Piranîya niştecihên navçeya Kermayê li parêzgeha Enbarê yên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) penaber bûbûn li malên xwe vegeriyan, birêveberîya navçeyê îroj Duşemê (17ê Îlonê) got.
Dora %90 ji niştecihên Kermayê yên li kampên bêwaran bi cih bûbûn li Enbar û Bexdayê vegeriyan malên xwe, şaredarê Kermayê Ehmed Mixlif Dulêmî wisa ji Diyaruna re got.
Ji çaxa ku hêzên Îraqî DAIŞ ji navçeyê derxistine di Gulana 2016an de, "hêrî kêm 1,500 malbat vegeriyan navenda naçeyê û bajarokên wê," wî got.
Dulêmî ragihand ku piranîya wan kesên ku hîna li bendewarîya bêsûcîya xwe ne daku vegerin "endamên malbatên çekdarên DAIŞê" ne.
Wî got ku ew kes nikarin vegerin heta ew li beramberî dadgehê ragihînin, ku tu têkilîyên wan bi endamên malbatên ku di karên terorê de kar dikin re tune ye.
Vegera niştecihên navçeyê pêk hat dest bi dest bi xebatên ku dîsan avahîyan û binesazîyên sereke ava dikin re.
"Me hevkarîyeke biber bi rêxistinên navdewletî, hikumeta xwecihî ya Enbarê û bi sazîyên hikumetê yên din re bi dest xistiye, û me bi hev re kar kiriye heta me dikarîbû xwe li ber hemû berhengarîyan ragirin," Dulêmî anî ziman.
Wî got ku xizmetguzarîyên sereke xweşik dixebitin, "û xebatên me berdewam in."
Ewlehî êdî hatiye çesipandin
Dulêmî ragihand ku Fermandarîya Operasyonên Rojhilatê Enbarê û Bakurê Bexdayê ew berpirsîya parastina navçeya Kermayê hildigirin.
"Belavbûneke ewlehî ya berfirh li naçeyê heye, û baldarîyeke mezin tê kirin bo xurtkirina wê û girtina çi kendan daku terorîst nikaribin derbasî paytextê bibin," wî got.
Wî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê operasyonên lêgerînê bo dîtina çeperên DAIŞê û şopandina paşmahîyên wê berdewam dikin, û da zanîn jî ku birêveberîya xwecihî piştevanîya van pêngavên berdewam dike daku navçe aram û ewle bimîne.
Niştecihên xwecihî "piştevanîyeke mezin" pêşkêşî hêzên ewlekarîyê kirin ku alîkarî û agahîyên hewalgirî pêşkêşî wan kirin ku gelek kes dan bi girtin û veşartgehên DAIŞ hatin dîtin û herwiha veşatgehên çekan.
Weke bersiv ji agahîne hewalgirî re, hewalgirîya serbazî ya Îraqî tundrûyekî xwestî girtin roja Înê (14ê Îlonê) li navçeya Kermayê ku di daxuyanîyekê de ew weke daveke "baş blankirî" wesif kiriye.
Roja bi dûv re, hewalgirîya serbazî di hewldaneke "xapandina terorîstekî" de bi ser ket, ku wî li devera Ebû Casimê girtin li Kermayê.
Yê girtî "çekdarekî girêdayî Ceyşa Mucahidîn bû," yê ku "di gelek operasyonên terorî de beşdar bûbû," wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.