Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 4 endamên DAIŞê li Hewîcayê dikujin

Xalid Ta'î

Polîsê Îraqî pêngaveke maliştinê li gundên Hewîcayê pêk tînin daku li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" bigerin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî pêngaveke maliştinê li gundên Hewîcayê pêk tînin daku li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" bigerin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî roja Yekşemê (2yê Îlonê) çar milîtanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di operasyoneke lêgerînê de li derdora navçeya Hewîcayê, li rojavayê parêzgeha Kerkûkê.

Operasyonê, ya ku li taxa Riyadê li Hewîcayê çêbûye, rê li ber dîtina toreke tunêlan vekir ku du stargehan bi hev girêdide, herwiha stargeheke din ku ji hêla milîtanan ve bi kar dihat weke "navenda fermandarîyê", serokê Polîsê Federal ferîq Raid Şakir Cewdet di daxuyanîyekê de got.

Operasyona dawîn beşeke ji operasyonên hevbeş yên ku ji hêla hêzên polîsê Federal û hêzên polîsê herêmê berdewam e bo paşmahîyên terorê bibînin û wan têk bibin, Birêveberê Medya û Pêwendîyan li Fermandarîya Polîsê Kerkûkê eqîd Efrasyo Kamil Weys.

"Operasyonên lêgerîna li asêgehên terorîstan û şanên wan berdewam in," wî roja Çarşemê ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên polîsê Fedral û polîsê xwecihî gelek dever û gund li Hewîcayê û derdora Kerkûkê malaştin di çend rojên dawîn de, da zanîn jî ku wan hejmarek stargeh dîtin û gelek endamên DAIŞê kuştin û girtin.

Wî anî ziman "terorîst yek bi yek dikevin destên polîsê," da zanîn jî ku ew nema dikarin li heman cihî demeke dirêj xwe veşêrin.

Weys raportên medyayê yên derbarê çalakîyên milîtanan ên bi şevê de, bi taybetî li derdora parêzgeha Kerkûkê, nizim nirxandin.

Wî ragihand ku "ev raport pir çilwerî ne." "Hêzên me şev û roj bi erkên xwe radibin û tu derfetê ji terorîstan re nahêlin ku bi azadî li çi deverê bigerin."

Wî anî ziman ku "hêzên me û firqeyên 1mîn, 2mîn, 3mîn, 4mîn û 5mîn ên Polîsê Federal baş bi erkên xwe radibin."

"[Milîtan] bi hejmara xwe kêm in û herwiha jihevketî ne," Weys got û da zanîn jî ku ew êdî nikarin êrîşine mezin pêk bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500