Nûçeyên Iraqê
Aborî

Parzûngeha Bêcî li Selahedînê êdî amade ye bo vekirinê

Ala Husên li Bexdayê

Ev çar sal in ku ew derveyî xizmetê bû ji ber dagirkarîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), careke din agir di burcê agir de dilîze li parzûngeha neftê ya Bêcî li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parzûngeha neftê ya Bêcî hatiye wergirtin]

Ev çar sal in ku ew derveyî xizmetê bû ji ber dagirkarîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), careke din agir di burcê agir de dilîze li parzûngeha neftê ya Bêcî li parêzgeha Selahedînê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parzûngeha neftê ya Bêcî hatiye wergirtin]

Ev çar sal in ku ew derveyî xizmetê bû ji ber dagirkarîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), careke din agir di burcê agir de dilîze li parzûngeha neftê ya Bêcî li parêzgeha Selahedînê.

Devera li dora parzûngehê bû meydaneke şer di Tîrmeha 2014an de, piştî ku ew ji alîyê elementên DAIŞê yên ku ji bajarên li bakurê Îraqê bi pêş diketin hatibû dorpêçkirin, û wan hewl da ku bi traktor û otombîlên bomberêjkirî êrîşî parzûngehê bikin.

Lê belê, hêzên Ajansa Dijî Terorê bi lez li hundir bi cih bûn.

Wan piştgirî bi rêya pireke hewayî re wergirt piştî DAIŞê bi tundî dorpêça xwe li dora parzûngehê toqand. û wan karî bo mehan berevanîyê di ber de bikin, heta çaxê bajarê Bêcî yê li nêzî parzûngehê hat rizgarkirin û rêxistin bi temamî ji deverê hat derxistin.

Raed Hemûdî Hemdanî, ku endazyareke li parzûngehê dixebitî wê demê, zehmetîyên wan rojan vegotin.

"Rewş pi dijwar bû û hêdî hêdî em neçar man ku operasyonên li parzûnghê rawstînin," wî ji Diyaruna re got. "Hejmarek ji endazyaran û endamên staf di pevçûnan de hatin kuştin."

Hemdanî yek ji wan kesan bû ku neçar ma bireve bo herêma Kurdistanê.

"Me xwe ji girî dikuşt her dema ku me li nûçeyên parzûngehê li ser ekranê televîzyonê temaşe dikir û didît çawa otombîlên bombrêjkirî li pêş dergehên wê dihatin teqandin û çawa ew dihat wêrankirin," wî got.

"Lê belî, îroj me zorîya hemû nexweşîyan bir, û tîmên teknîkî yên kompanîyên niştîmanî hêdî hêdî çerxa kar vegerandin," wî got.

Wî got ku endazyar û stafê teknîkî her timî dixebitin bo operasyonanan vegerînin û parzûngehê bixin kar de, ji ber ku ew jêderê sereke yê debara rûniştîyên navçeya Bêcî ye, û ew samanekî aborî yê girîng e ji Îraqê re.

Yekîneya Selahedîn 2 tê vekirin

Parzûngeh dê bi fermî vê mehê dest bi kar bike li yekîneya Selahedîn 2 ya Bêcî, peyvdarê wezaretê neftê, Asim Cîhad ji Diyaruna re got.

Wî got ku Selahedîn 2 dê yekemîn yekîne be ku dîsan dest bi kar dike li parzûngehê, û da zanîn ku "ew dê di demeke nêz de bi temamî bi fermî were vekirin", bi karîneke dighêje 70,000 bermîlan di rojê de.

"Hemû xebatên nûkirinê û vegerandina kar li parêzgehê ji alîyên xebatkarên niştîmanî ve dihat meşandin bi rêya Kompanîya Nefta Bakur, Kompanîya Projeyên Neftê û sektorên din piştgirî dabîn dikirin bi rêya xwefînaskirin û bi xercîyeke heta radeyekê sînordar," wî got.

Cîhad got ku qonaxa bê dê nûkirina yekîneya Selahedîn 1 li xwe bigire, ku ew jî bi hema karînê ye, û wiha heta ku hemû yekîneyên din ên parzûngehê bikevin kar de, heta ku karîna giştî ya berhemkirina parzûngehê bigihêje zêdetirî 300,000 bermîlan di rojê de.

Vegerandina yekîneyan bo kar dê "berhemkirina niştîmanî ya madeyên neftê geş dike û alîkarîyê bi Îraqê re dike ku bi milyonên dolarên ku ew li ser madeyên ji derve tên xerc dike biparêze", wî got, û daxuyand ku ew dê projeyên kehrebê li welat bi sûtemenîyê zêde bike.

"Berîtîya ku li gorî wê yekîneyên operasyonal ên parzûngehê dikevin kar de xwe dispêre qasa ziyana ku gihiştiye her yekîneyekê û berdestbûyîna matryalên xav li welat," wî got.

Geşkirina aborîya niştîmanî

"Dîsan avakirina parzûngehê dê bandoreke erênî li ser rewşa aborî li parêzgehê bi taybetî, û li welat bi giştî çêbike," serokê encumena parêzgeha Selahedînê, Xalid Xezrecî ragihand.

Parzûngeh dê kar bo bi sedên karkeran dabîn bike, û dê xelkê û benzînxaneyan bi madeyên neftê yên girîng zêde bike, û dê projeyên kehrebê û jenetorên karta taybet bi sûtemenîyê zêde bike, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev yek dê berhemkirina kehrebeyê li parêzgeha baş bike.

Xezrecî got ku serencamên aborî yên erênî dê sûdê li aborîya niştîmanî bikin, û bal kişand ku berî DAIŞ dest deyne ser Bêcî, parzûngehê Îraq bi dora 60% ji gelekdarîya bi madeyên neftê zêde dikir.

"Eger ew bi temamî dîsan bikeve karde, ew dê xizmetên aborî yên berbiçav ji parêzghên bakurî re dabîn bike" wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500