Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

10 endamên DAIŞê di êrîşine ewlehî de tên girtin li Mûsilê

Xalid Ta'î

Endamine ewlekarîyê li xanîyekî digerin li Mûsilê di pêngaveke ewlehî de bo şopandina "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ). [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Endamine ewlekarîyê li xanîyekî digerin li Mûsilê di pêngaveke ewlehî de bo şopandina "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ). [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê li parêzgeha Nînewayê "10 endamên tirsnak" ên girêdayî DAIŞê ne girtin di êrîşine ewlehî de li bajarê Mûsilê, polîsê Nînewayê Pêncşemê (27ê Îlonê) ragihand.

"Hêzên polîs di hersê rojên dawîn de êrîşine berfireh pêk anîn bo şopandina endamên DAIŞê yên li Mûsilê veşartî ne, bi xwesipartin bi agahîyên ji niştecih û zanyarîyên hewalgirî," birêveberê medyaya polîsê Nînewayê muqedem Mazin Ehmedî ragihand.

"Lîwa 21ê yê hêza hawarî ya polîsê Nînewayê (di 24ê Îlonê de) heşt endamên DAIŞê girtin li taxên Qadisîyê, Somer û Zehrayê li rojhilatê Mûsilê," Ehmedî ji Diyaruna re eşkere kir.

Ehmedî anî ziman jî "yên girtî endamine terorîst ên tirsnak in, di nav de çekdarinan ji Cund dîwan (ofîsa karûbarên leşkerên DAIŞê), û ji hêzên ewlekarîyê û dîwanên Hesba (polîsê şerîetê), ku hinek ji pêkhateyên sereke û giring in di binyada DAIŞê de."

Tabûrê 3yemîn ê polîsê Nînewayê roja Çarşemê endamekî DAIŞê girt li Somerê ku li zindana Badûşê girtîbû û ji hêla DAIŞê hatibû berdan piştî êrîşkirina li ser Mûsilê di Hezîrana 2014an de, Ehmedî got.

Yê girtî di "dîwan ewlehîyê" ya DAIŞê de kar dikir û di çaxa girtina wê de, film û wêneyên operasyonên terorîst pê re bûn.

Ehmedî ragihand ku "ew bi kuştina sivîlekî ji Geyarayê tawanbar bû, li gorî şehadeta sivîlekî din."

Ehmedî da zanîn ku hêzên ewlekarîyê û yên hewalgirîyê herwiha "gumanbarekî din girtin ku bi tawanên têkildarî terorê tê gunehbarkirin."

Yê girtî ofîseke wî ya veguhastina pereyan heye li Mûsilê, û di dema girtina wî de "pere vediguhastin derveyî welat, li dijî qanûn û rênmayan," Ehmedî got.

Hevkarî "kilîta" xurtkirina ewlehîyê ye

"Pêngavin bo têkbirina endamên DAIŞê tên pêkanîn bi hevahengîya di navbera me û ajansên ewlehî û hewalgirîyê de," Ehmedî eşkere kir.

Wî anî ziman jî ku "hemû xebatên mezin dikin daku şanên razayî yên terorîst û endamên DAIŞê têk bibin, ku li Mûsilê bin yan li deverên din ên Nînewayê bin."

Ehmedî ragihand ku "hevahengîya me bi xelkên xwecihî re mezin dibe û ew îro roj endamekî sereke ne di xebatên me de daku ewlehîyê pisepînin û li dijî terorê rawestin."

Wî anî zimanî jî ku bi saya vê hevkarîyê, hêzên ewlekarîyê bêhtir ji 2,000 kesên xwestî bo tawanên terorê hatin girtin vê salê bi tenê, herwiha veşartgeh, enbarên çekan û teqemenî jî vedîtin.

Hêzên ewlekarîyê roja Çarşemê teqemenî li çar malan betal kirin, 18 bombeyên bidestçêkirî wêran kirin, û 250 hawin desteser kirin di dema lêgerîna li deverên Sewra, Um Dhban, Tel Şêx, komikên Rîsalayê, Hemdanîyê û Ciqîfîyê de li Nînewayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500