Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sazîyeke ku Îranê temwîla wê dike di sazkirina "hêza nazik" de li Sûrîyayê bi ser dikeve

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Lorîyeke sazîya Cîhad el-Bina, ya girêdayî Hizbulah ve û Îran temwîla wê dike, alîkarîyan li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê belav dike. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Lorîyeke sazîya Cîhad el-Bina, ya girêdayî Hizbulah ve û Îran temwîla wê dike, alîkarîyan li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê belav dike. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Cîhad el-Bîna, sazîyeke Hizbulaha Lubnanî ye ku rasterast ji alîyê Îranê ve tê temwîlkirin, xwe bi kûrahî di civaka Sûrî de çandiye, bi taybetî li parêzgeha Dêra Zorê, ya li rojhilatê welat û hevsînorê Îraqê, çalakvanekî ragihand.

Sazîyê şaxên xwe li gelek deverên Dêra Zorê vekirine, di nav de bajarokê Ebû Kemal, û "hêza nazik" bi kar tîne bo qezenckirina xelkê bi rêya dayîna alîkarîyê madî û yên din, mîdyavan Cemîl Ebid ragihand.

Li wan deveran "çalakîyên balkêş" tên gerandin ji alîyê Cîhad el-Bîna ve, sazîya ku xwarin û hewarçûnê û alîkarîya madî a mehane ji xelkê re peyda dike di çarçoveya stratîjîya xwe ya zêdekirina bandordarîya xwe li herêmê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Ev dever hema bibêje bi tevahî ketiye jêr kontrola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve,paş derketina pevçûnan ligel milîsên ser bi rejîma Sûrîyayê ve, ku bûn encama têkdayîna milîsên Hêzên Berevanîya Niştîmanî..

Lafîteyek ku dibêje "Sazîya Cîhad el-Bîna Bixêrhatina we dike" li pêşîya nexweşgehekê hatiye daleqandin li bajarokê Ebû Kemal yê sînorî li Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Lafîteyek ku dibêje "Sazîya Cîhad el-Bîna Bixêrhatina we dike" li pêşîya nexweşgehekê hatiye daleqandin li bajarokê Ebû Kemal yê sînorî li Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Cîhad el-Bîna aniha kincên zistanê, û betanîyê hirî û mazotê bo germkirinê belav dike, û sûdê ji rewşên aborî yên zehmet ên ku xelk tê re derbas dibe û hewcedarîya wan a lezgîn bi van madeyên bingehîn re werdigire.

Wî da zanîn ku sazîyê nexweşgeheke belaş li taxa Qusûr a bajarê Dêra Zorê vekiriye, û herwiha navendeke nûjdarî ya mezin li Ebû Kemal.

Wî bal kişand ku tevî vê yekê ev gav ne cihê dilxweşîyê ye, ji ber ku sazî rê nade rêxistinên hewarçûnê û yên perwerdahîyê yên din ku li herêmê bixebitin.

"Bi vî awayî ew dixwaze ku qorexkarîya encamdayîna her tiştê baş li herêmê bike," wî got.

Bandordarîya Îranê

Gelek gund û bajarok li gundewarên Dêra Zorê, di nav de Hatla û Merat, bawerdarîya bi Wîlayet el-Feqîh qebûl kiriye bo misogerkirina herikîna hewarçûnê bo wan, Ebid şirove kir.

Ev yek jî hewce dike ku ew soza şopdarîya Wîlayet el- Feqîh bidin -- Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamenî -- yê ku desthilatdarîya gewdî û bilind a Pasdaran e.

Bo handana şopdarîya bi vî rengî di nav çîneke berferehtir a nifûsa Sûrî de bawerdarî bi awayekî çalak tê belavkirinbi rêya peymangehên olî, civakî û perwerdahî yên cuda de, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Ligel çalakîyên wê yên civakî, sazîyê malên ziyandar ji ber şer çak kirin û malên wêranbûyî dikire bo dubare avakirina wan û bikaranîna wan di vehewandina milîsên ser bi Pasdaran ve.

Ebid got ku ev yek milîsên Sûrî û yên biyanî li xwe digire, mîna Hizbulaha Lubnanî, Lîwayê Fatemîyûn yê Afxanî, û Tevgera Nuceba ya Îraqî.

Ev hemû di çarçoveya proseyeke mebestdar a guhertina demografî ya ku Pasdaran li Sûrîyayê dişopîne tê, û bo misogerkirina ewlekirin û berferehkirina bercewendîyên xwe, wî wiha anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima tu diaxêvî? Tu ti alîkarîyê bi xelkên Sûrî re nake, lê tu tenê diaxêvî, nêtan xirab dike û derewan dikî.

BERSIV BIDE