Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ewlehîyê li biyabana Nînewayê xurt dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî zilamekî ku dihat xwestin girtin di êrîşeke de vê dawîyê li navçeya Hetrayê li başûrê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî zilamekî ku dihat xwestin girtin di êrîşeke de vê dawîyê li navçeya Hetrayê li başûrê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî çalakîya xwe ya ewlehîyê xurt dikin li navçeya Hetrayê li başûrî parêzgeha Nînewayê weke beşek xebatan daku kontrolkirineke çêtir li ser deverên biyabanî yên berfireh bikin, berpirsekî xwecihî îroj Înê (14ê Îlonê) wiha ji Diyaruna re got.

Di dawîn êrîşên li ser navçeyê de, hêzên ewlekarîyê endamine şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin û hinek endamên din ên şanê girtin, li gorî birêveberîya Hetrayê ya xwecihî.

Roja 9ê Îlonê, hêzek taybet ku ji polîsê Nînewayê û Şana Bazên Hewalgirîyê pêk dihat sê endamên DAIŞê kuştin li gundê Selalê, piştî li pey wan ketin, bi wan re ketin pevçûnan de û otombîla wan ya ku wan diajot şewitandin.

Hersê li jêr navên Husên Elî Mihemed Obêda, Ebdul Rehman Casim Husên Şebab û Basim Mihemed Emdîd hatin binavkirin, ku ew ji gundê Îsa li navçeya Şerqatê li bakurê Selahedînê, li ser sînorên bi parêzgeha Nînewayê re ne.

Di vê wêneyê de leşkerên Îraqî pagereke ewlehî pêk tînin li deverên biyabanî li navçeya Hetrayê li parêzgeha Nînewayê, ku di 12ê Îlonê de li ser enternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de leşkerên Îraqî pagereke ewlehî pêk tînin li deverên biyabanî li navçeya Hetrayê li parêzgeha Nînewayê, ku di 12ê Îlonê de li ser enternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hersê ji hêla hêzên ewlekarîyê dihatin xwestin.

Operasyonine weke van hatin pêkanîn di heyama çend heftîyên dawîn de ku şanene DAIŞê dikirin armanc li deverên ku bi ser bilindahîyên Bacê ve diçin, şaredarê navçeya Hetrayê Besman Ehmed Sultan Ehmedî wiha ji Diyaruna re got.

Wî ragihand ku "çalakîyeke ewlehî ya geşbûyî li navçeyê heye, hêzên ewlekarîyê bihêz li wir tevdigerin, ku êrîşine nivşkayî û bibandor pêk tînin li ser dijmin."

Wî ragihand ku "herêma biyabanî, ku bi parêzgehên Selahedîn û Enbarê ve girêdayî ye, operasyone ewlehîyê bi vê hişkbûnê hîn nedîtiye." "Lê em îroj dikarin bibînin ku miqatebûneke mezin heye ku gerek wê biparêzin û êrîşî her pêgeheke terorî li wir bikin."

Gefeke ewlehî tê rawestandin

Gefa ku paşmahîyên DAIŞê çêdike yên ku li deverên biyabana Hetrayê xwe vedişêrin "li bin guhê hev dike, û aniha rewş aram e," Ehmedî got.

Ehmedî anî ziman jî ku hêzin Firqeya 20an yên artêşa Îraqî û polîsê xwecihî li navenda navçeyê bi cih dibin, û navçe baş ewle ye.

Tevî wilo, vegera malbatên penaber li navçeyê, "hîn ne di asta xwestî de ye, ku tenê 200 malbat vegeriyane ji eslê 3,000î heta niha," wî got.

Wî anî ziman ku ev yek vedigere rêjeya bilind a ziyanên ku gihaşt binezasîyê ziyanên ku encama şerê têkbirina DAIŞê bû, da zanîn jî ku "hemû beşên xizmetguzarîyan hatin wêrankirin."

"Em baş kar dikin û her tiştê ku ji me tê em dikin bo em rewşa xizmetguzarîyan baş bikin daku em xelkê han bidin ku vegerin," Ehmedî got.

"Me projeyeke avê li bajêr çalak kir û me jêneretorekî mezin danî bo kehrebê bide xelkê heta torên enerjîyê werin çaksazkirin," wî ragihand.

Wî anî ziman ku "şeş dibistan li navçeyê gerekdarî nûavakirinê ne," da zanîn jî ku weke çareyekê demikî, du dibistan hatin vekirin di rakêşekekê de bo pêşwazîkirina xwendekaran bikin di sala xwendinê ya nû de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500