Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûtengijîn li Idlibê gur dibin, û pevçûn û kuştin berdewam in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî çekdar ê Tehrîr el-Şam li ser pişta kamyonekê radiweste li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamekî çekdar ê Tehrîr el-Şam li ser pişta kamyonekê radiweste li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanine Sûrî zêdebûneke belî ji rûtengijînê têbînî kirine li gelek beşên gundewarê parêzgeha Idlibê, û wan ji Diyaruna re got ku vê yekê tirsa nûkirina şer vejand.

Ev piştîrojên aram li herêmê tê piştî ragihandina avakirina devereke bêçek û kêmkirina operasyonên serbazî.

Hestê giştî yê nevehesînê di nava sivîlên parêzgehê de encama gelek kuştinan bû ku serkirde û endamin ji komine cihêreng hatibûn armanckirin, çalakvanê Idlibî Museb Esaf wiha ji Diyaruna re got.

Esaf got ku armanca herî dawîn fermandarekî Tehrîr el-Şam bû.

Çekdarên opozîsyonê li gundewarê Laziqîyayê tên dîtin, ku çalakvan radigihînin ku rûtengijîn bilind dibe bi nûkirina şer bi rejîma Sûrî re. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê li gundewarê Laziqîyayê tên dîtin, ku çalakvan radigihînin ku rûtengijîn bilind dibe bi nûkirina şer bi rejîma Sûrî re. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf anî ziman jî ku rûtengijîn li dirêjahîya qeraxên herdu parêzgehên Idlib û Hemayê bilind dibin piştî pevçûnên tund ên ku li derdora parêzgeha Laziqîyayê gur bûn.

Herwiha ragihand jî ku pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û milîtanên bi ser wê ve ji alîyekî û di navbera komên opozîsyonê de ji alîyekî din ve, di encamê de hejmarek mirî û birîndar li paş xwe hiştin.

Esaf eşkere kir ku pevçûn gur bûn piştî ku hêzên rejîmê hewl dan ku ber bi deverên ku li raberî deverên wê ne biçin li nêzî bajarokê Nehaşbayê li gundewarê Laziqîyayê.

Esaf daxuyand ku derdora parêzgeha Idlibê jî rastî bombebarankirine nîvcû hat, nemaze ji alîyê bajarokê Um Xelaylê ve, bajarokê ku piranîya xelkên wê revîyabûn berê niha, tenê hejmarek hindik ji wan maye.

Pevçûnine belawela

Esaf got ku pevçûnine cihê rojane çêdibin û carinan bilind dibin li dirêjahîya derdorên Helb û Idlibê.

Û Esaf dîyar kir ku sedema din bo bilindbûna rûtengijînan ew e zêdebûna belî ya kuştinan, da zanîn jî ku zehmet e rojek derbas bibe bêyî ku serkirdeyek an çekdarek neyên kuştin ên girêdayî hinek komên çekdar in.

Navborî got jî ku teqînên ku xwedî qurbanî bin ew bûyerine asayî ne.

Esaf rewşa heyî wesf kir ku ew zincîreke şerên nepenî ne yên li herêmê diqewimin ku belkî di kîjan xuleyê de biteqin.

Dawîn kuştin fermandarê Tehrîr el-Şam armnac kir ê bi navê Ebû Telha Îraqî tê naskirin, ê ku di davekê de li ser rêya sereke hat kuştin li nêzî bajarokê Dêr Şerqîyê li başûrî gundewarê Idlibê.

Esaf ragihand ku ajokerê Îraqî birîndar bû di heman bûyerê de û birînên wî kur bûn û hat veguhastin nexweşxaneyekê li deverê bo were dermankirin.

Esaf got ku Îraqî bi dijminîtîya xwe bi sivîlan re navdar bû li herêmê, sivîlên ku êş kişandibûn ji kirarên wî bo peydakirina pêdivîyên çekdaran biyanî, û herwiha dijminîtîya wî ya dijwar bi komên netundrû yên din re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500