Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di dema ku alozî mezintir dibe, tundrew hêzên xwe yek dixin li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarine Heras el-Dîn, hêza ser bi Qaîda ve, li gundewarê bakurî yê parêzgeha hemayê tên dîtin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarine Heras el-Dîn, hêza ser bi Qaîda ve, li gundewarê bakurî yê parêzgeha hemayê tên dîtin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Bi dehan endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tevlî rêzên Huras el-Dîn bûn, paş gihiştin bi rêkeftinekê di navbera her du rêxistinên tundrew û Tehrîr el-Şam de weke hazirî ji êrîşeke pêşbînkirî ya rejîmê li ser Idlibê, çalakvanan dîyar kir.

Çavdêran dîyar kir ku bi dehan endamên DAIŞê li Idlibê û gundewarên Hemayê û Helebê li çeper û deverên li jêr kontrola Huras el-Dîn, ku ser bi QAîda ve ye,hatine bicihkirin, çalakvanê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev gav weke hazirîyekê bo êrîşeke ji alîyê rejîma Sûrîyayê û milîsên alîgirên wê tê dîtin.

Esaf got ku wî ji çend jêderan piştrast kir ku gotûbêjan dest pê kiriye di navbera hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam û endamên DAIŞê de têkildarî ragihandina agirbestekê di navbera her du alîyan de.

Ev navgînine serbazî yên Heras el-Dîn, hêza ser bi Qaîda ve,li Sûrîyayê ne. Bi dehan endamên DAIŞê tevlî rêzên wê bûn piştî ew gihiştin rêkeftinekê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev navgînine serbazî yên Heras el-Dîn, hêza ser bi Qaîda ve,li Sûrîyayê ne. Bi dehan endamên DAIŞê tevlî rêzên wê bûn piştî ew gihiştin rêkeftinekê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku van gotûbêjan hevkarîya serbazî di navbera her du alîyan de dest pê kir, ji ber armanca wan a hevbeş vegerandina êrîşa pêşbînkirî ye.

Yekbûneke demkî di navbera DAIŞ û Huras el-Dîn de pêk hatiye, û ew dê bi Tehrîr el-Şam hevkarîya serbazî bikin, ji ber ku Huras el-Dîn hejmarek ji deveran li beramberî deverên li jêr kontrola rejîmê de kontrol dike.

Li hinek deveran tê payîn ku şer bi rejîmê re dest pê bike.

"Çekdarên Huras el-Dîn li Cisir el-Şixûr û deverên wê, û gundewarê bakurî yê Hemayê û gundewarê Laziqîyayê cih digirin," Esaf got.

Huras el-Dîn destpêka vê salê hatiye damezrandin ji alîyê hejmarek ji bawermendên berê yên Tehrîr el-Şam, ên ku li dijî ragihandina hevbendîyê ya parçebûna ji Qaîdayê bûn.

Ji dema damezrandina wê, Huras el-Dîn kampîneke berfireh a tecnîdkirinê ya heta radeyekê serkeftî dest pê kir, bi saya mûçeyên bilind ê ku ew dide kesên tevlî rêzên wê dibin, Esaf balkişand.

"Vê yekê hişt ku rêxistin hebûna xwe li deverê berferehtir bike,û aniha heta bi bajarokê Sermîn û deverên cîran ên li nêzî bajarê Idlibê berfereh dibe," wî got.

"Rêxistineke din ku hebûna wê li deverê heye Partîya Îslamî ya Turkistanê li Sûrîyayê ye, ya ku hiştiye ku ew yek ji xeternaktirîn dever be," Esaf got.

Şênîyên Idlibê ji deverê direvin

Esaf got ku ev hêzên hundrew li ser asta cîhanî weke rêxistinên terorîst tên naskirin, û ev yek tê wateya ku her rêkeftinek bo xwedûrkirin ji rûbirûbûyîna serbazî li herêma Idlibê dê wan li xwe negire.

Wî da zanîn ku ji ber pêşbînîkirina xeterîyê, şenîyên deverê bi hejmarên mezin direvin deverên ewletir ên li bakur.

"Ji 1 heta bi 12ê Îlonê, agahîyên berdest nîşan didin ku zêdebûneke mezin di hejmara qurbanîyan de heye û tirs hene ku ev girjî bibe sedema bêwarbûyîna 38,500 kesan," Ajansa Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) Pêncşemê (13ê Îlonê) ragihand.

Komîsyona NY Çarşemê bang li tudrewan û komên opozîsyonê li Idlibê kir ku deverên bajarî biterikînin bo parastina sivîlan ji her êrîşeke rejîmê, AFP ragihand.

Pêşinyarname hat piştî ku şanderê taybet ê NY bo Sûrîyayê, Stîfan de Mistura, heftîya borî muhletek bo çekdarên li Idlibê dîyar kir bo ew ji bajaran vekişin.

Ajansên NY û rêxistinên mirovî gelek caran haydarî dan ku her êrîşeke berfireh li ser Idlibê dibe xirabtirîn felaketên mirovî di şerê heft-salî yê Sûrîyayê de bîne holê.

Komîteya Lêpirsînê ya têkildarî rewşa Sûrîyayê ya NY Çarşemê bang li tundrewan û çekdarên opozîsyonê kir ku deverên bi wayekî herî himbiz niştecihbûyî ye li herêmê biterikînin, û ew warê dora sê milyon kesan e.

"Piranîya wan rêxistinên terorîst û komên çekdar ên din, li bajaran in," serokê komîsyonê Paulo Pinheiro ragihand.

"Divê komên çekdar derkevin û jîyana sivîlan biparêzin?" endamê panelê, Hanî Mexalî pirsyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500