Nûçeyên Iraqê
Analîz

Qaida rexne li Misilmanan dike ji ber ew derbarê rola wê di êrîşên 11ê Îlonê gumanbar in

Salaam Times

Mêrek di nav molozan re dimeşe piştî hilweşandina bircê yekem ê Navenda Bazirganîyê yê Cîhanî di 11ê Îlona sala 2011an de, li New Yorkê. [Doug Kanter/AFP]

Mêrek di nav molozan re dimeşe piştî hilweşandina bircê yekem ê Navenda Bazirganîyê yê Cîhanî di 11ê Îlona sala 2011an de, li New Yorkê. [Doug Kanter/AFP]

Xebatê dike daku di çavên xelkê de were pejirandin, Qaida di salvegerîya hevdemîn de ya êrîşên terorîst li Amerîkayê, daxuyanîyeke gelemperî weşand tê de xwe kir berpirsa stemkarîyê û hemû kesên ku bawerîya wan bi ji bilî vê yekê tê rexne kirin.

Ji bo ku hêza Qaidayê teqez bike, peyamê herwiha bîrdozîya komployê ya belavbûyî ya têkildar êrîşên 11ê Îlonê red kir -- peyama ku dibêje ku bûyer birîneke xweser bû da ku êrîşên xwe yên serbazî li Rojhilata Navîn mafdar bike.

Sazemenîya Beyanê ya Qaida ya bo Berhemdayîna Medyayî daxuyanîya li jêr serenavê "Erê, me kir" weşand îro Sêşemê (11ê Îlaonê).

Daner Şêx Bilal Xureysat e (Ebû Xedîce el-Urdinî) ku serkirdeyekî Qaidê yê bilind li Sûrîyayê ye, û têkilîyên wî bi emîrê Qaidayê Eymen Zewahirî re, cîgirê Usama bin Ladin, hene.

"Erê me ev yek kir ", Qaida di salvegera hivdemîn a êrîşên 11ê Îlonê li Amerîkayê de vê yekê teqez dike. [Dosya]

"Erê me ev yek kir ", Qaida di salvegera hivdemîn a êrîşên 11ê Îlonê li Amerîkayê de vê yekê teqez dike. [Dosya]

Tevî ku serkirdeyê Qaida yê berê Usama bin Ladin angaşt ku ew berpirsê êrîşên 11ê Îlonê ye li Amerîkayê, bîrdozîya komployê ya berdewam li cîhana Îslamî dîyar dike kir ku Amerîkayê ev bûyer kir da ku cengên xwe li Rojhilata Navîn mafdar bike. [Dosya]

Tevî ku serkirdeyê Qaida yê berê Usama bin Ladin angaşt ku ew berpirsê êrîşên 11ê Îlonê ye li Amerîkayê, bîrdozîya komployê ya berdewam li cîhana Îslamî dîyar dike kir ku Amerîkayê ev bûyer kir da ku cengên xwe li Rojhilata Navîn mafdar bike. [Dosya]

Dijminê mujahidînan

Daxuyanî dest pê dike komeke "dijminan" tawan bar dike ku ew xwezaya êrîşên 11ê Îlonê gumanbar dikin.

"Ev yek ne tiştekî xerîb e, ji ber ev dijmin xwe dispêrin vê siyasetê gumanê da ku bawerîyê bi jîhadîyan kêm bikin, ew giftûgo dikin ku ev yek dê nebûba eger alîkarîyeke raz di nav ajansên istixbaratên navdewletîn de neba mujahidînan dê nikarîba wê yekê bikin!", daxuyanî dibêje.

"Lêbelê, tiştê ku bi rastî xerîb e ew e ku hin Îslamîst, ên ku rihê wan ava bûye ku têkçûnê di her qonaxekê ji jîyana xwe qebûl dikin, divê bikevin vê bêdengîya xirabûyî de" daxuyanî dibêje. "Ew [Îslamîst] guman dikin derbarê şîyana mujahidînan ku karibin operesyonên mîna van ên yekane ên astbilind pêk bînin."

Ev Îslamîst, ên gumanbar in derbarê şîyana Qaidayê, "şîyana xwe bi ya dijminên xwe re berawerd dikin" û ew di bin hêz û sitemkarîya vê ya dawî de maye".

Daxuyanî tê di nav tevlihevîyeke mezin di nav hejmareke rêxistinên tund ên mezin de, ji ber ku ew kom girêdayî rêxistinê ne, the "Dewleta Îslamî" û hin din derdê têkçûnên berdewam li Sûrîya , Afxanistan û deverin din dikişînin.

Herwiha diyar ku Qaidayê xetekê di nav xwe komên çekdar ên din de -- ew Îslamîstên gumanbar -- li herêmê xêz dike.

Daxuyanî dibêje ku ev Îsalmîyên tê payîn ku ew qels û tirsonek in, "xwe, û kesên din didin qayilkirin, bio bendewarî, bipaşveçûn, û eşkerekirina belgeyan daku hêzên navdewletî razî bikin."

Ew "ji ya xwe vedigerin û li xwe dizivirin," daxuyanî dibêje.

"Ji dêvla dermankirina nexweşîyên di dilên wan de, di rêya Xwedê re û xurtkirina bawerîyê bi wî, tu dê bibîne ku ew helwesta xwe rave dikin, doza xwe dîyar dikin, û bidestxistî û armancên xwe radigihînin."

Bîrdozîyên komployê tên kifşkirin

Daxuyanîya Qaîdayê dîsan teqezkirina giringî û "serkeftina" wê armanc dike -- heta teqezkirina tiştekî ku ji berî 17 salan çêbûye -- û herwiha alîkarîya kifşkirina dîtaneyên pîlanbazîyê yên gelêrî li herêmê dike.

Yek ji van bîrdozîyan ew e ku Amêrkayê balefirin revandin di 11ê Îlonê de da ku xwe derbarê şerên li Rojhilata Navîn mafdar bike.

Teorîyeke komployê ya din ya berdewam ew e ku DAIŞ û rêxistinên tund mîna wê ji çêkirina welatên Rojavayî ne , bi taybet ji alîyê Amerîkayê ve.

Her yek ji van dîtaneyan xwedî piştevanîyeke mezin e li beşên cihêreng ji welatê Îslamî di navebera hejmareke mezin de ji xelkê, di nav de siyasetmedar.

Weke van dîtaneyan ew derewên ku komên cihêreng û alîyên çalak ên girêdayî dewletê bi kar tînin da ku rastîyan li ser erdê berevajî bikin, komeke kesên akedîmî, pispor û kesên oldar gotin.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), bi taybetî, gelek caran bi derewa belav kiriye ku dewletên Rojavayî şerên li Rojhilata Navîn gur dikin.

Heta dema ew xwe bi belavkirina van derewan mijûl dike, Îran weke bendergeheke demdirêj ji endamên Qaidê yên tên xwestin re tê dîtin û ew mêvandarîya kurê bin Ladin, Hemza dike, yek ji serkirdeyên ku ji rêxistina bavê xwe ya terorîst derketiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500