Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD dest bi pêngava dawî ji operasyona Dêra Zorê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahrayê

Hêzên Sûrîya Demokratîk destpêkirina pêngava dawî ya operasyona Bahoza Jezêrê bo rizgarkirina Dêra Zorê ji DAIŞê îlan kir. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk destpêkirina pêngava dawî ya operasyona Bahoza Jezêrê bo rizgarkirina Dêra Zorê ji DAIŞê îlan kir. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) roja Sêşemê (11ê Îlonê) îlan kir ku wan dest bi pêngava dawî ya Operasyona Bahoza Jezîrê bo derkirina "Dewleta Îslamî" ji Dêra Zorê û Hesekê kir.

Pêngaca nû armanc dike ku hebûna DAIŞê li rojhilatê Çemê Feratê tune bike û ev yek bi hevahengîya bi komên li dijî DAIŞê û hevpeymanîya navdewletî re tê cîbicîkirin.

Operasyon "dê bermahîyên DAIŞê ji bakur û rojhilatê Sûrîyayê li dirêjahîya Newala Çemê Feratê yê Navîn ber bi sînorê Îraq û Sûrîyayê ve rake", hevpeymanîyê di daxuyanîyeke roja Sêşemê de got.

Hîn DAIŞ kontrola beşekî ji Dêra Zorê dike û hinek erd li başûrê Sûrîyayê jî, tevî ku berpirs dibêjin ku kontrola 98% ji erda li jêr kontrola wê ji dest wê derketiye, AFP ragihand.

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk bênvedanekê werdigirin di dema pêngava wan de bo derkirina DAIŞê ji gundewarê Dêra Zorê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatine wergirtin]

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk bênvedanekê werdigirin di dema pêngava wan de bo derkirina DAIŞê ji gundewarê Dêra Zorê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatine wergirtin]

Operesyonê roja Duşemê dest pê kir, bi êrîşekê li ser gundên Hajîn, li (gundewarê Elbû Kemalê), Sosa û Şafa, û Kasra li gundewarê Dêra Zorê, zabitê QSDê Ferhad Xoca ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku ev in deverên sereke ên ku endamên DAIŞê li wan hene, û destnîşan kir ku herwiha operasyon gundê Baxozê li ser sînor armanc dike, cihê ku xaleke derbasbûnê ya ku kêm bi Îraqê re tê bikaranîn ya ku rêxistin kontrol dike.

Berî operasyona bejî, êrîşên asmanî û agirê topavêjê ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî ve hebûn da ku rê li pêşîya pêşketina şervanên QSDê û yekîneyên operesyonên taybet ên hevalbendên wan veke, Xoca got.

Di nav wan de Encumena Serbazî ya Dêra Zorê, hêzeke ji welatîyên Dêra Zorê û Hesekê pêk tê.

Fermandarê QSDê roja Duşemê ji AFP re got ku êrîşa nû herî kêm 15 çekdarên DAIŞê kuştin.

Hevpeymanî dê ji Sûrîyayê neçe piştî ku kontrola DAIŞê li ser deverên nemîne.

"Da ku em bi pêş ve herin, em dê bimînin berdewam hevahengîyê bi QSDê û hevkarên din re bikin da ku em ewlekarî û aramîya herêmî qayim bikin yên ku dê têkbirina dawî ya DAIŞê misoger bikin," emîd Patrîk Robirson, fermandarê Hêza Hevbeş a Erkdar bi Operesyonên Taybet ên hevpeymanîyê, got.

Parastina Jîyana sivîlan

"Parastina jîyana sivîlan û nehêlin ku sivîl birîndar bibin berêtîyeke herî girîng e di operesyonê de," Xoca got, û not kir ku ji bo vê yekê, gelek korîdorên ewle hatin misogerkirin da ku sivîl karibin birevin ber bi deverên rizgarbûyî ve.

Rêya sereke korîdoreke di ber bajarokê Behrayê ve diçe.

Xoca got ku hevahengî bi sivîlên li deverên hîn li jêr kontrola DAIŞê re berdewam e ji bo ku derxistina wan ya ewle bi komin cuda misoger bikin, "daku misoger bikin ku ew rastî fîşekên nîşanbazan nayên dema ew dest ji deverên xwe berdidin".

Wî dîyar kir ku kampek hatiye amadekirin bo pêşwazîkirina xelkên bêwar yên ji devera operasyonan.

Ev kamp bi xwarin û pêdivîyan datiye dabînkirin ya ku dê alîkarîyê bi QSDê bike ku karibe bersiva halatên bijîşkî yên lezgîn bide û bibe penageh ji sivîlan re di dema operesyonê de, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500