Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî alîkarîya navdewletî kûr dike daku şerê terorîzmê bike

Xalid Taî

Serokwezîr Heyder Ebadî gotarekê dide li Konferensa Ewlekarîyê ya Myonîxê di 18ê Sibatê de, ew bang dike bo alîkarîya navdewletî ya xurt daku şerê terorîzmê bikin. [Wêne ji ofîsa Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Serokwezîr Heyder Ebadî gotarekê dide li Konferensa Ewlekarîyê ya Myonîxê di 18ê Sibatê de, ew bang dike bo alîkarîya navdewletî ya xurt daku şerê terorîzmê bikin. [Wêne ji ofîsa Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Alîkarîya istixbaratî bo şerê terorîzmê di navbera Îraq û welatên din de jihevxistina çend şanên girêdayî "Dewleta Îslamî" û têkbirina êrîşên gengaz encam da, berpirsên Îraqî gotin.

Xebatên hevkarî di navbera Îraq û welatên hevpeymanîya navdewletî encamin girîng derbarê şerê terorîzmê encam dan, lêkolînerê karûbarê siyasî û stratîjî, Emîr Saidî ji Diyaruna re got.

"Hevpeymanîyê bi me re kar kir û piştgirîya serbazî ya yekser ji me re dabîn kir ya ku alîkarî, kir di têkbirina terorîstan de û vegerandina bajarên me," wî got.

Ji dema têkçûna DAIŞê li Îraqê, ev alîkarî "rêbazekî nû girt û aniha ew giranîyê dide xebatên istixbaratî û guhastina agahîyan", wî got.

Wezîrê Berevanîyê yê Îraqî Irfan Heyalî çavdêrîya karê karmendên istixbaratan dike, karmendên ku belgeyên di veşartgehên DAIŞê de hatine dîtin analîz dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Wezîrê Berevanîyê yê Îraqî Irfan Heyalî çavdêrîya karê karmendên istixbaratan dike, karmendên ku belgeyên di veşartgehên DAIŞê de hatine dîtin analîz dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

"Li ser bingeha agahîyên istixbaratî yên deqîq ji alîyê şana Bazên Îraqî, hêza cewî ya girêdayî hevpeymanîya navdewletî gelek êrîşên tund li dijî veşartgehên DAIŞê cîbicî kirin, serkirdeyên rêxistinê yên herî berz li Îraq û Sûrîyayê dikirin armanc," wî got.

"Di dema operesyonên rizgarkirina bajaran, hêzên Îraqî karîbûn bi dehan belgeyên girêdayî çalakîyên DAIŞê û şanên rêxistinê yên nepenî li seranserî cîhanê bi dest bixe," wî got.

"Gefeke bo hemû welatan"

Mikurhatinên serkirde û endamên DAIŞê herwiha hûrgilî derbarê komployên ku welatên din dikin armanc kifş kirin, wî got, ji ber ku hikûmeta Îraqî bi desthilatdarîyên istixbaratî yên van welatan re agahîyan bi par ve dike, Saidî got.

Di 16î Tebaxê de, Serokê Îraqî Fuad Meesûm ji Misr Yewm re got ku "Bexda û Qahîra bi ser ketin di têkbirina planên terorîstên DAIŞê bo armanckirina Misrê", wî anî ziman ku alîkarîya dualî gelek şanên teror ji hev xistin.

Urdin û Îraqê di 5ê Tebaxê de peymanek bo parastina sînor û dijberîya terorîzmê û avakirina şîyana istixbaratî imze kir, Jordan Times ragihand.

Ev yek dê guhaztina pisporî û agahîyan derbarê parastina sînor hêsan bike, pêşxistina şîyanên istixbaratî û alîkarîyê bike di şer hemû şêweyên terorîzmê di nav bendên din de.

Herwiha Îraq bi Ewropayê re jî beşdar bû derbarê hevkarîya istixbaratî û "roleke cewherî" lîst di kifşkirina serkirdeyên teror yên xeternak ên plan dikirin ku êrîşan li ser parzemînê cîbicî bikin, Saidî got.

DAIŞ"bawerîya wê bi sînorên ciopolîtîkî nayê û hemû welatan bê istisna armanc dike", Îsam Feylî yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike, got.

Girîng e ku mirov "sîstemeke cîhanî bo hevkarîyê pêş bixe di rêya avakirina odeyeke operesyonê ya mezin daku agahîyên istixbaratî bi hev re biguhêzin û databêseke hevbeş ava bikin daku alîkarîyê bi wan re bike ku bidin dû terorîstan û wan bigirin", wî ji Diyaruna re got.

Îraq "pêşketinekê pêk tîne dema em behsa zêdebûna asta alîkarîya istixbaratî û ewlehî dikin li ser asta herêmî û li ser asta navdewletî" , wî got.

"Bi saya mîrata pisporî û agahîyên ku Îraqê wergirtin, hêsantir bûye ku mirov çalakîyên DAIŞê li çi deverê li seranserî cîhanê têk bibe di rêya hevpeymanîyên hevbeş re," wî anî ziman.

Hevkarîya istixbaratî

Hevkarîya istixbaratî ya navdewletî bo şerê li dijî DAIŞê "gelekî girîng e", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şubêb ji Diyaruna re got.

"Divê em berêtîyê bidin vê yekê ji ber terorîzm gefeke navdewletî ye," wî got.

"Gelek terorîst ji Îraqê reviyan piştî têkçûna wan di qada şer de û hin ji wan vegeriyan welatên xwe yan jî welatin din," wî got.

Ev revoke dibe ku weke "bombeyên demkî" werin raçavkirin, wî anî ziman.

"Divê ev tekekes azad nemînin û divê bidin dû wan û wan bigirin, û em nikarin vê yekê pêk bînin eger xebatên hevbeş bo guhaztina agahîyan di navbera welatan de neyên peydakirin," Sebawî teqez kir.

Ji bo vê yekê, wî got, berpirsên Îraqî nêt dikin ku etmosferekî ji têgihaştina pêkguhork biafirêne bi welatên din re li herêmê û li seranserî cîhanê.

"Dema em bi şandeyeke dîplomatîk re dicivin, doza qayimkirina guhaztina agahîyên istixbaratî her û her li ser lûtkeya bernameyê ye," wî got.

"Şandeyên welatan bi heman giranîyê beşdar dibin û nêt kirine ku bi awayekî tam terorîzmê rakin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500