Nûçeyên Iraqê
Penaber

Penaberên Idlibê rastî rewşine jîyanê yên dijwar tên

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokeke penaber li parêzgeha Idlibê li rex konekî ji betanîyên kevin û nivînan çêkirî radiweste li cihê ku ew lê dijî. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Zarokeke penaber li parêzgeha Idlibê li rex konekî ji betanîyên kevin û nivînan çêkirî radiweste li cihê ku ew lê dijî. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Penaberên hundir ên ku ji qeraxên parêzgeha Idliba Sûrî ya li bakurê reviyane hundir û qeraxên wê yên nêzî sînorê bi Turkîyayê re, ji rewşine dijwar gazinan dikin, çalakvanekî xwecihî got.

Ew rastî pileyên germahîyê yên bilind, kêmpeydabûna avê û nebûna sîstema paqijkirinê tên.

Penaberên li gundewarê Idilbê yê başûrî di nav de zarok û temendirêj, êşê ji rewşên "trajîdî" dikşînin ji ber kêmbûna pêdivîyên jîyanê, medyavan Heysem Idlibî wisa ji Diyaruna re got.

Wî got ku wan kampeke nefermî di navbera bajarokên Xedfa û Mar Şûrînê de ava kirine ku ne kehrebe, ne av, ne jî sîstema paqijkirinê lê heye, û niştecih ji hêla civaka sivîl û sazûmenîyên mirovatîyê tên paşguhkirin.

Bêwarên ji deverên ne ewle reviyane li rojhilatê Idlibê kampek nefermî li parêzgehê ava kirin bo xwe ji bombebarankirinê biparêzin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Bêwarên ji deverên ne ewle reviyane li rojhilatê Idlibê kampek nefermî li parêzgehê ava kirin bo xwe ji bombebarankirinê biparêzin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Idilbî anî ziman ku operasyonên mirovatîyê hatine sekinandin ji ber leleyên ku li ser sazûmenîyên alîkarîyê tên sepandin ji hêla hevpendîya Tehrîr el-Şam ya Tundrû, hevbendîya ku çalakvan, xwebexeş û karkerên rizgarkirinê aciz dike.

Li ser bingeha têbînîyên yekser ên hatine gotin di dema serlêdana kampê de û li gorî agahîyên ku ji niştecihên kampê hatine bidestxistin, sîstema paqijkirinê ji du kenalan pêk tên kenalên ku ji hêla niştecihên kampê bi xwe hatine kolandin ku bi temamî vekirîne, wî got.

Wî ragihand ew netendurist in û belkî nexweşî û kêzikan belav bikin, bi taybetî gava pileyên germahîyê 40 derbas bikin.

Anî ziman ku av ne her tim peyda ye, û da zanîn jî ku av hebe jî, ew ji vexwarinê re nabe.

Wî got ku kampên nefermî weke van li deverine din ji herêmê hatine belavkirin, niştecihên wan li bajarokine li nêzî deverên li jêr destên rejîmê bi cih dibin ew deverên ku bi tundî hatin bombebarankirin, tiştê ku hişt ew neçar bibin herin deverine ewle li hundirê welat.

Wî got ku ew li kampan bi cih bûn ji ber kirîyên buha ku ne li gorî şiyanên wan bûn.

Kampên herî navdar ew in ên ku ne bi awayekî fermî hatine avakirin li nêzî bajarokê Sirmanê li başûrî Idlibê, ew kampên nefermî yên li gundewarê Cisir Şهxûrê ava kiribûn ku niştecihên wan dest jê berdan li jêr bombebarankirina rojane.

Bombebarankirin li Idlibê tê berdewamkirin

Firokeyên rejîmê û yên Rûsîyayê Idlibê bi mûşek û bermîlên teqîner bombebarankirin roja Yekşemê (9ê Îlonê), bi kêmanî du zarok hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Ev roja duyemîn a bombebarankirinê bû li ser parêzgeh û deverên derdorê, piştî ku mezintirîn kesên desthilatê li Tehranê bi bin ketin di girêdana rêkeftinekê de daku xwe ji êrîşeke hikumî biparêzin.

"Kopterên rejîmê bêhtir ji 60 bermîlên teqîner xistin li ser gundê Hobîtê li gundewarê Idlibê yê başûrî," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku êrîşan herî kêm du zarok kuştin û şeş kesên din birîndar kirin.

Li parêzgeha Hemayê ya li rex, firokeyên Rûsî bêhtir ji 10 êrîş pêk anîn li ser çeperên opozîsyonê li gundê Letmanê, wî got.

Êrîşan çar çekdar birîndar kirin û nexweşxaneya jêrzemînî ya li gund hat valakirin, piştî rojekê tenê ji êrîşan ku sazîyeke tenduristîyê hat wêrankirin weke ya li bajarokê Hesê ya li başûrê Idlibê.

Rewangehê ragihand ku êrîş rawestîyan di demeke din de ji roja Yekşemê.

Ji girantirîn bombebarankirin li ser Idlibê û deverên nêzîk di çendîn heftî de roja Şemîyê, herî kêm neh sivîl hatin kuştin, li gorî Rewangehê.

Roja Duşemê, şanderê karûbarên mirovî yê NY hişyar da ku operasyoneke serbazî berfireh li dijî Idlibê belkî "felaketeke mirovatî nebaş" vê sedsalê çêbike.

"Divê awayin hebin bo têkildarîya bi vê pisgirêkê re, bo di çend mehên bên de sosreteke mirovî ya nebaş li Idlibê çênebe, ku bibe sedema jidestbirina hejmara herî mezin ji qurbanîyan di sedsala 21ê de," Mark Lotok ji rojnamevanan re got li Cinêvê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelo ez dikarim lêkolîneke meydanî li dor kampên sînorî yên li Āţimayê pêk bînim?

BERSIV BIDE