Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gemîyên Deryavanîya Fransî Sûrîyayê ji beravê ve çavdêrî dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Gemîya cengî ya Fransî Auvergne (D654), gemîyek ji celebê Fremm e ku di 2017an de ketiye xizmetê û dikare êrîşên yekser ji derya, erd û asman pêk bîne. [Fayil]

Gemîya cengî ya Fransî Auvergne (D654), gemîyek ji celebê Fremm e ku di 2017an de ketiye xizmetê û dikare êrîşên yekser ji derya, erd û asman pêk bîne. [Fayil]

Gemîyên cengî yên girêdayî hejmarek endamên hevpeymanîya navdewletî yên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin -- di nav de Fransa -- li Deryaya Sipî li raberî beravên Sûrîyayê bi cih dibin, şirovekarekî serbazî ji Diyaruna re got.

Ev belavkirina berfireh yên hêzên bejahî, deryayî û asmanî bo Rojhilata Navîn weke beşekî Operasyona Çaksazîya Hevgirtî ye, analîzer û xebatkarê serbazî yê Mesrî lîwa Ebdul Kerîm Ehmed ê ji kar qut bûye got.

Ehmed got ku komgemîyên Fransî rolekê di koleçan û destwerdanê de digerîne bi vê şiyanê, da zanîn jî ku gemîyên Fransî -- di nav de Chevalier Paul û Auvergne -- erkekî din derbasî lîsteya wan kir.

Hilgira balefiran Chevalier Paul (D621) beşek ji koma Charles de Gaulle ya cengî ye. [Fayil]

Hilgira balefiran Chevalier Paul (D621) beşek ji koma Charles de Gaulle ya cengî ye. [Fayil]

Ligel amadebûna wan bo şerê DAIŞê, ew koleçanê dikin bo çi destwerdana serbazî ya ne qanûnî kifş bikin û li ser kar bikin ku belkî li ser erdên Sûrîyayê çêbibe -- nemaze bikaranîna çekên kîmawî ji hêla hêzên Sûrî ve, wî got.

Lêkolînerên navdewletî dîtin ku rejîma Sûrî herî kêm sê êrîş pêk anîne di rêya bikaranîna çekên kîmawî re.

Meha borî, wezîrê derve yê Fransî Can Êf Le Diryan hişyar kir ji çi êrîşa ku çekên kîmawî tê de bi kar were li ser dawîn asêgehên opozîsyonê li Idlibêdê "xwedî encam" bin bo rejîma Sûrî û dê bersivê ji Parîsê bixwaze.

Ehmed anî ziman ku "Fransa bo bikaranîna çekên kîmawî hişyar kir," ku ew "xêza sor e".

Axaftinên Le Diryan piştî daxuyanîyeke hevbeş hat ku di Tebaxê de derket, tê de Amêrîka, Fransa û Berîtanyayê gef bi bersivê dan ku eger rejîmê çekên kîmawî bi kar anîn di çi êrîşê de bo vegerandina parêzgeha Idlibê.

Hersê hêz gotin ku ew "pir nîgeran in" der barê êrîşa serbazî ya li Idlibê û herwiha ji encamên vê yekê, û nîgeranîya xwe di egerîya zêdebûna bikaranîna çekên kîmawî de teqez kirin.

Şiyanên koleçan û êrîşkirinê

"Gemîyên cengî yên Fransî li Deryaya Spî hatin amadekirin bi nûjentirîn teknîkên çavdêrîkirin û koleçanê di rêya setelayt û firokeyên tarxandî yên bi pergalên wênekirin û agahîyan çêkirî re," Ehmed got.

Ev yek bi odeya operasyonên hevpeymanîya navdewletî re têklidar e û herwiha bi odeya operasyonên Komgemîya Fransî re.

Ehmed anî ziman ku "ji cihê wê yê li raberî beravê Laziqîyê, gemîyên Fransî dikarin çi tevgerên gumanbar ên girêdayî çekên kîmawî kifş bikin ên ku belkî hêzên rejîmê vê yekê pêk bînin, û destwerdana serbazî bo qedexekirina êrîşê."

Ehmed got ku armanc jê parastina xelkên Sûrîyayê ye ji encamên weke vê êrîşê, da zanîn jî ku destwerdana serbazî di wek van rewşan de "bersiva guncaw e" bo xwîn neherike.

Ehmed ragiha ku destwerdan di wek van rewşan de piştî lipeygerînê tê di rêya pergalek komkirina agahîyan a girêkdar re ku wêneyên bi setelaytan hatine girtin bi kar tîne û tevgera balefiran kifş dike.

Ehmed anî ziman ku ev yek tê teqezkirin di rêya agahîyên ku balefirên koleçanê û çavkanîyên kesên li ser erdê kom kirine re. Ev cureyên êrîşan ên bi balefirên serbazî tên pêkanîn, koleçan balefir û çekên tê de dihundirîne.

Gemîyên cengî yên Fransî li derveyî Laziqîyê ne

Gemîyên cengî yên Fransî li derveyî beravê bi cih bûne di nav de Avuergne (D654), gemîya ji celebê Fremn a di 2017an de ketiye xizmetê ku dikare êrîşên yekser pêk bîne di rêya derya, erd û asman re.

Ehmed ragihand ku gemîyên cengî a berevaniya hewayî Chevalier Paul (D621) beşek ji grûpa Charles de Gaulle ya cengî ye.

Herdû gemîyên cengî di operasyonên serbazî yên cihêreng de beşdar bûne li Kendavê, ku komgemîya Fransî pagerên hevahengî pêk tîne bi komkeştîya 5an re ya komgemîya Amêrîkî, û di operasyonên vedîtina mayîn û jihevxistina wan de alîkar in.

Pabendîya Fransî fermandarîya nobedar a Hêza Hevbeş 150 (Operasyonên Ewlehîya Deryayî û Dijî Teror) dihundirîne, ku di çavdêrîkirina gemîyan de û destwerdana bilez di babetên bazirganîya heyberên hişbir an babetên terorê de tên tarxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500