Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Remadî avahîyên bi nirxên arzan ava dike paş qonaxa DAIŞê

Xalid Ta'î

Di vê wêneyê de karkerin xanîyan nû dikin li komavahîya Kîlo-7 ya ku DAIŞê ew wêran kiribû, wêne roja 13ê Tebaxê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa Şaredarê Remadîyê hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de karkerin xanîyan nû dikin li komavahîya Kîlo-7 ya ku DAIŞê ew wêran kiribû, wêne roja 13ê Tebaxê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa Şaredarê Remadîyê hatiye wergirtin]

Avahîyeke vehewandinê ya bi nirxekî kêm li nêzî Remadî ku li ser destê "Dewleta Îslam" (DAIŞ) di Gulana 2015an de hatibû wêrankirin bi temamî hatiye nûkirin, şaredarê Remadîyê Brahîm Ewsec Çarşemê (26ê Îlonê) ragihand.

Komavahî, ku ji 100 xanîyan pêk tê û li devera Kîlo-7 ye, bi temamî hatiye nûkirin bi hevahengî ligel hikûmeta xwecihî û bi piştgirîya Bernameya Vehewandinên Mirovî ya NY (NY- Vehewandin), wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Komavahî sala 2012an hatiye avakirin di çarçoveya plana mirovî ya hikûmetê de ya bo alîkarîkirina xizanan û sêwîyan û kesên ku dehatên wan kêm in bi rêya peydakirina yekîneyên niştecihbûnê yên arzan," Ewsec got.

"Dema ku DAIŞê Remadî dagir kir, wan ew xanî teqandin, tevî ku ew ne yên xebatkarên ewlekarîyê bûn ne jî berpirsyarên hikûmetê," wî got, û da zanîn ku ev behaneya herî belav bû ya ku rêxistinê dida pêş bo rewakirina kiryayên xwe.

Rûniştîyên Remadî bendewarîyê dikin bo navên xwe bo wergirtina qerebûkirinê tomar bikin daku ew mal û milkên xwe yên DAIŞê wêran kirine nû bikin, wêne roja 13ê Tebaxê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa Şaredarê Remadîyê hatiye wergirtin]

Rûniştîyên Remadî bendewarîyê dikin bo navên xwe bo wergirtina qerebûkirinê tomar bikin daku ew mal û milkên xwe yên DAIŞê wêran kirine nû bikin, wêne roja 13ê Tebaxê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa Şaredarê Remadîyê hatiye wergirtin]

Ev mal "ji malbatên pir xizan re hatine terxankirin", wî got.

Ewsec got ku DAIŞê herwiha komavahîyek teqand ku ji 100 yekeyên niştecihkirinê yên bi nirxên arzan dihundirandin, û biryar bû ku ew xanî sala 2014 li ser malbatan hatibane belavkirin.

Rêxistina tundrew "ziyaneke mezin gihande avahîyeke ji 200 malan ku xelkê xizan di wan de niştecihbûyî bûn li devera Kîlo-5 li rojavayê Remadî", wî got.

Komavahî, ku di sala 2010an de hatiye avakirin, "ev demeke tê nûkirin bi alîkarîya NY-Vehewandin", Ewsec dîyar kir, û bal kişand ku zêdetirî nîvê karê pêwîst hatiye qedandin.

Malên nû yên hatine plankirin

"Em plan dikin ku 250 yekîneyên niştecihbûnê yên bi nirxekî arzan li devera Kîlo-7 durist bikin," Ewsec eşkere kir.

Ewsec da zanîn ku kar dê di siberoja nêzîk de dest pê bike, di komavahîya ku bo xelkê kêm-dahat û "kesên ku rastî zordarîya terorê hatine" hatiye terxankirin.

"Planeke me heye bo vejîyandina projeyeke kevin ku gerek bû ku berîya çar salan dest pê bikirbaye lê hat rawestandin ji ber dagirkarîya DAIŞê," wî got û da zanîn ku ev proje ye ji 1,200 yekeyên vehewandinê pêk tê û dikeve rojavayê Remadîyê.

Ewsec got ku birêveberîya xwecihî dixwaze alîkarîyê bide niştecihên Remadî yên ku ziyan gihiştiye xanî û mulkên wan bo ew qerebûkirinên diravî ji hikûmetê werbigirin li gorî madeya 20 a sala 2009.

"Dora 40,000 dawekarîyên qerebûkirinê hene,û qerebûkirin bo 500 kesên ziyanbûyî hatiye dayîn, û gelek hîna bendewarîyê dikin," wî got.

"Em bi berpirsyaran re li Bexdayê şêwirîne, û wan soz daye ku tîmên pişkinînê yên zêdetir durist bikin û bîrokrasîyê kêm bikin," Ewsec got. "Em pêşbînî dikin di heftîyên bên de ku hejmara sûdmendên ji qerebûkirinê zêde bibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500