Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Îraqî 22 paşmahîyên DAIŞê li Hewîcayê dikujin

Xalid Ta'î

Hêzên Polîsê Federal ên Îraqî li gundên navçeya Hewîcayê li Kerkûkê digerin daku paşmahîyên "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) bibînin, ku beşekî operasyona berdewam e ya di 28ê Îlonê de pêk hatiye. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Federal ên Îraqî li gundên navçeya Hewîcayê li Kerkûkê digerin daku paşmahîyên "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) bibînin, ku beşekî operasyona berdewam e ya di 28ê Îlonê de pêk hatiye. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal ê Îraqî 22 paşmahîyên DAIŞê dikujin di operasyoneke serbazî de ku roja Înê (28 Îlonê) pêk hat li navçeya Hewîcayê li başûr-rojavayî parêzgeha Kerkûkê.

Pêngava "Ezm Ebtal" (Vîna Qehremanan) ew yek ji mezintirîn operasyonên ewlehîyê ye ku li navçeyê pêk tê ji çaxa rizgarikirina wê ji DAIŞê sala borî, endamê encumena navçeya Hewîcayê Emar Hemedanî wisa ji Diyaruna re got.

"Yekînene mezin ji firqeyên 3an, 5an û 6an ên Polîsê Federal, herwiha firqeya mîkanîkî, beşdarî operasyonê dibin," Hemedanî îroj Duşemê got.

Hemedanî got ku lîwayek ji nîşanbazan bi wan re beşdar bûye, yekîneyên serbazî yê endzyariyê û yên alîkarîyên bijîşkî û dron, da zanîn jî ku operasyon dapoşîna asmanî ji hêza asmanî ya Îraqî werdigire.

Polîsê Fedral gundekî teftîş dikin di operasyona "Ezm Ebtalê" de ya berdewam li navçeya Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê di 30yê Îlonê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Fedral gundekî teftîş dikin di operasyona "Ezm Ebtalê" de ya berdewam li navçeya Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê di 30yê Îlonê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî anî ziman jî ku "di hersê rojên operasyonê de, hêzên polîsê lêgerîneke berfireh pêk anîn ku bi dehan gundên li deverên Reşad, Riyad û Zabê teftîş kirin."

Hemedanî got ku "di encamê de, hejmarek terorîstan hatin kuştin, çek, alav û teqemenî hatin desteserkirin û hatin avêtin, û veşartgeh hatin şewitandin û wêrankirin."

Pêngaveke serkeftî

Polîsê Federal di roja yekmîn ji operasyonê de 23 gund teftîş kirin, di nav de gundên Esriya, Ezîzî, Sûsa, Şêx Muzhir, Tel Werd û Etwaniyayê.

Di encama lêgerînê de 21 endamên DAIŞê hatin kuştin ku di tunêl û veşartgehên razî de xwe vedişartin, wî anî ziman.

Hemedanî eşkere kir ku hêzên polîsê 37 bombeyên bidestçêkirî, 12 hawin û şeş mayînên dijî tankan, herwiha pêdivîyên xwarinê, wêran kirin.

Roja Şemîyê, hêzên polîsê 63 gundên li nêzî Hewîcayê teftîş kirin, 19 bombeyên bidestçêkirî û sê barhilgirên ku teqemenîyên ji celebê C-4 dihundirînin wêran kirin, Hemedanî got.

Wî anî ziman jî ku herwiha wan pênc tunêl, pênc stargeh û enbarên çekan wêran kirin, û çar kesên gumanbar girtin.

Polîsê roja Şemîyê xwekujekî ku vestekî teqîner li xwe kiribû kuştin ê hewl da ku êrîşî wan bike dema ew bi erkê teftîşê radibûn li gundê Til Meterê li Zabê.

Yekşemê, Ebdul Ezîz Hemadî girtin, ê bi tawana terorê xwestî bû, û du tunêl, neh stargeh, 40 bombeyên bidestçêkirî, 15 hawin û du motorên du-dolab wêran kirin.

Pêngava lêgerînê 43 gund hundirandin, di nav de gundên Rimana, Zêdan, Salihiyê, Merzûq, Qurişiyê, Hemed Sultan, Dub Suxra û Dub Kubrayê.

Hemedanî got ku "operasyon baş pêş dikeve û encamine erênî bi dest dixe."

Wî anî zimanî jî ku gefên paşmahîyên DAIŞê li Hewîcayê kêm dibin "ku ew rastî zextên ewlehî yên mezin tên, nikarin bi hêsanî ji cihekî herin cihekî din û hejmara wan kêm bûye û şikestine."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500