Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş paşmahîyên DAIŞê li Şerqatê dikujin

Xalid Taî

Polîsên Îraqî qeyikekê amade dikin di çarçoveya operasyonekê de ku Duşemê (17ê Îlonê) pêk hat daku paşmahîyên DAIŞê li Şerqatêbên nêçîrkirin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Polîsên Îraqî qeyikekê amade dikin di çarçoveya operasyonekê de ku Duşemê (17ê Îlonê) pêk hat daku paşmahîyên DAIŞê li Şerqatêbên nêçîrkirin. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî û çekdarên êlan çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonekê de kuştin ku di roja Duşemê de (17ê Îlonê) de pêk hat li bakur-rojhilatî bajarê Şerqatê li Selahedînê, berpirsekî ewlehîyê ragihand.

Operasyona ewlehî ya berfireh "binbirkirina şanên DAIŞê li Şerqatê" armanc dike, Şêx Eşam Subhan Cibûrî, fermandarê lîwayê 51ê li Şerqatê, wiha ji Diyaruna re got.

Hêzine ji Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, birêveberîya polîsê Selahedînê, polîsê Şerqatê, artêşa Îraqî û ji alaya êlî ya 51ê beşdarî operasyonê dibin, wî got.

"Operasyonê bal da gundê Kanûsê û deverên li derdora wê, bi taybetî devera Hewîcat Uweybedê û giravên li çemê Dicleyê, çiku çavkanîne hewalgirî gotin ku hejmarek ji terorîstan xwe li wir vedişartin," wî anî ziman.

Hêzên ewlekarîyê û çekdarên êlan xwe amade dikin daku êrîşî veşartgehên DAIŞê bikin di oerasyoneke ewlehî de roja Duşemê (17ê Îlonê) li Şerqatê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê û çekdarên êlan xwe amade dikin daku êrîşî veşartgehên DAIŞê bikin di oerasyoneke ewlehî de roja Duşemê (17ê Îlonê) li Şerqatê. [Wêne ji birêveberîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Wî got ku "me destpêkê deverên armanckirî dorpêç kirin û paşê me êrîşî çeperên dijmin kirin ji erd û ji asman, ku di encamê de çar endamên wan heta niha hatine kuştin."

Wî ragihand ku du malên vehewanê hatin wêrankirin, yek ji wan maleke piçûk li nêzî projeya avê li gundê Kanûsê bû, herwiha du tunêl jî hatin wêrankirin.

"Hêzên me operasyonê dê berdewam bikin heta ku hemî endamên terorîst ên veşartî têk bibin," wî got. "Agahîyên me teqez dikin ku neh terorîst hîna sax in; me baş wan dorpêç kirine, û em nahêlin ku ew birevin."

Operasyonên ewlehî berdewam in

Operasyone weke van "hema hema her heftî" pêk tên ji hêla hêzên hevbeş ên artêşa Îraqî, polîs û êlan, herwiha bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî, Cibûrî ragihand.

Wî got ku ev operasyon armanc dikin ku deverên dûr û paşguhkirî ji paşmahîyên DAIŞê rizgar bikin li Şerqatê û derdora wê,herwiha endamên tundrû armanc kirin li navçeya Hewîcayê li rojavayî Kerkûkê û li navçeya Hetrayê li başûrê Nînewayê.

"Berî du heftîyan, me pêngavek li Cebel Mexûlê pêk anî û 16 terorîst kuştin, û di meha borî de me pêngaveke mezin û bibandor pêk anî, di nav de pêngavek ku 10 terorîst çinîn li rojavayê Sinîyayê," wî got.

Wî anî ziman jî ku paşmahîyên DAIŞê nema dikarin kirarên terorî pêk bînin li ser asteke berz.

Cibûrî got ku "ew danê şevê tevdigerin û di demine destnîşankirî de daku operasyone piçûk pêk bînin, weke teqandina bombeyeke bidestçêkirî yan revandinekê yan jî kuştinekê, daku peyamekê ragihînin ku ew hîna henin."

Wî got ku "hêzên me kontrolê dikin, û dijmin tu şiyana wî tune ye ku li hember wan yekser rawestin herwiha nikarin xwe demeke dirêj di baregehên xwe de veşêrin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500