Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq dest bi projeya aramîyê ya piştî DAIŞê dike

Xalid Taî

Malbatên parêzgeha Nînewayê piştgirîya diravî yekser ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî werdigirin. [Wêne ji Wezareta Kar a Îraqî hatiye wergirtin]

Malbatên parêzgeha Nînewayê piştgirîya diravî yekser ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî werdigirin. [Wêne ji Wezareta Kar a Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî vê dawîyê dest bi projeyekê kir daku debara xelkên li deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rizgarkirî dijîn baş bike.

Projeya Seqamgîrîya Civakî û Xweguncandinê, ya ku di 14ê Îlonê de dest pê kir, armanc dike ku pere, karên demkurt û alavên din bo piştgirîya civakî ji çîna herî lawaz re dabîn bike.

Projeya ku 200$ milyon wergirtin ji temwîlkirina Benka Navdewletî û ji alîyê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bi hevkarîya rêxistinên cihêreng ve hat cîbicîkirin, armanc dike ku sûdê bigihîne mîlyonek Îraqî.

"Proje gelek programan di nav xwe de dihewîne, programên ku xizmeta malbatên li bajarên rizgarkirî û bêwarên xwemalî yên derdê perîşanîya dijwar dikişînin dike," peyvdarê wezaretê Emar Munim got.

Di nav wan programan de, programê Pere bo Kar, yê ku dê mûçeyeke mehane li hember kar ji beşdaran re dabîn bike, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku pêşbînî heye ku ev yek karê demkurt zêde bike û debarê ji 150,000 malbatan re dabîn bike, pêşbînî heye ku 840,000 tekekes qezencê bigirin,

Di nav derfetên kar de "karê sazkirinê ji ajans û projeyên hikûmetê re û boyaxkirina fêrgehan, paqijkirina rêyan herwiha hinek karên ku gelek keda laşî yan jêhatîyên pêşketî naxwazin di nav xwe de dihewînin", Munim got.

"Rêxistinên civaka sivîl ên hevpar dê bi Wezareta Kar re kar bike daku mûçeyan ji kesên sûddar re terxan bikin," wî got.

Rahînana pîşeyî

Programekî din rahînana pîşeyî dabîn dike, daku alîkarîyê bi beşdaran re bike ku kar di 15 pîşeyên cuda de bibînin, Munim ragihand.

"Em dê alîkarîyê bi wan re bikin û em dê jêhatîyên guncan bo avakirina şîyanan misoger bikin, ev yek jî dê derfetê bidin wan ku debara xwe bikin yan dest bi karekî bazirganî yê piçûk bikin," wî got.

Wî got ku ê pêşbînkirin ku 42,000 derfetên rahênanê di çarçoveya vê programa de dê berdest bin, mûçeyên rojane ji beşdaran re dê werin dan.

"Dabînkirina deynên malî yên ji kesên dixwazin karên xwe yên taybet dest pê bikin beşekî bingehîn e ji Projeya Seqamgîrîya Civakî û Xweguncandinê," Munim got.

Munim got ku sala par,wezaretê 20,000 deyn li Îraqîyên ku xwestekên bo temwîlkirina karên piçûk pêşkêş kirin belav kirin, û plan hene ku bihêle hejmarek ji wan kesên perîşan yan ên ji ber terorîzmê tade li wan hatiye ku karibin bigihin rasmalê bo kar.

"Wezaret piştgirîya mirovî û malî ji 1.2 mîlyon malbatên perîşan re li seranserê welat dabîn dike di rêya sîstema ewlekarîya civakî," Munim got, û dîyar kir ku wezaret plan dike ku alîkarîyên malî zêde bikin.

Alîkarîyên diravî dê werin dabînkirin li ser şert û mercên ku kesên sûddar misoger bikin ku zarokên wan ji sîstema perwerdeyê û guhdana tendirustî qezenc bikin, wî anî ziman.

Xizmet bo zarokan

Wezareta Kar kar dike ku sazemenîyên xwe yên xizmetguzarîyan ji nû ve tahîl bike li parêzgehên rizgarkirî, Amir Mûsewî, cîgirê birêveberê Birêveberîya bo Guhdana kesên xwedî Pêdivîyên Taybet, got.

"Ji bo birêveberîya me, me karibû em penagehên xwe vekin, ên dawî sê penageh li parêzghea Nînewayê," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Em nêt dikin ku em di rêya vî projeyî re kar bikin, da ku em xizmetguzarîyên xwe ji zarok û sêwîyan re çalak bikin, zarokên yek ji dê û bavên yan her du ji ber terorîzm û şer mirine,herwiha xwe pêdivîyên taybet," wî diyar kir.

Peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov, Elî Beyatî, hêvî kir ku Projeya Seqamgîrîya Civakî û Xweguncandina di Tengavîyê de dê alîkarîyê bike di sivikirina şopên cenga derxistina DAIŞê de.

"Terorîstan ziyaneke derûnî û kêşeyên cidî li ser asta jêrxaneyê, û herwiha xizmetguzarîyên bingehîn de hiştine," wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Em hêvî dikin ku ev proje ye û xebatên din ên hikûmetê dê alîkarîyê bikin di sivikirina van fişaran de û peydakirina jîngeheke seqamgîr ji xelk re," wî got.

Beyatî dîyar kir ku komîsyon dê berpirsyarîyên xwe yên çavdêrîkirina performansa hikûmetê û sazîyan berdewam bike bo dabînkirina mafên xelkê di warên xizmetguzarîyên perwerdeyî, tendirustî, û civakî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500