Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Ewlekarîyê şaneke terorî li bajarê Reqaya Sûrîyayê ji hev dixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berdevkê Hêzên Ewlekarîyê MuhenedBrahîm daxuyanîyekê dixwîne roja Yekşemê (30ê Îlonê) di konferenseke çapamenî de, ew jihevxistina şaneke terorî îlan dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk wergirtin]

Berdevkê Hêzên Ewlekarîyê MuhenedBrahîm daxuyanîyekê dixwîne roja Yekşemê (30ê Îlonê) di konferenseke çapamenî de, ew jihevxistina şaneke terorî îlan dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk wergirtin]

Hêzên Ewlekarîyê li bajarê Reqayê yê Sûrî roja Yekşemê (30 Îlonê) îlan kirin ku wan roja Şemîyê komployeke terorî têk bir berî ku were cîbicîkirin.

Di êrîşekê de li ser veşartgeha şana terorî, Hêzên Ewlekarîyê du kes kuştin û pênc kese din girtin û dest danîn ser mêjereke cebirxane û alavên serbazî, û hin weneyên wan di konferenseke çapemenî de hatin raberkirin.

Peyvdarê Hêzên Ewlekarîyê Muhened Brahîm nûçeya kifşkirina şanê îlan kir.

Brahîm got ku materyalên di her du malan de hatin desteserkirin ên ku ji alîyê şanê ve di veşartgehekê de dihatin bikaranîn, di nav wan de cebirxane, çek û teqemenî herwiha otombîleke bombekirî, mayîn û teqemenîyên ku ji teqandinê re amade bûn di nav xwe de dihewandin.

Hêzên Ewlekarîyê navgînekê li xaleke pêşkinînê ya sabit li derbasgeheke bajarê Rqayê teftîş dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Ewlekarîyê navgînekê li xaleke pêşkinînê ya sabit li derbasgeheke bajarê Rqayê teftîş dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wî got ku di êrîşê de, şer û pevçûn bi endamên şanê re derketin, û ew bûn sedema kuştina du kesan.

Salvegera rizgarkirinê

Derketina şanê di demekê de tê ku hazirî hene bo pîrozkirina salvegera rizgarkirna bajar ji"Dewleta Îslamî", fermandarê yekîneyeke Hêzên Sûrîya Demokratîk bi navê Xesan Brahîm got.

"Dîyar e ku êrîşa palnkirî hewldanek têkçûyî bû daku DAIŞê bide xuyakirin ku hîn bandora wê li deverê heye," wî ji Diyaruna re got.

"Kifşkirina her du malên ku pîşkaran xwe lê vedişart ev daxwaz têk bir," Brahîm got.

Şan hat kifşkirin piştî hejmareke xelkê hêzên ewlekarîyê agadar kir ku kesin nenaskirî hewl didan ku ala DAIŞê rakin li navçeya Dariyayê.

Hêzên Ewlekarîyê êrîşek kirin ser şanê bi piştgirîya QSD û Fermandarîya Hêzên Dijî Terorîzmê yên Kurdî li Sûrîyayê (HAT).

Li gorî Brahîm, hewldana rakirina ala DAIŞê bi awayekî dîyar bo armancin propegandayê bûn, bi taybet êrîş di demekê de tê ku bajar xwe hazir dike bo pîrozkirina salvegera yekem ji rizgarkirina wî.

Brahîm got kifşkirina her du malan û depoyên çek û teqemenîyên di wan de bûn "bajar dûrî gelek xwîrijandinê xist".

Wî got ku operesyona maliştinê dê çend rojan berdewam be, da piştrast bikin ku tu endamên girêdayê tora terorî berdayî nemane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500