Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî biyabana Enbarê ji teqemenîyan dimalin

Xalid Ta'î

Leşkerekî Îraqî ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê mûşekên ku "Dewleta Îslamî" li paş xwe hêlane bi hev girê dide daku ji dûr ve wan biteqîne di vê wêneyê ku di 7ê Tebaxê de li ser enternêtê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê mûşekên ku "Dewleta Îslamî" li paş xwe hêlane bi hev girê dide daku ji dûr ve wan biteqîne di vê wêneyê ku di 7ê Tebaxê de li ser enternêtê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Çarşemê (12ê Îlonê) bi dehan bombeyên bidestçêkirî û mayîn ji hev xistin, ên ku ji hêla DAIŞê ve hatibûn hiştin li biyabana parêzgeha Enbarê, fermandarekî êlan ji Diyaruna re eşkere kir.

Metryalên teqîner di heyama sê rojên pêşîn de hatin dîtin di operasyoneke maliştinê de ku yekîneyin ji Fermandarîya Operasyonên Cezîra, Firqeyên 7mîn û 8mîn ên artêşê, polîs û yekîneyên rewşên awarte yên sînorî pêk anîn, û herwiha çekdarên êlan, Şêx Qeterî Semermedî Obêdî anî ziman.

"Ev hêz, bi piştevanîya hêza asmanî ya Îraqî û balefirên hevpeymanîya navdewletî, dest bi maliştineke mezin kirine roja Yekşemê li Biyabanê ji devera Terabîşayê, li girava Remadîyê, heta sînorên bi Sûrîyayê re," wî got.

Herwiha wî ragihand ku deverên mezin li giravên Hêt, Bexdadî û Rewayê hatin teftîşkirin, ku tengav û şikeftên xwezayî li wan hene, herwiha bîstan û dehlek şînatîyan li dirêjahîya qeraxa bakurî ya çemê Feratê.

Hêzên Îraqî hejmarek mezin ji mûşek û avêjerên bombeyan dîtin di veşartgehên DAIŞê de li rojavayê biyabana Enbarê di meha Tîrmehê de. [Wêne ji ofîsa medyaya Firqeya Piyadeyê ya 8mîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî hejmarek mezin ji mûşek û avêjerên bombeyan dîtin di veşartgehên DAIŞê de li rojavayê biyabana Enbarê di meha Tîrmehê de. [Wêne ji ofîsa medyaya Firqeya Piyadeyê ya 8mîn hatiye wergirtin]

"Lêgerîn bû encama dîtina175 bombeyên bidestçêkirî û mayînan û hejmarek mezin ji avêjerên ku li DAIŞê vedigerin di dema kontrolkirina wê de li ser deverine berfireh ji Enbarê," Obêdî ragihand.

Hinek bombeyên bidestçêkirî yên ku hatin dîtin bi teqemenîyên ji celebê C-4 ku xwedî bandoreke bilind in, tijî bûn.

Hêzên Îraqî herwiha "heft tunêlên DAIŞê yên kevin wêrankirin li deverên Sin Dîb û Berûdayê" li biyabanê di navbera herdu bajarên Hêt û Bexdadîyê de, wî got.

Operasyonên şopandina DAIŞê "dê ranewestin"

Obêdî anî ziman ku dema berî destpêkirina operasyonê kuştina hejmarek mezin ji serkirde û endamên DAIŞê hat dîtin di operasyon û êrîşên hevpeymanîyê de, bi taybetî li Girava Rewayê.

"Agahîyên di dest me de dibêjin ku hîn [Girava Rewayê] terorîstan dihewîne," wî got.

Obêdî got ku "pêngavên maliştinê dê ranewestin," da zanîn jî ku hêzên ewlekarîyê bi giranî li biyaban û derdora bajaran balav dibin.

"Derfetên ku bi tenê li pêşîya terorîstên mane ew in ku yan dê bimirin yan jî dê têkevin dest hêzên me," wî ragihand.

Heftîya borî, serkirdeyekî DAIŞê yê xwestî hat girtin di operasyoneke serkeftî de li gundê Mudîmê, li rojavayê Enbarê.

"Ukab Şahîn Cabir Heyanî, ku serkirdeyekî DAIŞê yê payeberz bû li devera Şamîyayê li Enbarê, aniha bo çalakî û têkîlîyên wê yên terorî tê lêpirsîn," Obêdî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500