Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî dest bi malştineke nû dikin li dijî DAIŞê li Şerqatê

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî devera biyabanî ya li nêzî Şerqatê ji paşmahîyên DAIŞê dimalin di 24ê Tîrmehê de. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî devera biyabanî ya li nêzî Şerqatê ji paşmahîyên DAIŞê dimalin di 24ê Tîrmehê de. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û yekîneyên êlan îroj Înê (28ê Îlonê) dest bi pêngaveke ewlehî dikin daku paşmahîyên "Dewleta Îslam" (DAIŞ) têk bibin ên li navçeya Şerqatê xwe vedişêrin li bakurê parêzgeha Selahedînê.

Yekîneyin ji polîsê xwecihî, artêş û lîwaya 51ê ya hêzên êlan ên têhilanê li Şerqatê beşdarî operasyonê dibin.

Pêngava nû, ew e ya herî dawîn di rêzezincîra operasyonên ewlehî de ya ku heftîyekê betdewam dike, derdorên bajarê Şerqatê armanc dikin daku ji molgehên paşmahîyên DAIŞê paqij bikin.

Fermandarê lîwaya 51ê ya êlan Şêx Aşam Cibûrî ji Diyaruna re got ku "me dest bi operasyoneke din kiriye bo şopandina dijmin," û da zanîn jî ku çekdarê DAIŞê dê qet "bi vehesîn û aramîyê şa nebin."

Berpirsekî Îraqî leşkerên xwe amade dike daku êrîşî veşartgeheke DAIŞê bikin li beravên çemê Dicleyê li başûrê Şerqatê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Berpirsekî Îraqî leşkerên xwe amade dike daku êrîşî veşartgeheke DAIŞê bikin li beravên çemê Dicleyê li başûrê Şerqatê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Maliştinên berî niha, bal kişandibûn ser gundine li başûrê Şerqatê li berava çemê Dicleyê ta bi Bac, çîyayên Mexûlê, û qeraxa biyabana Hedrê.

Cibûrî anî ziman ku "em her tim amade ne û her tim li van deveran digerin û li pey terorîstan dikevin li giravên çem, şikeft, newal û biyabanan."

Veşartgeha DAIŞê tê wêrankirin

Cibûrî got ku operasyonên maliştinê Şemîya borî bi "êrîşeke mezin" dest pê kirin.

Ragihand jî ku "yekîneyên me bi hevkarîya hêzên polîsê û Fermandarîya Operasyonên Selahedînê dever teftîş kirin a di navbera gundê Zawîya û çîyayê Nemlê de ye.

Cibûrî got ku "di dema lêgerînê de, asêgeheke DAIŞê hat dîtin, û di dema dorpêçkirinê de, [endam] reviyan tunêlekê li çîyayê Nemlê."

"Paşê êrîşke asmanî girte ser wan û tunêl hate wêrankirin."

Bi giştî, 11 endamên DAIŞê hatin kuştin di êrîşa asmanî de, du ji wan hatin naskirin, herwiha cihê ku lê dijîn, Cibûrî got.

Cibûrî eşkere kir ku çek û teqemenî di tunêlê de hatin desteserkirin.

Piştî êrîşê lêgerîn û maliştin li deverên derdorê pêk hatin, ku di encamê de tu belge derbarê hebûna endamên DAIŞê û çalakîyên wê de derneketin.

Cibûrî an ziman ku "em bawer dikin ku me pişta terorîstan bi vê êrîşê şikand li wan deveran," da zanîn jî "ku ev nayê wê wateyê ku tirs piştî niha tune ye."

Herwiha ragihan jî ku "pêngav û xebatên me yên ewlehî dê berdewam bikin daku êrîşine dijwartir li ser paşmahîyên DAIŞê pêk bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500