Nûçeyên Iraqê
Aborî

Bankên Îraqî careke din şaxên xwe li Mûsilê vedikin

Xalid Taî

Şaxê Banka Rafîdênê li rojhilatê Mûsilê li navçeya Hemdanîyayê sala par careke din vekir piştî bidawîkirina karê nûtahîlkirinê. [Wêne ji malpera Banka Rafîdênê hatire wergirtin]

Şaxê Banka Rafîdênê li rojhilatê Mûsilê li navçeya Hemdanîyayê sala par careke din vekir piştî bidawîkirina karê nûtahîlkirinê. [Wêne ji malpera Banka Rafîdênê hatire wergirtin]

Hejmareke bankên taybet û yên gelemperî careke din şaxên xwe vekirin di sala piştî derxistina "Dewleta Îslamî", ev yek alîkarîyê dike di pêşxistina proseya nûavakirinê û çalakîya aborî, berpirsên Îraqî gotin.

Ji çaxa rizgarkirina bajar di 9ê Hezîrana sala 2017an de, bankên niştimanî di nav wan de Rafîdên û Reşîd şaxên xwe li rojhilat û rojavayê Mûsilê careke din vekirin.

Rafîdênê di 9ê Hezîranê de şaxê xwe li rojavayê Mûsilê careke din vekir, ê ku di şer da hatibû wêrankirin, yekser bankên din çav li wan kirin.

Ofîsa branşê bi piştgirîya mezin a tîmên endazyarîyê yên desthilatdarîya xwecihî ya parêzgeha Nînewayê û Banka Navendî ya Îraqî hat nûkirin.

Branşê Cezîrayê yê Banka Rêşîdê li rojavayê Mûsilê careke din dikeve kar de. [Wêne ji Banka Reşîdê hatiye wergirtin]

Branşê Cezîrayê yê Banka Rêşîdê li rojavayê Mûsilê careke din dikeve kar de. [Wêne ji Banka Reşîdê hatiye wergirtin]

Berî nûvekirina şax gelek şaxên Rafîdênê yên din sala par hatin vekirin; li Zanîngeha Mûsilê, Hemdanîyayê, Bertêla û Tel Kêfê, Durêd Hikmet, şêwirmendekî şaredarê Nînewayê, got.

Banka Reşîdê careke din şaxek li rojhilatê taxa Muhendisînê vekir, û duwên din li rojavayê Mûsilê Xalid bin Welîd û Cezîrayê , wî ji Diyaruna re got.

"Ev yek bû li gel careke din vekirina şaxên bankên din, mîna Banka Çandinî ya Hevkar, Banka Eqarî û Banka Pîşesazî û hin bankên taybet ên din," Hikmet got.

"Bank vegeriyane têkraya xwe ya lezgîn bi saya careke din vekirina van şaxan," wî anî ziman ku vegrandina çalakîya bazirganîyê gelekî girîng e bo nûavakirina binesazîya Nînewayê.

"Bank piştevanbûneke xurt didin xebatên nûavakirinê ji ber ti cureyên pêşketinê dê nebin bêy van sazemenîyan," wî anî ziman.

Lê ji bo ku ev yek pêkan be, divê ew karibin "hewcedarîya xelkên Mûsilê ya lezgîn bo qerdan pêk bînin û ji bo zibûnan da ku karibin bigihin diravdanîyên xwe yên ku wan danîbûn berî ku DAIŞ bigire ser bajar di (nîvê sala 2014an de)", wî got.

Banka Navendî nêt dike ku di demeke nêz de şaxê xwe careke din li Mûsilê veke, wî got, wî destnîşan kir ku ev yek dê piştgirîya yedeka bankê ya diravî bikeli bajar.

Mûsil xebatê dike ji bo nûavakirinê

"jinûvekirina van bankan li Mûsilê gaveke girîng û bandorbar e," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

"Ev bajar aniha li ber xwe dide da ku li ser pêyên xwe raweste dema ku em behsa nûavakirinê dikin û destpêkirina karê bankê faktorekî girîng e bo piştgirîya xebatên nûavakirinê li wê deverê û ji bo vejîyandina çalakîya aborî," wî got.

"Em hêvî dikin ku hemû bank li Mûsilê û li parêzgehên din bikevine tevgerê de careke din û ev yek dê bankin nû han bide ku derîyên xwe vekin," wî got.

Careke din vekirina bankan "faktorekî sereke ye ku balê dikişîne ser veberanîn û mal li Mûsilê", aborvan û serokê yaneyê Îraqî bo aborvanan Ela Qusêr got.

"Kampanîyên navdewletî gelekî bizav dikin ku derbasî vî bajarî bibin piştî piştî pêngava wêrankirinê, ji ber ew bi rîsorsên xwazayî zengîn e û dibe ku ew bibe jîngeheke bêqisûr ji veberanînê re," wî ji Diyaruna re got.

Bank bingehê ji veberanînê re dideynin, ji ber bank xizmetguzarîyên malî û diravî pêşkêş dike li gel piştgirîya îdarî û misogerkirinên ku derfetê didin berhemkaran ku di jîngeheke ewle de kar bikin, wî anî ziman.

Lê nûvekirina bankan têrê nake ku pereyan bo veberanîn bikişîne, Qusêr got, wî bang kir bo ku teknolojîya nûjen derbas bikin, "bi taybet di warê bidestxistina kredî, diravkarîya bankên biyanî û guhastina diravan".

"Girîng e mirov tîmên birêveberîyeke rastgo û bişîyan deynin da ku serperiştîya operesyonên bankê bikin di rêya ku bala kesên zîrek û pispor bikişînin, kesên ku şehreza û pîşedar in," Qusêr got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500