Nûçeyên Iraqê
Civak

Berpirs dibêjin ku piranîya bêwarên Enbarê vagerîyane warên xwe

Xalid Ta'î

Berpirsyar û karbidestên ewlekarîyê serpereştîya vegera bêwaran bo Qaimê li rojavayê Enbarê dikin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya parêzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsyar û karbidestên ewlekarîyê serpereştîya vegera bêwaran bo Qaimê li rojavayê Enbarê dikin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya parêzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Piranîya şênîyên Enbarê, yên bêwar bûn piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) deverin li bakurê Îraqê kontrol kirin di sala 2014an de, vegerîyane malên xwe, rayedarên parêzgehê daxuyandin.

Berpirsyaran got ku di dema ku bêwaran hazirîya vegera bo warên xwe li Enbarê dikin, desthilatdarîyên xwecihî hazirîyan dikin bo kampên bêwaran bigirin ji ber ku hejmareke kêm a malbatan li wan maye.

Sala par, komîteyek ji rêxistinên xwecihî û navdewletî bi hêsankirina vegera bêwarên dixwazin vegerin warên xwe hatin erkdarkirin, Mazin Xalid Dulêmî, şêwirmendê parêzgarê Enbarê bo karûbarên bêwaran dîyar kir.

"Piranîya bêwarên li kampan dimînin ji bajarokên rojavayê Enbarê ne," wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku ev dever dawîn asêgeha DAIŞê bûn berî ku hêzên Îraqî rêxistinê di 2017an têk bibin.

Bêwarine Enbarê hazirîya vegera warên xwe li parêzgehê dikin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqê hatiye wergirtin]

Bêwarine Enbarê hazirîya vegera warên xwe li parêzgehê dikin. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqê hatiye wergirtin]

Girtina kampan

Dulêmî got ku komîteyên alîkarî kiriye di vegera dora 27,000 malbatan bo Qaimê û 6,000 malbatên din bo Anahê.

"Her heftî em du yan sê nofên ji dehên malbatên bêwar pêk tên vedigerînin bo bajarok û gundên rojavayê Enbarê," wî got, û da zanîn ku "piranîya kampan hejmareke piçûk a bêwaran li wan maye".

Dulêmî got ku bo nimûne, carê kampa Xalidîyayê wargeha 7,000 malbatên bêwar bû, lê aniha bi tenê 250 malbatan dihewîne.

Dulêmî dîyar kir ku du kampên mezin ên din hene li Hebanîyayê û Amiriyat li Felûcayê, ligel kampa Kîlo- 18 li rojavayê Remadîyê.

"Em hezirîya girtina kampan û yekxistina wan dikin," wî got, û da zanîn ku karbidestên xwecihî dixwazin ku pirsa arîşeya li pey xwe bihêlin û rewşê asayî bikin, ji ber ku deverên rizgarbûyî êdî şênîdar in.

"Em hertiştî ji destên me derdikeve dikin bo peydakirina mercên seqamgîr û aram bo kesên vegeryayî bi hevkarî ligel alîyên pêwendîdar ên niştîmanî û navdewletî," wî got.

"Li ser asta xizmetguzarîyên giştî, em bi şev û roj kar dikin bo amadekirina bînasazîyên," wî got. "Têkildarî rewşa ewlehî, seqamgîrî û aramî bi giştî li seranserê parêzgehê berdest e, û tirsê hatiye bidûrxistin."

"Em nêzî armancên xwe dibin"

Krîza bêwarîyê li parêzgeha Enbarê "bi awayekî berbiçav" baştir bûye, peyvdarê encumena parêzgeha Enbarê, Elî Emaş ji Diyaruna re ragihand.

Emaş got ku ji hejmara giştî ya bêwaran, bi ten 10% heta bi 15% li kampa mane, û piranîya kesên li kampan nikarin vegerin malên xwe ji ber ew bi giranî ziyan dîtine di dema şer û pevçûnan de.

"Divê em piştgirîya van kesan bikin û dawîyekê ji azarên wan re bibînin," Emaş got, û da zanîn ku vehewandina bêwaran "barekî giran didyen ser milê me, ne em tenê belê hikûmeta federalî jî".

"Em armanc dikin ku vê pirsgirêkê yekalî bikin û derîyên kampan bigirin bo ew bikarbin bi temamî baldarîya xwe bidin nûavakirin û nûkirina bajarên xwe," wî got.

Kampanîyayên nûavakirinê didomin bi şêwazê vekirina nexweşgeh, dibistan û sazîyên xizmetguzarîyan û vegerandina av û kehrebeyê.

"Gelek kar li pêş me maye bo em biqedînin, lê em nêzî pêkanîna armancên xwe dibin," Emaş got.

Malbatên DAIŞê nikarin vegerin

Endamê encumena parêzgeha Enbarê Esal Fehdawî teqezî li ser girîngîya dîtina çareserîyekê bo bêwarên mayî yên nikarin vegerin kir.

"Hinek ji wan malbatên DAIŞê ne û hinek ji wan kesin ji malbata wan gumanbar e ku DAIŞ e, lewra ew nikarin vegerin, ne tenê wiha belê malbatê wan ên mezin û êlên wan qebûl nakin ew vegerin," wî ji Diyaruna re got.

"Divê em çareserîyan ji vê kêşeyê re bibînin, û em hêvî dikin ku herkes di vê xebatê alîkarîyê bike," wî got.

Emaş got ku sazîyên niştîmanî xebatên nûavakirinê bi pereyên sînordar berdewam dikin, û bang bo "terxankirina pereyên pêwîst bo parêzgehê kir bo ew bikaribe gelekdarîyên pêşxistinê û qerebûkirina kesên ziyan ji terorîzmê dîtine pêk bîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500