Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Sala xwendinê li Minbica Sûrîyayê dest pê dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Dîdargeha Feratê ya lêkolînan sîmpozyomek li Minbicê li dar xist di 3ê Îlonê de, ku gengeşeyek di navbera kesên beşdar û yên hazir de gur bû. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Dîdargeha Feratê ya lêkolînan sîmpozyomek li Minbicê li dar xist di 3ê Îlonê de, ku gengeşeyek di navbera kesên beşdar û yên hazir de gur bû. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Minbicê hatiye wergirtin]

Dibistanên bajarê Minbica Sûrîyayê xwe ji vekirina sala xwendinê ya nû re amade dikin, û xwendekar û dê û bavên wan pêdivîyan ji bazargehên xwecihî dikirin.

Dibistanên ku di serdema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn girtin hatin vekirin piştî demeke kurt ji derketina rêxistinê ji bajêr, di Tebaxa 2016an de, lê belê ev cara yekem e ku dibistan vedigerin rewşa xwe ya asayî, niştecihekî xwecihî wiha şirove kir.

"Xebatên bo danîna xalên dawîn bo destpêkirina sala xwendinê ya nû li Minbicê û li gundewarên wê berdewam in," berpirsekî komîteya perwerdekirinê ya sivîl ya Mibicê Salih Hec Mihemed got.

Dibistan tên amadekirin, paqijkirin û bi alav û metryalan tên zêdekirin, di nav de germkerên bo zivistanê, wî wisa ji Diyaruna re got.

Encumenê mamosta perwerde kirin daku misoger bikin ku karmendên dibistanan xwedî şiyanên bilind in, Hec Mihemed got.

"Gelek kêmanî di pêdivîyan de hene, lê herkes biryardar e ku prosesa perwerdeyê bi pêş ve bibe û serkeftina wê jî teqez dike," wî anî ziman.

Di çend heftîyên borî de, komîteya perwerdekirinê bi hevkarîya hevpeymanîya navdewletî re, dibistana Zîdan Henaydil ji nû ve ava kirin, a ku DAIŞê ew kiribû zindaneke mezin, mamosta û hevserokê komîteyê Sûhêl Walî wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku dibistan dê derîyên xwe di 16ê Îlonê de vebike, bi kadirekî ku ji 25 mamosteyan pêk tê.

Hec Mihemed got ku bi giştî 300 dibistan hene ku li jêr destlata encumenê ne, 34 di hundirê bajêr de ne û yên mayî li gundewarên li derdorê ne.

"Tê payîn ku hejmara xwendekaran bigihêje 80,000an, û dê û bav bi hejmarine mezin berê xwe didin dibistanan û zarokên xwe tomar dikin," Hec Mihemed ragihand.

Geşkirina abora xwecihî

"Vekirina dibistanan tevgera Minbic û bazargehên wê dîsa geş kir, ku ev dîmen ji dema kontrolkirina DAIŞê de dûrî bajêr ketibû," Husên Xelîl, endamekî hêzên ewlekarîyê ye li Minbicê got.

Wî ji Diyaruna re got ku rêxistinê dibistan girtibûn di dema kontrolkirina wê de ya li ser bajêr, ku hinek ji wan veguherandibûn kampên rahênan bo çekdarên xwe û hinek din kiribûn zindan.

Xelîl got ku niştecihên xwecihî diçin bazargehên bajêr bo kirîna cil û pêdivîyan bo zarokên xwe, ku ev yek jî tevgera aborîyê geş kir.

Wî rêjeya kesên ku tên bazargehê vegerand "rewşa ewlehîyê ya aram li herêmê, bi saya xebatên Encumena Serbazî ya Minbicê û hêzên ewlekarîyê yên hundir, ên ku bi şev û roj bi pageran ve radibin."

Xelîl anî ziman ku ev ewlehîya zêde di Cejna Qurbanê de belî bû, gava bajêr bi xelkê tijî bû.

Komîteya perwerdekirinê ya girêdayî encumenê pûtepêdan bi nûavakirina avahîyên dibistanan û perwerdekirina mamosteyan kir, endama komîteyê û mamosteya xwecihî Meysem Mehmûd anî ziman.

"Bo handana xwedekaran ku vegerin dibistanê û pêwendîne xurt bi wan re girêdin, komîteya perwerdekirinê banga xwendekaran dike ku beşdarî kampanyên paqijkirinê bibin dest bi dest bi mamosteyan re," wê ji Diyaruna re got.

Wê ragihand ku ev yek xwedî bandoreke erênî bû li ser dê û bav û xwendekaran.

Çalakîya çandî vedigere

"Jîyan li bajarê Minbicê vegeriya xwezaya xwe ku desgeh li dirêjahîya rojê dixebitin bo çaksazî, vegerandin û nûavakirina hemû dezgehên xizmetan ên sereke," endezyarê çandinîyê û niştecihê Minbicê Mihemed Burhan got.

Wî ji Diyaruna re got ku ev rê, tora wizeyê û tora belavkirina avê dihundirîne, da zanîn jî ku xebat bo paqijkirina paşmahîyên şer berdewam e.

Wî anî ziman ku bûyerên çandî aniha li Minbicê li dar dikevin, ku a herî dawîn sîmpozyoma hizirî ya 3mîn bû di Îlonê de ya ku Forûma Feratê ya lîkolînan gerandibû.

"Hejmarek siyasetmedar û berpirsine serbazî lê hazir bûn, û gengeşeya gelek babetên çandî kirin ên girêdayî jîyana rojane ya niştecihan," û herwiha bi pêşevçûna Sûrîyayê di milê siyasî de, Burhan ragihand.

Wî got ku bûyer "karlêkirinek belî ji hêla kesên hazir bi endamên komîteyê re" rû da, da zanîn jî ku gengeşe di atmosferekê de çêbû "ku bajêr ew ji berîya çend salan nedîtiye."

Wî anî ziman jî ku weke van bûyeran azadîya derbirînê han didin û herwiha çalakîya çandî û siyasî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500