Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Protestên Kumikspîyan li dijî êrîşên rejîma Rûsî û Sûrîyayê

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Zarokin tevlî protestên endamên Berevanîya Sivîl dibin bo şermezarkirin êrîşên asmanî yên herdu rejîmên Rûsîya û Sûrî ku li dijî navendên bijîşkî yên li deverên li jêr destên opozîsyonê ne li bakurê Sûrîyayê, pêk tînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Zarokin tevlî protestên endamên Berevanîya Sivîl dibin bo şermezarkirin êrîşên asmanî yên herdu rejîmên Rûsîya û Sûrî ku li dijî navendên bijîşkî yên li deverên li jêr destên opozîsyonê ne li bakurê Sûrîyayê, pêk tînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî, herwiha yên bi navê Komikspî jî tên naskirin, roja Duşem û Sêşemê (18ê Îlonê) protestin bi rêxistin kirin daku armanckrina navendên bijîşkî û yên jîyanî şermezar bikin navendên ku li deverên li jêr destên opozîsyonê ne li bakurê Sûrîyayê.

Protest daketin kolanan li gundewarê Idlib, Hema û Helebê, û direfşin hildan ku dawa rawestandina êrîşên rejîmên Rûsîya û Sûrîyayê dikin ên li dijî karmendên mirovatîyê li van deveran pêk tên.

"Kumikspî û karmendên mirovatîyê ne armanc in," li ser direfşekê hatibû nivîsandin.

Yeka din dibêje ku "parêzkirina endamên bijîşkî berpirsîya herkesî ye, û "heyberên kîmawî yên Esed û Rûsîyayê gefan li jîyana bi milyonan zarok dixwe."

Bijîşk û mamosta tevlî protestên endamên Berevanîya Sivîl dibin daku bang li civaka navdewletî bikin ku wan biparêzin ji êrîşên rêjîmên Rûsîya û Sûrîyayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bijîşk û mamosta tevlî protestên endamên Berevanîya Sivîl dibin daku bang li civaka navdewletî bikin ku wan biparêzin ji êrîşên rêjîmên Rûsîya û Sûrîyayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Êrîşên asmanî yên dubarekirî li ser navendên Berevanîya Sivîl ku ji hêla balefirên Rûsîya û Sûrîyayê û pêk anîne û herwiha bombebarankirina ku gelek tîmên rizgarkirin û bijîşkîyê di bin de man gava ku bi erkê xwe ve radibûn tiştê ku hişt endamên Berevanîya Sivîl protestan bi rêxistin bikin," Îsam Salih, endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrî li Idlibê ragihand.

Sazûmenîyên civaka sivîl ên xwecihî, bijîşk û mamosta jî tevlî protestan bûn, wî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku protesta ku li gundewarê Helebê li dar ketibû "pir balkêş bû çiku gelek bijîşk û mamaosta tê de beşdar bûbûn", da zanîn jî ku hemû alîkar in daku êşa sivîlan li herêmê sivik bikin.

Wî got ku nîşanên ku di protestan de hatibûn hildan armanckirina kargehên rizgarkirina jîyanî şermezar dikirin, û bang li civaka navdewletî dikirin daku sivîl û zarokan biparêzin.

"Armanca van protestan ew e ku zextê li civaka navdewletî bikin daku endamên Berevanîya Sivîl û bijîşkan biparêzin piştî dawîn gotegota ku Kumikspî tawanbar kirin ku ew bi trorîstan re kar dikin daku êrîşeke kîmawî ya sexte çêbikin [li Idlibê]," wî got.

Salih anî ziman ku ev xebat armanc dike ku dapoşînekê bide hêzên Rûsîya û Sûrîyayê daku Kumikspîyan weke armanceke serbazî û rewa armanc bikin.

Wî ragihand ku "sivîl jî tevlî protestan bûn daku nirxên Kumikspîyan xuyanî bikin û herwiha rola ku ew digerînin," ku ne tenê operasyonên rizgarkirin, bijîşkî û şewatan vedimirînin.

Ew herwiha rêyan ji nû ve ava dikin, welatîyan perwerde dikin di babetên selametîyê yên cihêreng de û bûyer û çalakîyên taybet bo zarokan digerînin, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500