Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş DAIŞê li biyabana başûrî ya Enbarê dikin armanc

Xalid Ta'î

Leşkerine Îraqî dronan amade dikin daku alîkarîya wan bike di şopandina tevgerên milîtanan de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî dronan amade dikin daku alîkarîya wan bike di şopandina tevgerên milîtanan de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên hevbeş dibêjin ku wan hejmara operasyonên ewlehî yên ku li deverên biyabanî li başûrê Enbarê û li dirêjahîya rêyên sereke pêk tînin daku veşartgeh û çalakîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armanc bikin zêde kirine.

Di dawîn operasonê de, ku di 11ê Îlonê de dest pê kir, tabûrên artêşê, yekîneyên hawarîyê û polîsê xwecihî operasyoneke lêgerînê berfireh pêk anîn li devera li derdora Gola Rezazayê.

Ji nîvê meha Tebaxê de, hêzên Îraqî gelek operasyon pêk anîn li biyabana fireh ku ji Gola Rezazayê dest pê dike li rojhilatê heta bi sînorên bi Urdin û Siûdîyê re li rojavayê.

Di encama van operasyonan de hejmarek endamên DAIŞê hatin girtin û kuştin, û teqemenî, çek û malên vehewanê yên rêxistinê hatin wêrankirin.

Otombîlên serbazî yên Îraqî biyabana li başûrê rêya bilez a navdewletî li Enbarê dimalin. [Wêne ji Fermnadarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Otombîlên serbazî yên Îraqî biyabana li başûrê rêya bilez a navdewletî li Enbarê dimalin. [Wêne ji Fermnadarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

"Operasyonên li başûrê biyabana Enbarê bêhtir bûn di çend heftîyên borî de û niha herî kêm her heftî operasyonek pêk tê," endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd wiha ji Diyaruna re got.

Ew tên kuştin bi hevkarîyeke astbilind a di navbera artêşa Îraqî, polîs û şervanên êlan de, herwiha bi hevkarîya dapoşîneke asmanî ji hêza asmanî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî, wî anî ziman.

Kûd got ku operasyon pêk tên li ser bingeha "raportên hewalgirîyê yên tîmên koleçanî yan agahîyên ku ji sivîlan pêşkêşkirî ne, sivîlên ku li gundên biyabanî yên dûrdest dijîn."

Ew metodên giring in bo misogerbûn "ku dê endamên çekdar nikarin dîsan şiyana xwe ava bikin" di rêya bikaranîna kendûkozan re, wî ragihand.

Parastina deverên biyabanî

Kûd got ku parastina biyabanê dê alîkarîyê bike di parastina bajarên Enbarê de, û rêya bilez a navdewletî ya ku li dirêjahîya sînorên bi Urdin û Sûrîyayê û rêya hecê re ye, ku ji bajarokê Ererê li alîyê Siûdîyê dest pê dike.

"Di dema operasyonên wan ên lêgerînê de, Firqeya Piyadeyê ya 1mîn du terorîst kuştin li Talatê û sê qaçaxçîyên hebên hişbir girtin ku tê gumankirin ku ew girêdayî DAIŞê ne," Şaredarê Rutbayê Îmad Dulêmî wisa ji Diyaruna re got.

Dulêmî ragihand ku operasyonên ewlekarî yên li biyabana başûrî berdewam in "rewşa ewlehî bi giştî xurt kirine li Rutbayê û rêyên bilez parastine, û herwiha rêya bilez a navdewletî parastin ji berê bêhtir."

Kûd got ku "hêzan encamine serkeftî bi dest xistin çiku dijmin bêhêz e û şane û veşartgehên wî yekser tên armanckirin," û da zanîn jî ku paşmahîyên DAIŞê "dem bi wan re nîne ku bêhna xwe berdin" di navbera operasyonan de.

Hêzên ewlekarîyê bi ser dikevin di gelek berhengarîyan de, bi taybetî ev ên girêdayî kedûkozan, ew kedûkozên ku bi firebûn û newalên xwe navdar in, herwiha şikeft û zehmetbûna xwe, ku ev yek dihêle parastina wan zehmet be, endamê encumena parêzgeha Enbarê Esal Fehdawî got.

Wî ji Diyaruna re got ku tevî rewşên zehmet ên ku rastî wan tên, hêzên Îraqî dikarîbûn paşmahîyên DAIŞê bisekinînin û nêhîlin êrîşê berdewam bikin.

"Xebata ewlehî li erd û li asman hêzekê bi dest dixe ku operasyonên lêgerînê zûtir pêk tên," Fehdawî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500