Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecîyên bêwar vedigerin Reşadê li Kerkûkê

Xalid Taî

Berpirsên Reşadê nûvekirina navenda bajarok û vegera niştecîyan di vê wêneyê de pîroz dikin, wêneya ku di 6ê Îlonê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Berpirsên Reşadê nûvekirina navenda bajarok û vegera niştecîyan di vê wêneyê de pîroz dikin, wêneya ku di 6ê Îlonê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Malbatên bêwar ên Îraqî dest pê kirine vedigerin bajarokê Reşadê yê parêzgeha Kerkûkê, aniha ku dever ji mayîn û teqînên bidestçêkirî hatiye paqijkirin, berpirsên xwecihî di Diyaruna re got.

Weke nîşaneke din dîyar dike ku jîyan li Hewîcayê vegeriyaye rewşa normal, ya ku beşeke ji navçeya Hewîcayê, ew e ku avahîya desthilatdarîya xwecihî bi awayekî fermî careke din di 6ê Îlonê de hat vekirin.

Hêzên Îraqî sala par careke din navçe vegerand jêr kontrola xwe , di operesyonên serbazî bo rizgarkirina Hewîcayê ji "Dewleta Îslamî".

Malbatên bêwar nikarîbûn vegerin, ji ber ku DAIŞê mayîn û teqînên bidestçêkirî li navenda navçeyê û gundên derdora wî çandibûn.

Polîsê Federal ê Îraqî tên dîtin ku ew di operesyonekê de ku ew li endamên DAIŞê digerin li Reşadê di vê wêneyê de, wêneya ku di 15ê Hezîranê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal ê Îraqî tên dîtin ku ew di operesyonekê de ku ew li endamên DAIŞê digerin li Reşadê di vê wêneyê de, wêneya ku di 15ê Hezîranê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Piştî gelek xebatan, polîs karîbû hemû teqemenîyan rake û deverê bi temamî ji wê gefê xilas bike, ji ber ew gefek e li ser ewlehîya niştecîyên sivîl," serokê birêvebrîya navçeya Reşadê Lowîs Ubêdî got.

Hemû avahîyên xizmetguzarîyan û yên fermî li bajarok, di nav wan de baregeha polîs aniha ji nû ve hatin vekirin, wî ji Diyaruna re got, piştî bidawîkrina operesyonên paqijkirina mayînan û karê nûavakirinê.

Malbatên pêşîn vedigerin

Nifşê yekem ji 70 malbatan vegeriyan Reşadê, Ubêdî got, wî anî ziman ku nifşê duwem ji 50 malbatan dê nêzîk vegerin malê.

Hemû malbat rastî sehkirina ewlehî hatin berî ku destûrî bidin wan ku vegerin," wî anî ziman, da misoger bikin ku ti kes ji DAIŞê bi dizî di nav wan de derbas nebûye.

Ubêdî derbirîn kir ku ew hêvîdar e vegera wan dê "destpêkeke erênî" be û dê mizgînîyê bide ku bêtir malbatatên bêwar vegerin malên xwe li Reşad û deverin din li Hewîcayê.

"Niştecîyên xwecihî hevkarin sereke ne di xebatên ewlekarî de û vegera wan bo malên wan beşeke ji proseyê da ku civakên xwecihî yên ku bi terorîzmê bi bandor bûne biçespînin ," wî got.

"Em hêvî dikin ku çi gava di vî warî de be dê biserketî be û her tişt dê vegere normal û geş bibe," wî anî ziman.

Bombeyên bidestçêkirî hatin rakirin

Reşad bi temamî ji alavên teqîner hatiye paqijkirin, alavên ku endamên DAIŞê li kolan, malan, û avahîyên gelemperî çandibûn, birêveberê medyayê li Fermandarîya Polîsê Kerkûkê Ferîq Afrasiao Kemal Wês got.

"Hejmareke mezin a bombe û teqemenîyan ji alîyê polîsê xwecihî û yê federal hatin jihevxistin û dever hat misogerkirin," wî got.

Vê yekê hiştî pêkan be malbatên bêwar vegerin.

"Rewşa ewlekarî bi giştî baş e, û yekîneyên polîs bi awayekî berfereh li ser sînorê bajarok belavbûyî ne," wî got, wî anî ziman ku pagerên lêgerînê hemû malên ewle yên DAIŞê û siwênkarên depokirina çekan wêran kirin.

Krîza bêwarîyê ber ku bi dawî bibe, wî got, "û em hêvî dikin ku ti kes bêwar nemîne, ne tenê li Hewîcayê lê belê li seranserî Kerkûkê".

Pabendîya bi misogerkirina ewlehîyê

Endamê encumena navçeya Hewîcayê Emar Hemdanî pesnê xebatên "awarte" ên hêzên ewlekarîyê di paqijkirina Reşadê ji bermayîyên DAIŞê û kifşkirina cihên wan ên veşartî da.

Niştecîyên xwecihî pabend in ku misoger bikin ku ewlehî vegere navçeya wan û piştgirîya hêzên ewlekarî bikin di karê wan de, wî ji Diyaruna re got.

"Komîteyên ewlekarî yên hevbeş hene û ajansa Kerkûkê ya penaberîyê [daxwazên] bêwaran sek dikin da pişt rast bikin ku ew rastî sehkirineke ewlekarî ya paqij hatine," wî got.

Mihemed Cibûrî yê 57 salî vê dawîyê vegerîya navenda Reşadê.

"Em demeke dirêj bêwar bûn, ji ber vê yekê kêfa me nayê wesifdan" wî ji Diyaruna re got. "Em nikarin bawer bikin ku dawî em vegeriyan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500