Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Li Mûsilê, rewşeke hunerî ya jîyandar di nava kavilan de dîyar dibe

Xalid Ta'î

Leystikvên Peymangeha Hunerên Bedew ya Mûsilê di Tîrmeha 2017an de beşdarî performansekê dibin li avahiyeke kampûsa zanîngehê, ya ku li ser destê DAIŞê ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Malpera Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Leystikvên Peymangeha Hunerên Bedew ya Mûsilê di Tîrmeha 2017an de beşdarî performansekê dibin li avahiyeke kampûsa zanîngehê, ya ku li ser destê DAIŞê ziyan gihiştiyê. [Wêne ji Malpera Çavê Mûsilê hatiye wergirtin]

Çalakîyên hunerî bi hemû cûreyan, yên hatibûn qedexekirin li Mûsilê dema ku ew li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, dipişkivin.

Kolîja Hunerên Bedew ya Zanîngeha Mûsilê serkêşîya vegera rewşeke hunerî ya jîyandar bo bajarê parêzgeha Nînewayê kir, ligel destpêşxerî û xebatên hevpar ên din.

Zanîngeha Mûsilêgelekî rastî ziyanê hatiye li ser destê endamên DAIŞê, yên ku xwestin hebûna wê nehêlin û xwendin û pratîkzekirina hemû huneran qedexe bikin, ji ber ku îdyolojîya wan wê weke karekî "li dijî olê" dihejmêre.

Dema ku hêzên Îraqî kontrola bajar vegerandin, xwendekarên hunerê xwendina xwe dewam kirin, û pêşangehên nîgarkêşîyê û tabloyan dest pê kirin, ligel berhemên şanogerî û festîvalên koral û mûzîkî.

Hunermendekî Îraqî waneyeke nîgarkêşîyê dide xwendekarên zanîngeha Mûsilê di vê fotoya ku roja 10ê Adarê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Beşê Çalakîyên Xwendekaran a Zanîngeha Mûsilê hatiye wergirtin]

Hunermendekî Îraqî waneyeke nîgarkêşîyê dide xwendekarên zanîngeha Mûsilê di vê fotoya ku roja 10ê Adarê hatiye belavkirin de. [Wêne ji Beşê Çalakîyên Xwendekaran a Zanîngeha Mûsilê hatiye wergirtin]

Hinek hunermendan dît ku divê ew tehlîyên ku wan jîyan kirine di dema dagirkarîya DAIŞê nîşan bidin, û qala tundûtûjî û zordarîya wan dîtiye bikin.

Yên din mijarên bêhtir geşbîn ên têkildarî hêvîyî û siberojeke geş bo karê wan anîn holê, û tê de dîyar kirin ku ew dê li ser şopa azadîyê bimeşin ber bi nûkirinê ve, birêveberê perwerdahîya Nînewayê, Wehîd Ferîd ji Diyaruna re ragihand.

"Huner peyameke mirovî hildigre ku îdyolojîya tundrew nikare wê biçewisîne, tevî xebatên bo bêdengkirina wê bi darê zorê," wî got. "Ew dê mezin bibe û careke din geş bibe."

"Dema terorsîtan dest danî ser bajêr, berî her tiştî wan peymangehên hunera bedew wêran kirin," Ferîd got, û da zanîn ku rêxistinê bi awayekî sîstematîk çalakîyên dibistanan ên ku huner beşek ji wan e rûxandin.

"DAIŞ pir bertengxwaz bû dema ku rewş girêdayî huner û çandê baye, lewra pergala wê ya wêranbar meraqdarîyên wiha qedexe kirin," wî got. "Herkesê ku pargala wê binpê kiribaye ew bi giranî dihat cezakirin."

Geşbûneke hunerî

Ferîd got ku rizgarkirina Mûsilê derî bi ferehî bo geşbûneke hunerî vekir.

"Me dest bi nûavakirina peymangehên hunerên bedew kir, û dîsan wanegehên nîzamî hene li cihine alternatîv bi amadebûna mezin a xwendekaran," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku çalakîyên xwedispêrin hunerê gelekî tên lidarxistin, û xwedekar û humermend dixwazin ku şûnasî û meraqdarîyên xwe bi pêş bixin.

Wî da zanîn jî ku wan pir azar ji mehrûmîyê dîtiye, û ew dixwazin ku wan azaran derbirîn bikin, û herwiha awatên xwe bînin ziman, bi rêya berhemên hunerî.

Kolîja Hunerên Bedew ya Zanîngeha Mûsilê hat armanckirin û wêrankirin li ser destê DAIŞê, lê îroj "ew di rewşeke baştir de ye paş xebatên nûbunyadkirinê", serokê Zanîngehê Ebûy Seîd Dîwaçî ji Diyaruna re ragihand.

"Hemû beşên kolîjê hatine vekirin, û wangeh jî berdest in, û pilan heye ku kolîj bê ferehkirin bi rêya vekirina beşên nû dema ku diravên pêwîst peyda bibin," wî got.

Di heman demê de, çalakîyeke pişkivî li Kolîja Hunerên Bedew heye û ew gelek çalakîyan li dar dixe, mîna festîval, pêşangeh û şanoyan.

Canekî nebezîyê

"Em dixwazin ku ji paşmahîyên îdyolojîya DAIŞê xelas bibin û piştrast bikin ku ew azadî mafê herkesî ye û huner dikare bikeve xizmeta niştîmanperwerî, aramî û pêşketinê de," Dîwaçî got.

Canê nebezîyê xurt e, endamê komîteya parêzgeha Nînewayê, Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

Wî got ku tevî hovîtîya xwe, DAIŞê bi ser neket di nehiştina hunerê de li Mûsilê.

Wî got ku rêxistinê studyo û mozexane wêran kirin, û wê qonaxgehên hunerî kirin armanc, di nav de pûtekî mûzîkvanê Îraqî yê navdar, Osman Mûsilî.

"Piştî rizgarkirinê, hunermend û xwendekaran performansên şanogerî li ser kavilên avahîyên kulturî û qonaxgehan li dar xistin bo nîşan bidin ku huner namire," Ebar got.

Wî got ku bi van kiryaran, wa nîşan da ku ew vîndar in ku siberojeke geştir bo bajarên xwe biafirînin.

"Bajarê me mosayîkê kultur û çandan e ji ber pirengîya civakî, û vê yekê hiştiye ku kulturê Îraqê zengîn bibe û pêşeng be di warê xebatkarên şano, aktor, huremend û mûzîvanan de," wî got. "Ev yek dê her afrînerê bîne holê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500