Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bermayîyên DAIŞê li bexçeyên çemê Dicleyê tên dorpêçkirin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî mîsyoneke lêgerînê li kenarên çemê Dicleyê li Geyarayê, li başûrê Mûsilê cîbicî dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî mîsyoneke lêgerînê li kenarên çemê Dicleyê li Geyarayê, li başûrê Mûsilê cîbicî dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsyarên xwecihî dibêjin ku hêzên Îraqî xebatên xwe xurt dikin daku bermayîyên "Dewleta Îslamî" li bexçeyên li başûrê Mûsilê tine bikin.

Endamên DAIŞê dîtin ku hêsan e ku xwe di nav şînkayîya himbiz li dirêjahîya kenarên çemê Dicleyê veşêrin, lê aniha ew dever hin bi hin ji dest wan derdikeve.

Di nîvê Îlonê de, yekîneya Fermandarîya Artêşê ya 20mîn, ligel gelek tabûrên serbazî û hêzên SWAT ên Nîewayê , dest bi operasyonekê kir wan devera rojavayê kenarê Dicleyê kir armanc, di nav de Geyarîya, Şura û Hemam el-Elîl.

Hêzên ewlekarî 35 gund maliştin, 15 çekdar girtin û 15 malên vehesînê wêran kirin, tunêlek û 12 teqînên bi destçêkirî ruxandin.

Zabitekî hêzên Îraqî yên taybet fermanan dide hêzên xwe berî êrîşa li ser tunelê "Dewleta Îslamî" li Şurayê, li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Zabitekî hêzên Îraqî yên taybet fermanan dide hêzên xwe berî êrîşa li ser tunelê "Dewleta Îslamî" li Şurayê, li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Herwiha wan navenda operasyonên meydanî bo parastina ewlehîyê ava kir.

Hêzên ewlekarîyê çalakîya xwe li bexçeyên Dicleyê di van her çend hefteyên bûrî de zêde kir, birêveberê navçeya Qeyarayê Salih Cibûrî ji Diyaruna re got.

Ev operasyona lêgerînê hatibû şayeskirin ku "ew operasyona herî mezin e ji dema ev dever berî du salan hatine rizgarkirin" wî got, wî not kir ku ew rûbereke berfereh dide ber xwe, bi armanca ku hebûna bermayîyên DAIŞê li deverê tine bike.

"Hêzên ewlekarîyê li wê devera zengîn bi giravên çem, mêrg û veşartgehên xwezayî kirine cihekî kifş ku nema cihekî ewle ji endamên DAIŞê li wir peyda dike," Cibûrî got.

Di nîvê Îlonê ve, 17 endamên DAIŞê li Qeyarayê tenê hatine kuştin, wî got. Malên wan ên vehesînê hatin wêrankirin, çek û cebirxane hatin desteserkirin û navgîn û qeyikên rêxistinê hatin şewitandin.

"Em dikarin bibêjin ku DAIŞê 90% bandorên nepenî di vê dema kurt de li devera bexçe û giravên biyabanê yên nêzîk ji dest dan," wî anî ziman. "Operasyonên lêgerînê bi awayekî nişkî terorîst girtin."

Wî got ku operasyon bi ser dikeve bi saya astên alîkarîyê yên bilind di navbera yekîneyên serbazî yên cihêreng û niştecîyên sivîl yên xwecihî.

"hewalgirîyên me ji me re dibêjin ku hejmareke piçûk ji endamên DAIŞê li deverên armanckirî xwe vidişêrin," wî anî ziman. "Ev xelk nanê wan li dinyayê nemaye."

Gef kêm dibe

Operasyonên ewlekarîyê yên nûjen "endamên DAIŞê ji hev xistin" û gef kêm kir ji çi tiştê ku dibe li deverê mabe, Xalid Carela Cibûrî, birêveberê devera îdarî ya Şurayê li Nînewayê, got.

Bermayîyên rêxistinê "penageha wan a ewle ji dest wan çû", wî ji Diyarunare got, aniha dema ku giravên çemê navîn, ên weke Hewîcayê tên naskirin û gundên li rojavayê çem hatin ewlekirin û ew tên çavdêrkirin.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê, bi rêveberîya Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û artêş û polîs bi awayekî çalak gelek cihên nepenî yên ku bermayîyên DAIŞê difikirin ku ew dê ne bi hêsanî bigihin wan dikin armanc.

Hêzên istixbaratên serbazî di 17ê Îlonê de veşartgeheke çekan a mezin li girava Şurayê ya ku bêtir ji 100 narincokên hawinan ên DAIŞê dîtin.

"Hêzên cewî yên Îraqî bêtir ji pênc tunelên xwezayî yên weke (el-muxûr) tên binavkirin wêran kirin, ên, li gor istixbaratan, ji 10 heta 15 terorîstan di wan de xwe li wan girtibû, hemû hatin kuştin û di bin molozan de hatin veşartin," wî got.

Rola hêzên ewlekarîyê di derkirina DAIŞê ji deverên li başûrê Mûsilê "bi awayekî zêde giring dibe", endamê enncumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şubêb Sebawî ji Diyarunare got.

Herwiha wî pesinê niştecîyên sivîl jî da ji bo piştgirîya wan di alîkarîya bi hêzên ewlekarîyê re bo şopandina bermayîyên DAIŞê.

"Bandora endamên DAIŞê bi awayekî balkêş li wê deverê kêm dibe, bi taybet piştî operasyonên dawî," wî got. "Bexçeyê Dicleyê, yê ku berê erdeke biber bû ji terorîstên ku ji şerên rizgarkirinê direviyan, aniha bûye gora wan."

Wî got ku hemû veşartgehên wan hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê qeheremanîya hêzên me yên ewlekarîyê pîroz bike! Xwedê we biparêze, ey qehremanino!

BERSIV BIDE