Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li biyabana Rojavayî ya Îraqê torên bermayîyên DAIŞê tên maliştin

Xalid Taî

Yekîneyên serbazî di pêngava ewlekarî de ya ku (22ê Îlonê) de dest pê kir beşdar dibin da ku bidin pey bermayîyên DAIŞê li Biyabana Rojavayî ya welat. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî di pêngava ewlekarî de ya ku (22ê Îlonê) de dest pê kir beşdar dibin da ku bidin pey bermayîyên DAIŞê li Biyabana Rojavayî ya welat. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bi dehan endamên "Dewleta Îslamî" hatin girtin û kuştin dema ku pêngava ewlekarî li Biyabana Rojavayê Îraqê berdewam bû, Wezareta Berevanîyê Îro Duşemê (24ê Îlonê) got.

Hêzên Îraqî roja Şemîyê dest bi operasyoneke maliştinê kir li devera biyabanî di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de, heta bi sînorê Îraqî-Sûrî.

Pêngava hat despêkirin li dirêjahîya heft rêyan, peyvdarê Wezareta Berevanîyê liwa Tehsîn Xefacî îro Duşemê ji Diyaruna re got.

Wî got ku artêşa Îraqî, fermandarîyên operasyonên Nînewa, Enbar û Cezîrayê û hêzên heşda êlî di operasyonê de beşdar dibin, bi piştgirîya hewayî ya ku ji alîyê artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî tê dabînkirin.

Leşkerên Îraqî tiştên ligel endamên DAIŞê hatin dîtin di pêngavake ewlekarî ya berdewam de li Biyabana Rojavayî, ku di (22ê Îlonê) de roja Şemîyê dest pê kir. [Wêne ji rûpela el-Mujtehid el-Enbar hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî tiştên ligel endamên DAIŞê hatin dîtin di pêngavake ewlekarî ya berdewam de li Biyabana Rojavayî, ku di (22ê Îlonê) de roja Şemîyê dest pê kir. [Wêne ji rûpela el-Mujtehid el-Enbar hatiye wergirtin]

"Berî pêngavê civîneke ewlekarî ya berfereh hebû li baregeha Eyn el-Esedê li devra Bexdadî li rojavayê Enbarê, bi serkêşîya karmendên artêşê û alîkarîya fermandarê operasyonên hevbeş," Xefacî got.

Wî dîyar kir ku civîn hat lidarxistin piştî ku agahîyên istixbaratî ji fermandarîya hevpeymanîya navdewwletî û istixbaratên serbazî yên Îraqî û birêveberîyên ewlekarî destnîşan kirin ku endamin DAIŞê li biyabanê hene.

"Di civînê de, rol û berpirsyarî hatin dabeşkirin di navbera fermandarîyên operasyonan de û yekîneyên ewlekarî û serbazî yên din de û di pişt re hêzan di berbanga roja Şemîyê de dest bi pêngava xwe kir," Xefacî got.

Maliştin berdewam e

"Di van her du rojên dawî de, me bi dehan terorîst kuştin û girtin," Xefacî got. Wî hejmareke destnîşan nekir, lê wî not kir ku "çar terorîst li devera girên Şêx Îbrahîm li biyabana Nînewayê hatin kuştin".

"Stargehên çekdaran û veşartgehên wan hatin desteserkirin û depoyên mezin ên çek, teqemenî û metoran di operasyonên lêgerînê de hatin ruxandin," wî got.

Wî got ku encama pêngavê heta aniha ruxandina 57 bombeyên bidestçêkirî, şeş stargeh, pênc tunel û pênc motoran e.

Wî got ku herwiha hejmareke mezin ji gundan û deverên biyabanî hatin teftîşkirin, di nav wan de Kuwêrat, Um Semawa, Ebû Sebîha, Sawisa,Şuxeyriyat, Wadî Muheyrija, Xardikîya, Terîfawî û Wadî Ejîj.

Şivanên li deverê pirs ji wan hatin kirin weke beşekî ji pêngavê.

Xefacî got ku balefirên şer ên artêşa Îraqî bêtir ji 14 mîsyonên şer birin serî daku piştgirîya hêzên ewlekarî li biyabana Enbarê bikin, û wî not kir ku pêngav "bi awayekê serkeftî berdewam e".

"Me encamin bi dest xistin bêtir ji tiştê ku me pêşbîn dikir, bi saya hevkarî û alîkarîya xelkê û agahîyên ku me werdigirin," wî got.

Wî got ku du armancên serke ji vê pêngavê û çi pêngavên ku dibe pey re werin hene: "Ya yekem, ku em nehêlin endamên DAIŞê penageheke ewle li wê biyabana fereh peyda bike", û ya duyem," ku em sînorên xwe asê bikin li dijî derbasbûna bi dizî".

Wî got ku ev yek aniha bi taybet girîng e, ji ber fişara serbazî ya zêde ya ku rêxistinên tund ên mîna DAIŞê rastî wan tên li alîyê Sûrî ji sînor.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500