

Murad weke eyqoneke qurbanîyên DAIŞê derkete holê di 16ê Kanûna Duwem de sala 2015an de, dema ew bi awayekî azayî û eşkere derbarê kolekirin û destdirêjîya li dijî wê li ser destên DAIŞê axêvî li pêşîya Encumena Ewlekarî ya NY.

Di wê demê de, berpirsên Îraqî ji Diyaruna re got ku nûçeya erkdarkirna wê piştivanîyeke rewiştî ya mezin bû ji hemû qurbanîyên terorê re û gavek bû eşkerekirina bêtir tawanên DAIŞê li dijî mirovahîyê.

Murad ji Diyarunare got ku wê pêşwazîya erkdarkirinê kir weke derfetekê da ku tundîya DAIŞê eşkere bike û bihêle ku ciwan jê vegerin ku tevlî rêxistina tund û çi rêxistinên mîna wê bibin.

Murad eşkere dike

"Destdirêjî hat bikaranîn da ku moralê jin û keçan hilweşîne û misoger bike û misoger bike ku ew nema karibin careke din jîyaneke normal bijîn," Murad di şehadeta xwe di civîna Encumena Ewlekarîyê ya NY ya derbarê bazirganîya mirovan di rewşên şerên çekdar de di meha Kanûna Duwem ya sala 2015an de got .

Wê revandina xwe ligel dora 150 malbatên Êzîdî di Tebaxa sala 2014an şirove kir.

"Bi dirêjahîya rê wan em kirêt kirin. Wan dest avête me û rûmeta me bin pê kir," wê got, wê anî ziman ku li Musilê, çekdarên DAIŞê keçên van malbatan weke"diyarîyan" didane hev.

Wê got ku mêrekî xwest ku wê bibe û lê bixe dema wê ber xwe da û wê xwe avête mêrekî din ku ji mêrê din xilas bike.

Mêrê duyem jê xwest ku ola xwe biguhere lê wê ev yek red kir, wê got. Wî jê xwest ku pê re bizewice û piştî çend rojan wî zor lê kir ku tevlî koma wî ya serbazî bibe, û zor lê kir ku cilinan li xwe bike ên ku laşê wê nedinixuman.

Wê wesif kir çawa wî lê xist, jê xwest ku cilên xwe ji xwe bike û ew xiste odeyekê bi pasvanan re, pasvanên ku tawan li dijî wê kirin heta ew ji hişê xwe çû. "Ez di bextê te de − bi temamî min ji DAIŞê xilas bike," wê got.

Murad sê mehan girtî bû berî ku karibe bireve.

"Ez hatim kolekirin, firoştin û bi dehên caran li Mûsilê, Tel Eferê û Hemdanîyayê hatim kirêkirin di sê mehan de; ez ji dêya xwe û xwişkên xwe hatim qutkirin û ji wî çaxî ve min dêya xwe nedîtiye," wê li NY got.

Kifşkirina tawanên DAIŞê

"Ev dozeke mirovî ye negirêdayî ti nasnameya olî, mezhebî, nijadî yan siyasî ye," Murad ji Diyaruna re got di sala 2016an de.

"Armanca min ew ku ez tawanên DAIŞê li dijî mirovahîyê kifş bikim û ciwanan hişyar bikim ku tevlî refên rêxistina tund mîna DAIŞê nebin," wê got.

"Rastîya ku ez nûnertîya vê doza mirovî dikim, doza ku gele xelkê li seranserî cîhanê pêşwazîya wê kir û piştgirîya wê kir, bi rastî ew serkeftineke li dijî DAIŞê," Murad got.

Lê serkeftina mezin dê bi hilweşandina fikrê tund be, wê anî ziman û bi dîtina çareserîyeke navdewletî bo rêzgirtina mafên jin û zarokan li deverên şer li seranserî cîhanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500