Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Çalakvanên Sûrî hilbijartinên xwecihî weke tinazîyekê dibînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karmendên Sûrî li navendeke dengdanê ya hilbijartinên xwecihî û hilbijartinên encumenên parêzgehan li herêma beravî Tertûsê di 16ê Îlonê de kar dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Karmendên Sûrî li navendeke dengdanê ya hilbijartinên xwecihî û hilbijartinên encumenên parêzgehan li herêma beravî Tertûsê di 16ê Îlonê de kar dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî roja Yekşemê (16ê Îlonê) hilbijartinên xwecihî çêkirin li deverên welat ên li jêr kontrola wê, tevgereke çalakvanan ew weke "tinazî" bi nav kirin.

Kirina hilbijartina hewldaneke bo xwedizîna li çareserîya siyasî bi rêya ku hemû payeyên îdarî yên gelemperî bispêrin hevalbendên rejîmê, wan got.

Navendên dengdanê li deverên li jêr kontrola rejîmê roja Yekşemê derîyên xwe vekirin bo hilbijartinên xwecihî û hilbijartinên birêveberîya xwecihî û ya herêmî yên yekem ji çaxa ku şerê Sûrî dest pê kir di sala 2011an de, daku endam û serokên encumenê hilbijêrin.

Medyaya dewleta Sûrî eşkere kir ku bêtir ji "40,000 kandîdan" ketine pêşbirkê de bo 18,478 rûniştekan li hemû parêzgehan" -- daxuyanîyeke ku bi gumanbarî hat pêşwazkirin.

Berpirsên hikûmetê dengê xwe di hilbijartinên xwecihî yên li Sûrîyayê dan li navendeke dengdanê ku bi awayekî xwemalîkî ji wan re li Şamê hatibû sazkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Berpirsên hikûmetê dengê xwe di hilbijartinên xwecihî yên li Sûrîyayê dan li navendeke dengdanê ku bi awayekî xwemalîkî ji wan re li Şamê hatibû sazkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Tiştê herî kêm ku mirov dikare derbarê van hilbijartinan bibêje ew e ku ew tinazî ne," parêzerekî Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî pirsî ku çawa mirov dikare hilbijartinan bike dema ku nêvî ji xelkên Sûrî yan penaber in li dervey welat yan jî li kampên bêwarîyê yên cihêreng dijîn.

"Ji ber ku ev xelk nikarin dengê xwe bidin, encam ji berê ve hatine biryardan bo bercewendîyên hin kandîdên girêdayê rejîmê," wî got.

Venerînekê bo lîsteyên kandîdan dîyar kir ku gelek ji wan kesên ku ji seroktîya encumenê re hatine pêşniyazkirin kandîdên alîgirê rejîmê ne, wî not kir, yên piranîya wan rolin siyasî û serbazî lîstin di piştgirîya rejîmê de di van salên dawî de.

Hilbijartinên mîna van, di welatekî ku çend salan rastî şer hatiye, divê werin lidarxistin li jêr serperiştîya NY û rêxistinên çavdêrîyê tên navdewletî daku pakîya tedbîr û encaman misoger bikin, wî got.

Hilbijartin metirsîyan derdixin holê

Ev hilbijartin hejmareke metirsîyan derdixe holê, çalakvanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyarna re got.

Wî balkişand ku navên kesên dilsozên rejîmê û beşên siyasî di lîsteyên kandîdan de li parêzgehên ku hîn li derveyî kontrolê ne tên hewandin, di nav wan parêzgehan de Reqa, Hesekê û Dêra zorê.

"Ev yek dê misoger bike ku ti kandîdên din ên dijberî rejîmê dê li wan sazîyan kar neke," wî got.

Ebdula got ku lidarxistina van hilbijartinan ne beşek bû ji giftûgoyan ber bi çareserîyeke aştiyane ve daku şer bi dawî bikin, û wî not kir "birêveberîyên xwecihî ji nav hêmanên bingehîn in ên ku divê di giftûgoyan de werin çareserkirin".

Rejîm şert dike ku eger ev birêveberîyên xwecihî werin damezrandin, di pêşeroja nêzîk de ew dê neyên rakirin, wî got, bi vî awayî ew kontrola xwe li ser van encumenan misoger dike.

Awayê ku hilbijartinên xwecihî tên lidarxistin, wî got "tê bêje qey tu şoreş neqewimî daku mafên sivîlan û azadîya bijartinê misoger bike".

"Gelo ti guhertin dê çêbibe?"

Li Şamê posterên hilbijartinan ên ku piranîya wan sûretên kesên ku di payeyan de ne dihewînin li meydanên gelemperî hatine hilawestin, di nav de Bajarê Kevin, AFP ragihand.

Piranîya kandîdan berê endamên partîya Bas ya hukimdar bûn yan jî têkildarî wê bûn, vê yekê hişt ku hin kes dengê xwe nedin.

"Çima dengdan? Ti guhertin dê çêbibe? Bila em bi xwe re rast bin," Humam, ê 38 salî ku li navçeya Mezê ya Şamê kar dike, ku bijart ku di mala xwe de bimîne, got.

Hejmara rûniştekan biçekî zêde bû ji dora 17,000 payeyên ku di hilbijartinên çûyî de berdest bûn, ji ber ku gundên piçûk kirin şarederîyên tam.

Endamên encumenê çar salan xizmetê dikin li ser asta şarederîyan û bi piranî ew berpirs in ku xizmetguzarîyan û kar û barên îdarî dabîn bikin.

Cara dawî ku hilbijartinên xwecihî hatin lidarxistin di Mijdara sala 2011an de bû, neh mehan piştî şer.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500